Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo, wext dabû Tirkiyeyê. Ji bo temambûna vê wextê, kêm maye. Komîteyê di civîna 15-17’ê Îlona 2025’an de di çarçoveya pêkanîna biryarên DMME’yê de dosya jinûve nirxandibû. Komîteyê ji Tirkiyeyê xwestibû ku rejîma înfazê ya têkildarî cezayê heta hetayê li ber çav derbas bike, sererastkirineke ku îhtîmala berdana bi şert bide girtiyan pêk bîne û gavên ji bo mîsogerkirina mafê hêviyê bavêje. Wext heya meha Hezîranê maye, tê payîn ku dewlet di vê pêvajoyê de têkildarî sererastkirinên navborî gav bavêje.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Suzan Akîpa têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî. Akîpa diyar kir ku Tirkiye heya niha di vê qadê de ti gav neavêtine û anî ziman ku pêvajo tenê hiqûqî na, di heman demê de encamên siyasî û civakî jî bi xwe re tîne.
‘JI SALA 2014’AN Û VIR VE YEK GAV JÎ NÎNE’
Suzan Akîpa bal kişand ser wextê dirêj ê li ser biryara binpêkirinê ya têkildarî mafê hêviyê û ev tişt got, “Tirkiye têkildarî mafê hêviyê gav naavêje, ev rewşeke demkî nîne; berevajî, veguheriye helwesteke domdar û mayînde. Ji Adara 2014’an û vir ve, tevî 10 salên derbas bûyî jî qanûneke şênber yan jî gaveke îdarî nehatiye avêtin.
Ev tenê bi îhmal yan jî derengmayînê nayê şîrovekirin; divê weke encama polîtîkayeke sîstematîk, çêker û bi zanebûn were nirxandin. Domandina rewşa heyî, nêzîkatiyeke kêfî û derhiqûqî nîşan dide. Her wiha mekanîzmayên kontrolê yên navneteweyî, bi taybetî jî saziyên Konseya Ewropayê kontroleke bi bandor û bi biryar nîşan nade, ev yek jî ji bo dewamkirina bêhiqûqiyê zemînê amade dike.”
‘BINPÊKIRINA MAFÊ HÊVIYÊ DEWAM DIKE’
Suzan Akîpa bal kişand ser wextê ku Rêber Apo li girtîgehê derbas kiriye û diyar kir ku mantiqê esas ê mafê hêviyê ji holê hatiye rakirin. Akîpa wiha pêde çû:
“Birêz Ocalan zêdeyî 27 sal in, li girtîgehê ye. Pîvana mafê hêviyê, di aliyê hiqûqî de îhtîmala azadiya girtî ya piştî demekî diyar, îfade dike. Li gorî standartên mafên mirovan a Ewropayê, ev wext herî zêde 25 sal tê qebûlkirin. Tevî ku wext li ser vê derbas bûye jî, ti mekanîzmayeke kontrolê neketiye meriyetê, ev tê wê wateyê ku îhtîmala azadiya kes bi temamî ji holê hatiye rakirin. Ev tenê binpêkirineke hiqûqî ya teknîkî nîne; di heman demê de rewşeke ne li gorî rûmeta mirovahiyê ye.”
‘DI ALIYÊ PÊVAJOYA AŞTIYÊ DE JÎ REWŞEKE KRÎTÎK E’
Suzan Akîpa, diyar kir ku nîqaşên li ser mafê hêviyê ne tenê mijarek hiqûqî ye di heman demê de bi pêvajoyên siyasî ya li Tirkiyeyê ve girêdayî ne.
Suzan Akîpa got, “Di raya giştî ya Tirkiyeyê de tê gotin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêş de diçe. Her wiha tê gotin ku birêz Ocalan di vê pêvajoyê de roleke girîng lîstiye û xwedî kapasîteya biryardayînê û muzakereyan e. Lê belê, di navbera vê rewşê û statuya hiqûqî ya heyî de nakokiyek cidî heye. Di demekê de ku ji aliyekî ve pêvajoyek danûstandinê ya çalak tê nîqaşkirin, ji aliyê din ve, yek ji aktorên di pêvajoyê de di bin tecrîdek giran de tê girtin.”
Suzan Akîpa, anî ziman ku naskirina mafê hêviyê ne tenê ji aliyê hiqûqî ve, di heman demê de ji aliyê aştiya civakî û danûstandinê ve gaveke mecbûriye û got, “Li gel vê yekê Tirkiye di vê mijarê de ji bo çareserî û aştiyê îradeyeke xurt a siyasî raber nekiriye.”
‘TIŞTÊ DIVÊ WERE KIRIN PÊKANÎNA HIQÛQA HEYÎ YE’
Suzan Akîpa, da xuyakirin ku çerçeveyên hiqûqî yên Tirkiyeyê zelal in û got ku Tirkiye îmzevanê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û mecbûr e ku biryarên dadgehê bicih bîne. Suzan Akîpa got, “Wekî din, Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê jî bi zelalî destnîşan dike ku peymanên navneteweyî li ser hiqûqa navxweyî pêştir in. Ji ber vê yekê, ya ku bi rastî divê were kirin ne derxistina qanûneke nû ye, pêkanîna qanûnên heyî ye. Lê belê, li vir xaleke girîng heye: Ger hewce dike ku di hiqûqa navxweyî de guhertin werin kirin, dewlet mecbûr e ku van guhertinan bike.”
Suzan Akîpa, diyar kir ku cezayê hepsa heta hetayê ya girankirî li dijî mafên mirovan e û got, “Divê rêziknameyên heyî werin betalkirin û pergalek nû ya guncaw ji bo rûmeta mirovan were derxistin.”
‘LI MECLÎSÊ PÊŞNIYAR HENE LÊ ÎRADEYA SIYASÎ NÎNE’
Suzan Akîpa, diyar kir ku amûrên pêwîst ên qanûnî ji bo çareseriyê hene û da zanîn ku DEM Partiyê gelek pêşniyarên qanûnî yên derbarê cezayên girankirî yên heta hetayê û mafê hêviyê de pêşkêş kirine û got, “Ev pêşniyar li Meclîsê benda nirxandinê ne. Ger Meclîs bi rastî aliyê hiqûq, demokrasî û aştiyê esas bigire, divê van pêşniyaran bigire rojeva xwe û nîqaş bike.”
Suzan Akîpa, her wiha bi bîr xist ku Konseya Ewropayê bangek ku dişibihe vê kiriye, lê belê, tevî vê yekê jî, tu gavên berbiçav nehatine avêtin. Suzan Akîpa, got ku ev ne mijarek teknîkî ye, mijarek îradeya siyasî ye.
‘TIRKIYE BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH NAYÎNE’
Suzan Akîpa, her wiha behsa hewldanên hiqûqî yên ku ew dimeşînin kir û diyar kir ku, wekî Nivîsgeha Hiqûqê ya Sedsalê, wan li ser navê Birêz Abdullah Ocalan serlêdanên qanûnî û dîplomatîk kirine. Suzan Akîpa, da zanîn ku wan ji ber Tirkiyeyê erkên xwe bi cih nayne serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dane û got, “Me diyar kir ku binpêkirin berdewam dike û pêdivî bi çavdêriyek bibandortir heye.”
Suzan Akîpa, anî ziman ku di dema pêş de baro, rêxistinên civaka sivîl a navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan jî dê serlêdanên bi vî rengî bikin. Suzan Akîpa ev bang kir, “Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkek binpêkirina mafên takekesî ye, pirsgirêkek berfirehtir e,” û bal kişand ser girêdana wê ya bi hiqûq, demokrasî û aştiyê re.
Suzan Akîpa, da xuyakirin ku pêwîst e hemû sazî bi awayekî çalak beşdarî pêvajoyê bibin.

