Ajansa me hevpeyvînek bi mamoste Sokrat Nofl re pêk anî. Nofl di vê hevpeyvînê de behsa rastiya Sûriyê, pêkhateyên wê, rola destwerdanên derve û cewherê rejîma heyî ya li Şamê kir. Her wiha helwesta xwe ya li ser pirsgirêka Kurd û mafê çarenivîsê wekî xala destpêkirina çareseriyê anî ziman.
Sokrat Nofl got ku Sûriye îro ne xwediyê dîmeneke siyasî ya rasteqîn e, lê belê di bin destê “rejîmeke tundrew a tekfîrî” de ye. Ev rejîm xwe dispêre rêveberiya hêzê, dûrxistinê, tundî û kuştinê; li şûna ku civaka Sûriyê ya ji aliyê siyasî, neteweyî û olî ve pirreng e, birêve bibe.
Mamoste Sokrat Nofl pêwîstiya cudakirina helwestên gelên cuda yên Sûriyê û helwesta hikûmeta demkî ya Şamê rave kir û got ku ev hikûmet berfirehkirina rasterast a siyaseta Tirkiyê ya li Sûriyê ye; mîna ku Hesen Nesrullah siyaseta Îranê li Lubnanê temsîl dikir. Nofl tekez kir ku piraniya gelên Sûriyê ji destwerdanên Tirkiyê ziyan dîtine û encamên vê yekê yên neyînî li ser rewşa Sûriyê hene.
Sokrat Nofl amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye di warê siyasî û leşkerî de di nav axa Sûriyê de berfireh dibe û berpirsiyara rasterast a komkujiyên li Siweydayê û El-Sahilê ye. Li gel destpêkirina şerekî vekirî ji aliyê Tirkiyê ve li ser bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî Kurdan, Nofl anî ziman ku ev siyaset xizmeta tu gelên Sûriyê nake.
Nofl tekez kir ku komkujiyên hatine kirin têkçûneke ewlekarî ya ji bo parastina Sûriyeyiyan eşkere dike. Lê ev têkçûn li gorî şiroveya wî, encameke xwezayî ya rejîma heyî ye. Ew destnîşan dike ku ev rejîm, rejîmeke tekfîrî ya cîhadî ye ku li ser bingeha tunekirina hebûnî ya hemû pêkhateyan hatiye avakirin û ev yek ji dema ragihandina Destûrê ve eşkere bûye.
Derbarê helwesta Kurdan de, Sokrat Nofl kêfxweşiya xwe ji awayê danûstandina Kurdan a bi Şamê re nîşan da û ev danûstandin wekî “pragmatîk” pênase kir, ku redkirina wan a ji projeya navendî ya dûrxistinê nîşan dide. Nofl bal kişand ser aloziya niha û texmîn dike ku alozî ji asta xwe ya niha dernakeve; ji ber ku hikûmeta demkî tenê di rûbirûbûna sivîlên bêçek de bi ser dikeve, lê hebûna hêzeke leşkerî ya organîze li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî wê faktoreke diyarker e.
Her wiha Nofl got ku projeyên Tirkiyê yên li Sûriyê xizmeta welatên herêmê jî nakin û bi rêkeftinên herêmî yên pêşniyarkirî re ne hevaheng in. Wî tekez kir ku pirsgirêk ne bi Kurdan re ye, lê belê di destê hikûmeta Şamê û rejîma wê ya dûrxistî de ye, ku nahêle tu rêyeke siyasî pêşve biçe. Ev jî ji ber zihniyeta wê ya ku diyalog û danûstandinan red dike û tenê baweriya xwe bi mantiqê kerahiyetê tîne.
Sokrat rave kir ku bingeha Îslama siyasî li ser dûrxistinê ye û diyalog û danûstandinan tenê wekî manevrayeke taktîkî dibîne. Her wiha destnîşan kir ku komkujî û kampanyayên qirkirinê yên ku li El-Sahil û Siweydayê hatine dîtin, encameke mantiqî ya bingeha rejîmê ne û nikarin wekî bûyerên ji hev cuda werin hesibandin.
Sokrat di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku ji sala 2011’an ve erdnîgariya Sûriyê aramî nedîtiye û heta niha ew rewşa nearamiyê berdewam dike. Tirkiye wekî aliyekî derveyî, ligel alîgirên xwe yên herêmî û rejîma heyî ya li Şamê, di nav vê nearamiyê de veberhênanê dike.
Derbarê pêşeroja Sûriyeyê de, Sokrat Nofl got ku ew nikare pêşbîniyên raste rast pêşkêş bike, lê tekez kir ku vegera bo pergaleke navendî û zordar, nemaze di bin rejîma cîhadîst de, dê ji bo erdnîgariya Sûriyeyê karesatek be. Nofl piştrast kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) îspat kiriye ku Kurd hevalbendekî girîng in û tu nîşan tune ne ku ew ê wan berde, nemaze di bin rejîma heyî de. Nofl tekez kir ku tu tercîheke Amerîkî di navbera Kurdên li bakur û rojhilatê Sûriyê û hikûmeta Şamê de nîne.
Di derbarê rewşa Siweydayê de Nofl wiha got: “Parêzgeh bi giştî û tevgera xweseriyê bi taybet dixwaze bibe şirîkeke rastîn di pêşeroja Sûriyê de, ne amûrek di destê tu kesî yan aliyekî de be.”
Nofl di berdewamiya axaftina xwe de îşaret bi wê yekê kir ku çareseriya rastîn bi naskirina mafê çarenivîsê yê gelê Sûriyê û devjêberdana fikra asîmîlasyona bi zorê dest pê dike. Her wiha tekez kir ku ev maf, şer ji asteke xwînî û hebûnî ya li ser bingeha tunekirinê, vediguherîne asteke aştiyane û siyasî ku dikare were çareserkirin.
Sokrat Nofl gotinên xwe bi vê yekê bi dawî kir: “Ne pêkan e, nesincî ye û nemirovane ye ku qurbanî û sûcdar li ser heman maseya danûstandinê werin rûniştandin.”

