Şaredariya Mûşê piştî ku bi salan ji aliyê şaredarên AKP’yî ve hate birêvebirin, di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de derbasî Rêveberiya DEM Partiyê bû. Hevşaredarên DEM Partiyê yên dest bi wezîfeyê kirin, ji aliyekî ve hewl didin deynên şaredariyê bi dawî bikin, li aliyê din jî dixwazin bersivê bidin pêwîstiyên gel.
Hevşaredarê Mûşê Sirri Soylemez têkildarî xebatên şaredariyê axivî û got, “Partiya me ji sala 1999’an û vir ve yekemcar bi DEM Partiyê şaredarî bi dest xist. Bi gelê xwe re di nava çar mehan dem em daketin qadan, kolanan. Em li her kolaneke bajarê xwe geriyan. Gelê me kêfxweş e. Weke şaredarî me da hîskirin ku em şaredariya gelê xwe ne. Çi dibe bila bibe ev bajar ê me hemûyan e. Şaredarî milkê kesî nîne, şaredarî milkê gel e. Gel bi vê hezkirinê xwe nêzî me dike. Deriyên şaredariyê yên ku beriya niha girtî bûn me li gel vekir. Her roj em bi gelê xwe re dicivin û guh didin pirsgirêkên wan.”
‘BÊKARÎ Û KOÇBERÎ PIRSGIRÊKA HERÎ MEZIN A BAJARÊ ME YE’
Soylemez ragihand ku bêkarî pirsgirêka herî mezin a bajarê wan e û got, “Ji ber ku hikumeta navendî ji aliyê pişesazî, çandinî û sewalkariyê ve razemeniyên pêwîst nekiriye bêkarî di asta herî bilind de ye. Ji ber bêkariyê jî mirov ji vê derê koç dikin. Ji bo rawestandina vê koçberiyê biçûk jî be me dest bi kar kir. Me proje amade kir û pêşkêşî saziyên pêwîst kirin. Bi taybetî ji bo çareserkirina pirsgirêka bêkariyê me kar amade kir. Beriya ku em bibin rêveber, bajarek hebû ku bi hesreta zimanê xwe bû. Niha li qada ziman jî projeyeke me heye. Em ê navenda xwe ya çand, huner û kongreyê ava bikin. Li navenda xwe ya kongreyê ji bo xwedîderketina li Kurdî, hemû ziman û çandên gelan ên li Mûşê em ê derfetên pêwîst pêşkêş bikin. Me li Mûşê yekemcar tabelaya xwe ya şaredariyê guhert û tabelaya xwe ya Kurdî daliqand. Vê yekê gelekî kêfa gelê me anî. Weke şaredarî bi rastî jî em di nava deynan de li ber xwe didin. Em dixwazin ji aliyê kar ve ji jin û ciwanên xwe re bibin alîkar. Yekane daxwaza me ew e ku ciwanên me bêkar nemînin. Bi projeya xwe ya kooperatîfan biçûk jî be em dixwazin qadeke kar biafirînin.”
‘EM HEWL DIDIN DEYNÊN JI AKP’Ê MANE BI DAWÎ BIKIN’
Sirri Soylemez ragihand ku şaredarên beriya niha xizmet ji gel re nekirin û got, “Dema ku me dest bi wezîfeyê kir, gelê me xizmet ji me hêvî kir û daxwazên xwe ragihand. Weke şaredariyê ji bo van daxwazan bi cih bînin em bi fedakarî kar dikin. Em hewl didin barê deynan ê ji dema AKP’ê mane bi dawî bikin. Em niha deyndarê Banka Bajaran e û ji hatineyê tê birîn. Dema ku ev deyn qediya, em ê gelek projeyên xwe bixin meriyetê. Nêta me ew e ku ti mirovên xwe bê kar nehêlin. Di vir de kêmasiyeke mezin a dewletê heye; ji ber ku razemeniya pêwîst nake. Divê hikumeta navendî di vê mijarê de gavê biavêje Em naxwazin gelê me ko bike, yekane daxwaza me ew e ku xwedî li bajarê xwe derkevin. Ji dema ku me dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve me qadên ku karibin jiyana gel hêsanî bike, sererast kir. Me giranî da ser karê paqijiyê û hewl didin pirsgirêka paqijiyê ya bajarê xwe çareser bikin. Me soza xwe ya restoranta bajêr bi cih anî û asta wê ya projeyê temam kir. Ji aliyê avadaniyê ve me karên xwe zêde kir. Em ê rêyên xwe hemûyan çêbikin. Bi taybetî em hewl didin trafîka zêde sivik bikin. Me mûçeyên hevalên xwe yên kedkar sererast kir û zem a pêwîst kir. Êdî her kes zane ku şaredarî ya wan e.”