Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şoreş Alan li ser 14’emîn salvegera şehadeta Şehîd Simko Serhildan (Mecît Kavyan) û şehîdên meha Tebaxê ji ANF’ê re axivî.
Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan destpêkê di şexsê Şehîd Simko Serhildan, Şehîd Amed Serhed û Şehîd Şivan Çiya de hemû şehîdên meha Tebaxê bi bîr anî û got, “Em dikevin 14’emîn salvegera fermandarê netewî Şehîd Simko Serhildan. Her wiha salek beriya niha, di dîroka 5’ Îlonê de, endamê konseya fermandariya me heval Amed Serhed, li gel hevalê me yê fermandar heval Şivan Çiya di encama êrîşên balafirên bê mirov ên dewleta Tirk de şehîd bûn û di demên dawî de, di encama komployeke bê bext a dewleta Îran’ê de fermandarê me yê hêja heval Simko Kobanê şehîd bû. Wek gelê me jî dizane û dişopîne, di vê salê de me hin hevalên xwe yên salek beriya niha şehîd bûne, heval Tara Hewram, Tolhildan Nûman, Stêra Sîser, Ararat Bawer, Arîn Qoser û heval Helmet Helebçe me eşker kir. Di kesayeta Şehîd Simko Serhildan, Şehîd Amed Serhed û hevalên me yên din de, em hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi rêz bi bîr tînin. Soza xwe ya têkoşîna wan gihandina serkeftinê careke din dubare dikin.
Ev kêliyên dîrokî ku îro em gihîştinê, bi saya keda van şehîdên me yên mezin in. Şehîdên azadiya Kurdistanê ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo, têkoşîn dane meşandin, ev dem ji bo me dane afirandin.”
‘HETA DERSIM Û BEHRA REŞÊ ÇÛ Û JI ŞERÊ QENDÎLÊ RE PÊŞENGTÎ KIR’
Şoreş Alan destpêkê qala beşdarbûn û tekoşîna Şehîd Simko kir û got, “Di serî de Şehîd Simko Serhildan, dema ku di sala 1999’an de li hember Rêber Apo, komploya navdewletî pêk hat, wek ciwanekî Rojhilatê Kurdistan biryara xwe da û li dijî sîtema komploger û desthildar ku dixwaze Kurdan tune bike, înkar bike û bi navê Kurd û Kurdistanê tiştekî nehêle, beşdarî nava Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Piştî demeke kin, ji bo ku zêdetir di mijara gerîlatiyê de, bi pêş bikeve, bi xwesteka xwe derbasî qada Dersimê bû û ji wir heta Behra Reş çû. Cihê xwe di gelek şerên rûmetê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk û Îran de girt. Piştî ku têkoşîna me ya Azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê pêşketinên ber bi çav jiyan kir, dewleta Îranê bi sêdare û operasyonên leşkerî bersiv da. Li ser xwesteka xwe ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve dubare vegeriya û wek fermandarê giştî yê hêzên Rojhilatê Kurdistanê berpisyartî hilgirt.
Dema ku dewletan bi hevkariya bi hevre, li Qendîlê êrîşên gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê kirin, heval Simko weke fermandarekî ku di her warî de zana bibû, erk û berpisyartiya şer girt ser milê xwe û fermandariyek bê nimûne, ji şer re kir. Di nava mewziyên herî pêş ê şerê Qendîlê de, heval Simko cihê xwe girt. Demek pir dirêj li du girên Casûsan û Kotamanê şer kir û pêşî li dagirkirina her du giran girt, di wir de derbeyek pir mezin li hêzên Sipa yên dagirker da. Cara yekemîn bû li Rojhilatê Kurdistanê hêzên Sipa yên dagirker, li beramber fermandariya heval Simko Serhildan şikestin jiyan kirin, ew şikestin şikestineke dîrokî bû. Heta niha derbeke wisa Îranê nexwaribû. Pêvajoya vî şerî demeke kin ajot, lê belê asteke wê ya bilind hebû. Rejîma Îranê bê navber girê Casûsan bi top û hawanan bombebaran dikir, bi wan êrîşan re her der bibû cihê şer û pevçûnan, agir bi her derê ketibû. Li beramber hemû êrîşên Îranê, bi rêbazê gerîlatiya serdema nû heval Simko pêşî li pêşketina leşkerî ya dagirkeriya Îranê girt.
Şikandina ku dewleta Îranê di şerê Qendîlê de jiyan kir, bû sedem ku heta roja îro her ber bi paş ve biçe û lewaz bibe. Şer û berxwedana Qendîlê ku bi pêşengtiya Şehîd Simko bi rêve çû, ne tenê şerekî dem kurt û bi tenê yê parçeyekî Kurdistanê ye, bi giştî ew şer şerê parastina destkeftiyên gelê Kurd e. Hedef ew yek bû ku dewleta Îran û Tirkiyê bi hev re êrîş bikin û di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de, îradeya gelê Kurd bişkînin, gelê Kurd teslîm bigrin û bi wî rengî hebûna xwe ber bi pêş ve bibin. Di wê demê de hem dewleta Tirk, hem jî dewleta Îranê, bi hev re di nava nakokiyan de bûn, lê ji ber mesele Kurd bû, her dem yek dest bûn. Ji ber wê xwestin bi hev re hêza Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bişkînin. Serkeftina Şerê Qendîlê ku bi pêşengatiya heval Simko hate bidestxistin, qonaxeke dîrokî bû. Ew qonax heta roja îro berdewam dike û di dema xwe ya herî jor de jiyan dike. Di roja îro de li ser wê bingehê em bûne xwedî hêz û têkoşînên mezin.”
‘EM HER DEM ALÎGIRÊ AŞTÎ Û DEMOKRATÎK BÛN’
Li ser aştî û demokrasiya heremê jî Şoreş Alan nirxandinên gîrîng kir û wiha got, “Em her dem alîgir bûn ku pirsgirêka Kurd li hemû parçeyan û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi şêwazekî aştî û demokratîk were çareserkirin. Ji ber wê partiya me PJAK her dem xwedî bername û proje bûye, dem bi dem ew projeyên ku hene, di raya giştî de parve dike û her kes vê yekê dizane. Her dem em li ser bingeha têkoşîna ji bo aştî, azadî û demokrasiyê xwe bi rêve dibin. Têkoşîna ku li Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengtiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û PJAK’ê bi rêve çû, îro ji bo hemû gelê Kurd û gelê Îranê bûye hêza pêşengtiyê. Li ser vê bingehê her gava ku li Kurdistanê tê avêtin, li hemû Îranê jî belav dibe û bandor dike. Ji bo wê jî, ev qonax dîrokekê li pişta xwe dihêle, xwedî berxwedanekî dîrokî ye, ku bi îradeya Heval Simko hatiye avakirin. Ji ber wê şerê Qendîl û berxwedana ku Heval Simko Serhildan jê re pêşengatî kiriye, ji bo me îro da avakirin.”
‘HEVAL AMED, HEVAL ÇIYA Û HEVAL SIMKO KOBANÊ KEDEK BÊ HEMPA RABER KIRIN’
Fermandarê YRK’ê Şoreş Alan şehîdên meha Tebaxê jî bi bîr anî û axaftinên xwe wiha berdewam kir, “Di demek wiha de, çend rojên din dibe salvegera yekemîn a heval Amed Serhed û Şivan Çiya. Hevalên me di têkoşîna Azadiya Rojhilatê Kurdistanê de, di nava kar û xebat de kedekî bê hempa raber kirin. Bi taybet heval Amed Serhed di perwerdekirina bi sedan şervanan û bi avakirina dehan fermandarên pêşeng, erk û berpisyartiyek pir mezin girtibû ser milê xwe. Di xebatên akademî û perwerdekirinê de, şev û roj xebatekî mezin meşand. Li Rojhilatê Kurdistanê jî, ji bo her cihê ku pêwîstî pê hebû, li wir amade bû û kar dida meşandin. Li gelek qadên Rojhilatê Kurdistanê xwedî pratîk bû û ji gerîla re pêşengtî û fermandarî kir. Bi gel re mijûl dibû perwerde dikir. Hevalê Amed ji bo gel û gerîla çi pêwîst bû her dem amade bû û dikir. Bi hemû tiştên ku dizanî, ji bo gelê xwe û gerîla her dem xizmet dikir, di vê riyê de xizmeta ku hevalê me yê fermandar Amed Serhed kir bê nimûne ye. Heval Amed Serhed yek ji wan hevalan bû ku li kêleka Heval Simko Serhildan, di şerê Qendîlê de cihê xwe girtibû, yek ji pêşengên şerê Qendîlê bû. Di nava wê berxwedaniyê de heval Amed, ji heval Simko pir tiştan fêr bibû, tiştê ku fêr bibû jî dixwest fêrî her kesî jî bike. Ji ber wê îro em li ser bingeha fermandarên wek Şehîd Simko û Şehîd Amed Serhed xwedî hêza rêvebirinê ne, ku îro dikarin pêşengtî bikin. Em bi wê yekê heta dawî bawerin, ku di her demê de em dikarin gelê xwe biparêz in.”
‘ÎRAN DI QONAXA HERÎ LEWAZ DE YE LÊ HÊ JÎ NAXWAZE PIRSGIRÊKA KURD BIBÎNE’
Endamê Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê Şoreş Alan di berdewamiya axaftinên xwe de li ser dewleta Îran û di derbarê rexistinbûyinê de nirxandinên gîrîng kir û axaftinê xwe wiha bi dawî kir, “Careke din ruxmî ku rêjîma Îranê di qonaxa xwe ya herî lewaz de ye, di demek wiha de ye ku êdî ber bi rûxandinê ve diçe, hîn jî ne amade ye ku pirsgirêka gelê Kurd bibîne û pirsa gelan bi şêwazekî demokratîk çareser bike. Di zimanê wan de hîn jî behsa amadekariya şer tê kirin, li beramberî wê gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê di lûtkeya hejariyê de ye. Di nava vê demê de belkî jî bi milyonan mirov hene, nikarin debara xwe ya jiyanê pêk bînin. Di hemû aliyan de, di warê çand, siyaset, aborî û civakî de pirsgirêk heye, hîn jî di şer û dagirkeriyê de bi israr in. Li beramber gel zext û zoriyê dide meşandin, pêşengên gel bi komployan dike hedef. Di nava zindanan de li beramber jinan, ji ber ku dizanin hêzên pêşeng ên civakê ne, dixwazin bi sêdarekirinê, pêşî lê bigrin.
Ji bo vê di roja me ya îro de herî zêde, pêwîstî bi rêxistinbûna gelan û yekbûna tevahî civakan heye, ji ber ku êdî her kes baş dizane, ev mayîna dewletê êdî tenê weke şikil e. Dewlet ti carî nikare bibe hêza çareseriya demokratîk. Ji bo wê pêwîste hemû dîwarên tirsê bêne şikandin û yekbûnek çêbibe. Divê li dijî hemû nêzîkatiyên ku dewlet raber dike, gel bibe xwedî helwesteke yekgirtî. Ji bo vê jî pêwîste her kes ji vê qonaxa li pêşiya me re amade be, çi dibe bila bibe, divê em xwe amade bikin. Em nehêlin ti kes bibe sedema xirabiyan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê. Bi taybet di pêşengatiya jin û ciwanan de, pêwîste xwedî derketina li berxwedana jinên Kurd û yên ji netewên din, di kesayeta Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî de çêbibe, ku gihîştiye astekî bilind. Lazime her kes xwedî li wê berxwedaniyê derbikeve û berxwedanvanên zindanan bi tenê nehêlin. Em vê berxwedana wan her tim zindî bihêlin, ji ber ku ew pêşengên rastîn a şoreşa JIN JIYAN AZADÎ ne. Dîsa şoreşa JIN JIYAN AZADÎ li ser lingan e û ji xwe divê her tim zindî be. Ji ber bi saya şoreşa JIN JIYAN AZADÎ koka sîstema Îranê hejiya û ev hejandin heta roja îro jî dewam dike. Pêlên wê jî her diçe mezintir û belavtir dibe. Bawerî û yekîtiyek di nava gel, jin û ciwanan de çêkir. Vê baweriyê jî hemû dîwarên tirsê şikandin. Ev pêşengên me yên rastîn in, ji bo wê jî pêwîste her kes li derdorê pêşengên rasteqîn kom bibin.
SEDSALA AZADIYA JINÊ
Em bi hêza xwe bawer bin, em bi hêzên derve bawer nekin. Em tenê bi hêz û li ser axa xwe mayînê dikarin bi ser bikevin. Raste hêzên derve mudaxile dikin, lê belê nimûneya beriya niha 25 salan, ji Afganistan heya Lîbya, ji Yemen heya Lubnan, ji Sûriya heya Îraq, hîna jî berçav e. Rastiya hêzên ji derve mudaxilekirina rewşê çawa dike, nîşan dide. Ji bo wê pêwîste em li ser hêza xwe, xwe bi rêve bibin. Bi îradeya gel, jin û ciwanan ji guhertinên demokratîk re pêşengtiyê bikin. Tenê bi vê hêzê têkoşîn dikare bi rêve biçe. Li ser vê esasê em heta dawiyê bawer in ku gel, jin û ciwanên me bi vê baweriyê têkoşîna azadî û demokrasiyê bi rê ve dibin. Di xwedî derketina li şehîdên jîngeh parêziyê de, di şoreşa JIN JIYAN AZADÎ de jî ev yek bi eşkereyî derkete holê. Divê em vê têkoşînê her tim zindî bihêlin. Sedsala ku em tê de jiyan dikin, sedsala azadiya jinê ye. Li ser vê esasê em têkoşîna xwe mezin bikin. Hemû şehîdên vê rêkê em careke din bi bîr tînin.”