Duşem, 19 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Îranê qetilkirina 5 hezar çalakvanan qebûl kiriye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîşên li ser Rojava: Li Semsûr, li Enqere û Stenbolê çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Serbixwe ji bo Rojava bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salîha Aydenîz: Paradîgaya ku gelan li herêmê ava kirin hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêwîstî çima bi komunan heye?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aslan: Tirkiye bi êrîşkirina Kurdan li Rojhilata Navîn ti tiştî bi dest naxe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên Êzidî bersiva banga seferberiyê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Rêveberiya YNK’ê ji bo Rojava banga piştevaniyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Em ê bi ruhê azadiyê li her derê li ber xwe bidin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimê olî Şik: Mercê aştiya mayinde azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila dêriyê sînor ê Sêmalka ji bo piştevaniya Rojava were vekirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmaniyê li dijî êrîşên li ser Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Raperînê bertek nîşanî heqeretên li ser şervanên jin û şehîdan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Xwedîderketina li Rojava wezîfeyeke mirovî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar: Ti hêz nikare li ber îradeya jinê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li Silêmaniyeyê gilî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • HELEB
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyên HTŞ’ê êrişê dibin ser Eyn Îsayê
Çeteyên HTŞ’ê ji bo çeteyên DAÎŞ’ê xilas bikin êrişî Girtîgeha Reqayê dikin
Rêxistinên Kurd ên li Rûsya û Yekîtiya Dewletên Serbixwe ji bo Rojava bang kirin
Çete sivîlên birîndar direvînin
Li Tişrînê şer dewam dike: Gelek çete hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Şiyar Dersim qala Sakîne Cansiz kir
Rojane

Şiyar Dersim qala Sakîne Cansiz kir

Şiyar Dersim: Hevala Sara ne tenê li Kurdistanê li tevahiya cîhanê bû mînak ji jinan re. Li Kurdistanê her pêşketinek li ser bingeha xeta azadiya jinê ye, weke şoreşa jinê tê pênasekirin. Para hevala Sara ya di vê yekê de mezin e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Sakîne Cansiz (Sara) li gel du hevrêyên xwe Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve di encama sûîqestekê de hatin qetilkirin. Ji hevrêyên Sakîne Cansiz Şiyar Dersim ji ANF’ê re axivî û qala feraseta hevrêtiyê, kesayetiya şoreşgerî û sekna îdeolojîk a Sakîne Cansiz kir.

Şiyar Dersim anî ziman ku wî di sala 2003’an de Sakîne Cansiz nas kir, lê têkoşîna wê beriya bi salan ji dîroka partiyê, berxwedana zindanan nas kiribû û got, “Sekna wê ya li berxwedana li zindanê, nêzîkatiya wê ya li hevrêyên xwe timî dihate vegotin. Beşa ku jin lê bûn li gorî beşa mêr lê bûn hîn bêhtir zehmet bû. Sekna hevala Sara ya di nava van şert û mercên giran de li hişê mirovan neqişî bû.”

‘HEVALA SARA ŞOREŞGEREK DI ASTA CÎHANÊ DE BÛ’

Şiyar Dersim diyar kir ku Sakîne Cansiz şoreşgerek bû ku di asta navneteweyî de dihate naskirin û anî ziman ku komkujiya Parîsê tesadufî nebû. Şiyar Dersim got, “Di çarçoveya plansaziyeke Gladiyo ya NATO’yê de hate kirin. Dijmin bi êrîşa li hemberî kesek weke hevala Sara xwest, di nava rêxistinê de tevlîheviyê biafirîne. Hem hewl da weke şerekî navxweyî nîşan bide, hem jî ev peyam dida civakê: Eger hûn dilsoziya xwe ya bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re dewam bikin, komkujiyên bi vî rengî wê bê serê we.” Dersim anî ziman ku ev plan bi ser neket û got, “Dijmin nedît ku ev komkujî wê eleqeya li cîhanê ya ji bo têkoşîna jinê û tevgera azadiyê ya Kurd zêde bike.”

ROLA PÊŞENG A LI NAVA ŞOREŞA JINÊ

Şiyar Dersim bal kişand ser bandora Sakîne Cansiz a li ser tevgera azadiyê ya jinê û got, “Li Kurdistanê her pêşketin li ser bingeha şoreşa jinê pêk tê. Hevala Sara di nava vê têkoşînê de fîgureke welê bû ku ne tenê li Kurdistanê li tevahiya cîhanê bû mînak ji jinan re (…) Her pêşketina li Kurdistanê li ser bingeha xeta azadiya jinê pêk tê; weke şoreşa jinê tê pênasekirin. Di vir de para hevala Sara mezin e.”

‘DIXWEST ENIYA HEVRÊYÊN XWE BIGIHÎNE STÊRKAN’

Dersim destnîşan kir ku feraseta hevrêtiyê ya Sakîne Cansiz li xeta îdeolojîk a PKK’ê dihat û got, “Zimanê wê yê rexnekirinê ku mirov nedişikand, yek ji taybetmendiyên sereke yên kesayetiya wê bû. Kêmasiyên hevrêyên xwe weke kêmasiyên xwe didît, ji bo hevrêyên xwe bi pêş ve bibe gelekî hewl dida.” Şiyar Dersim destnîşan kir ku Sakîne Cansiz bi vê taybetmendiya xwe bandoreke xurt li her kesên li nava tevgerê kir.

Dersim diyar kir ku aliyekî din ê balkêş ê taybetmendiyên lîderiyê yên Sakîne Cansiz diyalogên wê yên bi Rêber Apo re bû û got, “Yek ji wan hevrêyan bû ku dikarîbû bi hêsanî bi Rêber Apo re nîqaş bike.”

BANDORA KOMKUJIYÊ

Dersim qala kêliya komkujiyê û bandora wê kir, “Bi agahiya ji buroyê hat em ketin. Mirovan di nava çend saetan de xwe gihandin cihê bûyerê. Li ser zimanê her kesî tenê gotinek hebû: Tolhildan.” Dersim ragihand ku çalakiyên şermezarkirinê ji texmînên hêzên ewlekariyê yên Fransayê gelekî zêdetir bû û got, “Hesab nekiribûn ku di nava şevekê de 200-300 hezar kes karibin biherikin Parîsê. Bi saya civata me ya rêxistinî lîstikên dijmin ên li pişt vê komkujiyê hatin têkbirin.”

Şiyar Dersim di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku şehadeta Sakîne Cansiz di nava tevgerê de nebû sedema valahiyê, berevajî vê yekê hêzek afirand ku têkoşîn hîn mezin kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Azadiya Abdullah Ocalan yekane rêya rizgariya ji tundiyê ye’
Nûçeya Pişt re Hewl tê dayin ku hincetek ji kuştina Dûrdû re bê peydakirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aram Tîgran di salvegera 15’emîn a wefata xwe de hat bibîranîn

Hunermend Aram Tîgran di salvegera mirina xwe ya 15'emîn de li ser gora xwe ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mûsilê goreke din a komî ya ji hestiyên qurbaniyên Êzidî hate vekirin

Têkildarî qirkirina Êzidiyan goreke din a komî hate vekirin. Li Goristana Hasfa ya li Mûsilê,…

Ji aliyê Stêrk TV

Alimê olî Arikan: Aştî bi edaletê ava dibe

Alimê olî Abdullah Arikan got, "Aştî li ser edaletê ava dibe. Ji ber vê yekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

‘Îranê qetilkirina 5 hezar çalakvanan qebûl kiriye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Êrîşên li ser Rojava: Li Semsûr, li Enqere û Stenbolê çalakî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Êriş dewam dikin, li girtîgeha ku DAÎŞ’î lê girtî ne şer diqewime

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Endamê Rêveberiya YNK’ê ji bo Rojava banga piştevaniyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?