Piştî ku girseya gel ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê sînor rakir û derbasî Qamişloyê bû, artêşa Tirk a dagirker gule reşand. Li gel vê yekê jî hem li aliyê Qamişloyê hem jî li aliyê Nisêbînê gel li ser sînor e û bi biryardarî li ber xwe dide.
Dirûşma “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” ji qadê bilind dibe.

