Dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên dijminane û pêvajoya êrîşa leşkerî ya li ser Herêma Kurdistana Iraqê û dagirkirina nû ya axa Iraqê, berdewam e. Li Iraqê nerazîbûnên li dijî destdirêjî û dagirkiriya Tirkiyê ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê zêde dibin. Siyasetmedarên Iraqê ji ANF’ê re axivîn û diyar kir ku hemû welatiyên Iraqê bi awayekî tund nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirkiyê didin.
Rêveberiya Dewletê ya pêkhateya Sunî û Berdevkê Eşîrên Nînewa Şêx Muzahim El-Hiweyît, destnîşan kir ku artêşa Tirkiyeyê vê carê bi tenê li nav axa Iraqê bi cih nebûye û got ku çekdarên Sûriyê yên bi navê Artêşa Azad (ku niha jê re dibêjin Artêşa Niştimanî) bi xwe re anîne û bi cih kiriye. El Hiweyît, got, “Ev çeteyên dewleta Tirk bûne hêzên serdest li Iraqê. Ji ber ku ji her 100 leşkerên Tirkiyê tenê 10 leşker Tirk in û 90 leşker Sûrî ne. Ev jî metirsiyek e mezin ji bo gelê Iraqê çêdike. Ji ber ku hebûna Tirkiyê dibe dagirkirina sîstematîka li ser axa Iraqê. Iraq daxwaza derketina hêzên biyanî ji xaka xwe dike.”
Cîgirê Serokê Navenda Bexdayê ya Pêş xistina Qanûn û Aborî û Serokê Partiya Komunîst a Iraqê Elî Mihdî, da zanîn ku li Tirkiyeyê gelek netewe dijîn, lê dewleta Tirk dijminê netewa Kurde ku daxwaza azadî-aştiyê dike û wiha got, “Dijminê Partiya Karkerên Kurdistanê ye. Tirkiyê ji aloziyên Iraqê sûdê digire û hewl dide li tevahiya Iraqê serwer be. Dewleta Tirk hewl dide ku bi dagirkeriya xwe re kontrola xwe li ser axa Iraqê berfirehtir bike. Hewl dide korîdoorên di navbera axa ku Iraq û Tirkiyê kontrol kiriye, veke.”
Mihdî, diyar kir ku hêzên siyasî yên Iraqê û Encumena Asayîşa Niştimanî ya Iraqê bi awayekî fermî hebûna hêzên dagirker red kirine û got ku li dijî dagirkirinê nerazîbûn bi kampanyayên cuda ên sivîl berdewam dikin û wiha dewam kir, “Ji ber vê her roj sivîl dibin qurban. Tevgerên Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê serdana Hewlêrê kiriye. Ji bo bicihkirina hêzên parastina sînor di navbera Iraq û Tirkiyê de wê xebatên xwe pêk bînin. Dê valahiya ewlehiyê li wê navçeyê tijî bikin û di paşerojê de rê li ber hincetên Tirkiyê ji destdirêjiyên li ser xaka Iraqê bigire.”