În, 6 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hunermendên ku dê li Newroza Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê hatin eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Silêmanî û Hewlêrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayramoglû: Rêveçûna pêvajoyê bi gavên dewletê ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Scala: Divê mercên wekhev bêne afirandin û zemîna hiqûqî bê xurtkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Evîn car din tên veguheztin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş wê têkoşîna me qels nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîa bi temamî bêbingeh in

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinên Qamişloyê bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Pêla duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilat dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY’î bang li Iraqê kir: Divê kujerên Yenar Mihemed bên darizandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakiyên 8’ê Adarê: Mafê jiyanê yê jinan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora binpêkirinên mafên jinan ên li Rihayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şoreşa jina Kurd bûye îlhama tevahî jinên cîhanê
Rojava

Şoreşa jina Kurd bûye îlhama tevahî jinên cîhanê

Îro, jinên Kurd bi rihê 8'ê Adarê têkoşîna xwe didomînin û careke din nîşan didin ku têkoşîna azadiyê ji her cure zilmê xurttir e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

8’ê Adarê ji bo tevahî jinan li çaraliyê cîhanê tê wateya têkoşîna jinên azadîxwaz li hemberî zordestiyê û desthilatê. Lê ji bo Kurdan, ev roj wateyeke taybet vedihewîne. Ji ber ku jinên Kurd pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin. Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) sembola vê têkoşînê ne, hem li hember terora reş a DAÎŞ’ê, hem jî li hember hemû cureyên bindestiyê.

YPJ di sala 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê hate damezrandin. Di destpêkê de, ew wekî hêzeke parastinê ya herêmî hate dîtin, lê bi demê re bû hêzeke efsanewî ya cîhanê. YPJ’ê ji felsefe û ramanên Rêber Apo û têkoşîna azadiya jinê ya Kurd îlhamê digire. Li gor vê felsefeyê, jinên azad bingeha civakek azad in. Jin pêşenga avakirina civakek demokratîk, dadperwer û hiqûqê ne. Di heman demê de YPJ`ê bi feraseta jina azad ji bo parastina tevahî jinên bindest têkoşîn dimeşîne.

JINA KURD BÛ ÎLHAMA TEVAHÎ JINÊN LI CÎHANÊ

Jina Kurd ne tenê di aliyê çekdarî de her wiha di aliyê siyasî û civakî de bû çavkaniya îlhamê. Bi feraseta jina azad, di nava civakê de bûye çavkaniya heqîqetê. Jina Kurd ne tenê ji bo Kurdan, ji bo tevahiya neteweyên din, ango ji bo tevahiya jinên cîhanê bûye hêza îlhamê. Bi feraseta `Jin, Jiyan, Azadî` re ji Rojhilatî Kurdistanê, heta Efganîstanê, li hemberî zordestiyê serî hildaye.

BI PÊŞENGIYA YPJ`Ê DAÎŞ TÊK ÇÛ

DAÎŞ, di destpêkên sala 2014`an de herêmên gelekî berfereh ji Îraq û Sûriyeyê dagirkiribû. DAÎŞ ne tenê ji bo van herdu welatan, ji bo tevahiya cîhanê xetereyek mezin bû. DAÎŞ`ê bi pêkanînên xwe yên mîna qetilkirin, revandin û bi taybetî revandina jinên Êzidî û firotina wan li bazaran tirsek mezin xistibû nava civakê. Lê bi îrade û israra jina azad, ew feraset ji holê rabû û li Baxozê ew çet bi pêşengiya jina azad têk çûn.

Gelek welatên cîhanê bi wê yekê xeyal dikirin ku ew ê nikaribin li hemberî DAÎŞ’ê bisekinin û li ber xwe bidin. Lê bi hêza YPG û YPJ`ê û bi israra berxwedaniyê li hemberî tarîtiya paşverû berxwedaniyeke efsanewî hat lidar xistin. Bi wê berxwedaniyê re, baweriya wan welatan jî hat guhertin, ku bi israra jina azad, ew tarîtî têk çû.

Kobanê yekem bajare ku DAÎŞ lê têk çûbû. Bajarê ku navê xwe bi berxwedana li hemberî paşverûtiyê nivîsand. Di dawiya sala 2014’an û destpêka 2015`an de bajarê Kobanê bû keleha herî xurt a li hemberî DAÎŞ’ê. 134 roj berxwedaniyeke efsanewî bi pêşengiya jinan hat raberkirin. Bi felsefeya Rêber Apo û rihê azad, ji her çar aliyê Kurdistanê jin li bajarê Kobanê bûn yek û ji bo azadiya hemû jinan dest bi têkoşîneke bêhempa kirin.

Jin bi tilîlî û çekên xwe berxwedaneke bêhempa raber kirin. Ji Zehra Penaberan, heta Arîn Mêrkan, Rêvan Kobanê, Viyan Peyman û gelek jinên pêşeng ji bo azadiya tevahiya jinan li hemberî tarîtiyê li Kobanê li ber xwe dan.

JINA KURD BÛN ÇAVKANIYA ÎLHAMÊ

Arîn Mêrkan ku di 5`ê Cotmehê de li girê Miştenûr bû firîşteya azadiyê, bi rihê jina azad li ser xeta Bêrîtan û Zîlanan çalakiya fedayî pêk anî û xwe di tangên çeteyan de teqand. Rêvan Kobanê, Zozan, Asmîn jî bi heman rihê çalakiya fedayî li cihên cuda li hember tarîtiya DAÎŞ’ê çalakiyên fedaî pêk anîn.

Di salên 2014`an de çeteyan berê xwe dan Şengalê û li hember gelê Êzidî êrîşên qirkirinê pêk anîn. Ji bo tunekirina baweriya Êzidiyan ku koka xwe dispêre dîrokên herî kevnar, bi hezaran jin revandin û li bazaran firotin. Li vir jî DAÎŞ’ê xwe li ber berxwedana YPJ’ê negirt.

Ewil YPJ`ê rêya azadkirina jinan vekir û jiyana bi hezaran jin ji hovîtiyê rizgar kir. Piştre Yekîneyên Parastina Jinên Êzîdî hat damezrandin û têkoşîneke berfireh hat destpêkirin. Ji hemû bawerî, mezheb û olan jin berê xwe dan eniyên şer û li hember tarîtiyê li berxwedan. Di encama vê berxwedanê de Şengal jî ji tarîtiya DAÎŞ’ê hate rizgarkirin.

Ji bo ji holê rakirina DAÎŞ’ê, bi pêşengiya jinan operasyonên berfireh hatin destpêkirin. Bajarên ku DAÎŞ’ê ew kiribûn paytexta xwe, bi pêşengiya jinan hatin rizgarkirin. DAÎŞ’ li Reqa, Minbic, Tebqa, Dêrazorê û di dawiyê de li Baxozê têk çû.

YPJ’ê ne tenê hêzek leşkerî ye, di heman demê de hêzek civakî û siyasî ye jî. Li gorî felsefeya YPJ’ê, civakek azad tenê bi jinên azad dikare were avakirin. Ji ber vê yekê, jinan di nav Rêveberiya Xweser de di biryardan û rêveberiyê de roleke girîng girtine ser milên xwe.

JIN, JIYAN, AZADÎ SEMBOLA TÊKOŞÎNA CÎHANÎ YE

Qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên Îranê ve bû sedema nerazîbûneke mezin û li çaraliyê cîhanê xwepêşandan çêbûn. Dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû sembola azadî û berxwedanê. Bi taybetî jin li gelek deverên cîhanê bi vê dirûşmê rabûn ser piyan.

Îro, jinên Kurd, bi taybetî li dijî êrîşên Tirkiyeyê, têkoşîna xwe didomînin. Di van êrîşan de gelek pêşengên jin û şervanên YPJ’ê şehîd bûn. Tevî vê yekê jî, jin berxwedana xwe îro jî bi biryardariyek mezintir didomînin.

Her wiha jinan di êrîşên li ser Bendava Tişrînê de pêşengî kirin û berxwedaneke mezin nîşan dan. Gelek berxwedêr şehîd bûn an jî birîndar bûn, lê berxwedan hîn xurttir bû.

Îro, jinên Kurd bi rihê 8’ê Adarê têkoşîna xwe didomînin û careke din nîşan didin ku têkoşîna azadiyê ji her cure zilmê xurttir e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xunav Xelîl: Wê têkoşîna jinan her bilind bibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê ji bo M. Emîn Bozarslan peyama sersaxiyê weşand

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Gelê Kurd wê têkoşîn û karê hêja yê M.…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtinên ji bo agirbesta mayînde ya navbera Pakistan-Efganistanê bi ser neketin

Muzakereyên ji bo agirbesta mayînde ya navbera Pakistan û Efganistanê bi nerênî encam bûn. Rêveberiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gundewarên Tebqa, Reqa û Dêrazorê şer dewam dike

Şerê ku li ser êrîşa komên çete yên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Xunav Xelîl: Wê têkoşîna jinan her bilind bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Bi dronê êrîşî Siwêdayê hat kirin: Sivîl birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Reqayê bi çekê gef li xebatkarên alîkariyê hat xwarin, tiştên wan hat dizîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Parêzgarê Hesekê û UNICEFˊê li ser jinûve vekirina stasyona avê ya Elokê civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?