Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê (SKB), bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Di encama lihevkirinên qirêj ên dîktatoriya AKP-Erdogan a bi dewleta Fransayê re di 9’ê Çileya 2013’an de sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Parîsê di encama sûîqestekê hatin qetilkirin.
Piştî wê di 23’yê Kanûna 2022’yan de careke din li Parîsê sê ewladên gelê Kurd Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil bi destê rêveberiya faşîst hatin qetilkirin.
Tevî ku di ser komkujiya 9’ê Çileyê re 12 sal derbas bûne jî, neronîkirina berpirsyarên rastî, hişt ku daxwaza gelê Kurd û her kesên edaletê dixwazin, xurtir bibe.”
SKB’ê destnîşan kir ku şebeyeka sûc a ku duh hevrê Sakîne, Fîdan, Leyla, Evîn, Mîr û Abdûrrahman qetil kirin, îro li Rojava bi êrîşên dagirkeriyê re destketiyê hemû şoreşê hedef digirin.
SKB’ê, diyar kir ku ew ê li dijî komkujiyê Parîsê hêrsên xwe bi awayekî girseyî û dengek bilind raber bikin û li dijî êrîşan bi têkoşînê bend ava bikin.
SKB’ê di dawiyê de ev bang kir, “Em bang li hemû jinên kedkar û penaber ên Tirkiye û Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn dikin ku ji bo ronîkirina faîlên rastî yên komkujiyên Parîsê, ji bo edalet misoger bikin û şoreşa Rojava li her qadê biparêzin di 11’ê Çileyê de li Parîsê bicivin.”