Hate ragihandin ku balafira FlyDubaî ya hejmar FZ 1073 dema ku ji Balafirgeha Navneteweyî ya Dubaiyê ber bi Balafirgeha Ben Gurionê ve diçû bûyerek lê qewimiye û li ser vê yekê bi lezgînî daketiye Tabukê.
Li gorî çapemeniya Îsraîlê di navbera pîlot û pîlotê alîkar de şerek derketiye û ji ber vê yekê balafirê berê xwe daye Balafirgeha Tabukê. Di hin nûçeyên cuda de jî hate îdîakirin ku sînyala rewşa lezgîn a balafirê ketiye dewrê û rêwiyan ji bo sekinadina her du pîlotan mudaxile kiriye. Ev îdîa hê biawayekîserbixwe nehatine piştraskirin.
ÎSRAÎLÊ BALAFIRÊN XWE YÊN ŞERÎ RAKIRINE
Li gorî kanalên 12 û KAN ên Îsraîlê, di dema bûyerê de hatiye gotin ku dibe balafir hatibe revandin û ji ber vê yekê Îsraîlê balafirên xwe yên şerî rakirine. Lê belê ev îhtimal di nava demeke kurt de ji holê rabû.
Hikûmeta Îsraîlê da zanîn ku rewş di bin kontrola wan de ye û ji bo ku rêwî bi awayekî ewle vegerin welatên xwe ew xebatên hewce bi rê ve dibin. Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu di dema bûyerê de li gel wezîrên eleqedar ketiye têkiliyê.
ŞERÊ DI NAVBERA PÎLOTAN DE!
Di çapemeniya Îsraîlê de hate diyarkirin ku hin rêwiyan hewl dane şerê di navbera pîlotan de bidin rawestandin û rêwiyekê wêneyê tîşortê xwe yê bi xwîn parve kiriye.
Li gorî daneyên şopandina seferê, balafir di dema firînê de ji 34 hezar feetan ji nişka ve daketiye bin 17 hezar feetan.
Qewimîna bûyerê ya di dema şerê di navbera Îsraîlê û aktorên din ên li herêmê û dema nêzîkbûûna hilbijartinên Îsraîlê de fikarên têkildarî ewlehiyê zêdetir kirin. Rayedaran û şîrketa rêhewayê hê têkildarî bûyerê daxuyaniyeke berfireh nedane.

