Nûnerê Kendava Erebî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sîhanok Dîbo, diyar kir ku gotinên Tirkiyeyê yên derbarê gelê Kurd û pirsgirêka Kurd de li ser bingeha zihniyeteke klasîk û demdirêj a dijberiyê ye. Dîbo, diyar kir ku gotinên Tirkiyeyê yên niha berdewamiya siyaseta înkar û dijminatiyê ne ku ji serdema Osmaniyan ve berdewam kiriye.
Dîbo anî ziman ku ev helwesta Tirkiyeyê ne tenê zirarê dide Kurdan, di heman demê de zirarê dide aramiya giştî ya Rojhilata Navîn jî û wiha got, “Ger Enqere bi vê siyasetê israr bike, di dawiyê de dê Tirkiye bi xwe zirarê herî mezin bibîne. Herêm her di nava guhertinê de ye. Bi rêbazên kevn û têgihîştineke navendî ya desthilatdariyê ne mimkûn e ku mirov ji vê guhertinê rizgar bibe.”
ZÎHNIYETA ÎNKARÊ ÎRO JÎ BERDEWAM DIKE
Dîbo da xuyakirin ku gotinên tund û înkarê yên Tirkiyeyê ya li ser pirsgirêka Kurd bûye siyaseta bingehîn a dewleta Tirkiyeyê ya piştî Împeratoriya Osmanî ava bûye û got, “Dewletên nû avabûyî, avahiya hegemonîk a ku ji Împeratoriya Osmanî mîras girtine parastin. Yek ji hêmanên herî bingehîn ên vê avahiyê ew bû ku pirsgirêka Kurd her bê kûrkirin, siyaseta înkar û asîmlasyonê bi rengekî domdar pêk anîne. Ev zîhniyet îro jî bi awayên cûrbecûr berdewam dike.”
RASTIYA DÎROKÎ TÊ PAŞGUHKIRIN
Dîbo rola girîng a Kurdan di damezrandina Komarê de bi bîr xist û înkara vê tevlîbûna dîrokî ya heyî rexne kir. Dîbo got, “Kurdan di damezrandina Komara Tirkiyeyê de roleke diyarker lîstin. Lê belê, ev dîrok îro tê paşguhkirin. Ev zincîra înkarkirinê, ku vedigere Peymana Lozanê heta sedsalek şûnda jî bênavber berdewam dike.”
Dîbo destnîşan kir ku Kurd di şerê li dijî terorîzmê de bûne sembolek girîng û got ku tevî vê yekê jî, rejîmên otorîter hîn jî Kurdan wekî dijmin nîşan didin. Dîbo wiha berdewam kir, “Heta ku lêgerîna çareseriyek demokratîk û hewldanên ji bo xwişk-biratiya di navbera gelan de xurt nebin, ev rejîm dê li hember guhertinê nekaribe xwe rabigire.”
‘HIKÛMETA ŞAMÊ JI BO DESTHILATDARIYA XWE LÊGERÎNA MAF ÊN KURDAN HEDEF DIGIRE’
Dîbo her wiha bal kişand ser helwesta dijî kurd a hikûmeta demkî ya Şamê. Dîbo, anî ziman ku hikûmeta demkî ya Sûriyeyê rêbazên mîna yên Tirkiyeyê bikar tîne da ku pirsgirêka Kurd tepeser bike û got “Hikûmeta Şamê ji bo parastina desthilatdariya xwe lêgerîna mafên Kurdan hedef digire. Ev helwest nîşaneya zihniyeta monîst a di nav avahiya kûr a welêt de ye.”
Dîbo diyar kir ku tevî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de di 10’ê Adarê de, Şam xwe ji çareseriyê dûr xistiye û got ku têkiliyên di navbera her du aliyan de hîn jî aloz in. “Îro rewşa Sûriye û Tirkiyeyê ne weke heve lê di hin mijaran de lihevkirinek çêdibe. Hikûmeta demkî jî û Tirkiyeyê jî ne di wê astê de ne ku karibin şertên xwe ferz bikin.
‘BÊYÎ NASKIRINA STATUYA KURDAN AŞTÎ NE MIMKUNE’
Sîhanok Dîbo, destnîşan kir ku ger ev perspektîfa kevn û dijminane ya li ser pirsgirêka Kurd neguhere, hem Tirkiye û hem jî Sûriye dê zirarê bibînin û got, “Rêya aramiya mayînde li Rojhilata Navîn di diyaloga demokratîk û wekheviya gelan de ye. Aştiya rastîn li herêmê bêyî naskirina statuya Kurdan ne mumkin e.”