Pîrozbahiyên 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkarên Cîhanê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Giştî (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Sendîkaya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) li gelek bajaran hatin lidarxistin. Yek ji bajarên ku pîrozbahî lê hat lidarxistin Amed bû. Bi hezaran kes li qada mitîngê daxwazên xwe anîn ziman. Di mitînga ku bi şîara ‘Ji bo civaka demokratîk em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin’ hat lidarxistin de, nerazîbûn nîşanî kedxwariyê dan û xwestin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gavên şênber bên avêtin. Beşdaran bal kişandin ser krîza aborî, enflasyona bilind û newekheviya dahatê.
Kedkarên ku beşdarî mitîngê bûn ji ANF’ê re axivîn.
BAL KIŞANDIN SER AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Hamît Onûr ku yek ji kedkarên ku beşdarî mitîngê bû, bal kişand ser ne çareserî û ne zelaliya pêvajoyê. Onûr diyar kir ku daxwazên wan zelal in. Onûr anî ziman ku ew civakek demokratîk, dadwer û wekhev dixwazin û got: “Em tenê ji bo pîrozbahiyê nehatine vir. Daxwaz û hêviya me civakek demokratîk, dadwer û wekhev e. Tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewime ji şerekî wêdetir e; hewl didin erdnîgariya me vegiherînin çembera ji agir. Em li dijî zîhniyeta ku dixwaze ev welatê mîna bihuştê veguherîne dojehê li vir in. Lê divê were zanîn ku ti planên tarî li hember berxwedana vî gelî bi ser nakeve. Em jiyaneke azad, jiyaneke hevpar û jiyaneke bi rûmet dixwazin. Divê karker jî li vî welatî jiyaneke bi rûmet bijîn. Ji bo vê divê pirsgirêkên ku bi salan e li vî welatî kom bûne bên çareserkirin. Nêzî salek û sê meh berê pêvajoyek hat destpêkirin. Lê me di vê pêvajoyê de ti gavên şênber nedît. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ger îro gav neyên avêtin, tiştê ku em ê sibê winda bikin dê pir mezintir be û em ê hemû di bin vê de bimînin.
Em ji vir bi eşkereyî bang dikin: Divê ji bo rizgariya civakê, ji bo ku karker jiyaneke bi rûmet bijîn û mirov bê xem bijîn gavên şênber bên avêtin. Em hemû di heman keştiyê de ne. Ger ev keştî noqî avê bibe em”ê hemê bi hev re noqî avê bibin. Ji ber vê divê rayedar tavilê bikevin nava liv û tevgerê. Peyamên Birêz Abdullah Ocalan di vê wateyê de zelal in û ev bang ne tenê ji bo vî welatî ji bo hemû mirovahiyê ye. Divê guh bidin vê bangê da ku civak bikaribe derkeve ronahiyê.”
‘EM DI BACÊ DE EDALETÊ DIXWAZIN’
Karker Mehmet Badir Ozer bal kişand ser bandorên wêranker ên krîza aborî li ser karkeran. Ozer diyar kir ku ew her sal di bin giraniya enflasyona zêde û barên giran ên bacê de tên eciqandin û got, “Wekî karker em îsal jî, mîna her salê neçarî mêtingeriya kedê hatin kirin. Yên ku li hemberî enflasyonê tên eciqandin û bi bacan tên xeniqandin, em in. Keda ku me bi xwêdana xwe qezenc kiriye ji destên me tên girtin. Mafên karkeran qûrbanî enflasyon û bacê tê kirin. Em ji bo wate û girîngiya 1’ê Gulanê zindî bihêlin li vir in. Lê divê em ne tenê ji bo rojekê, her rojê têbikoşin. Ji ber ku pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû dimînin mezin dibin. Asta xizaniyê li holê ye, mûçeya kêm li holê ye û enflasyon li holê ye. Êdî mirov nikarin hewcedariyên xwe yên bingehîn bi cih bînin. Karker nikarin debara xwe bikin, ew nikarin heqê keda xwe bistînin. Ez ji vir bang li rayedaran dikim: Keda karkeran xesp nekin. Yên ku li vî welatî hilberînê dikin em in. Ger karker tine bin, ev pergal nikare bijî. Em dixwazin bi awayekî mirovî bijîn, em heqê keda xwe dixwazin. Em ê têkoşîna xwe di vî warî de bidomînin.”
DAXWAZA KARÊ BI EWLE û QADROTIYÊ KIRIN
Karkerê şaredariyê Celal Dogan jî bal kişand ser taşerontiyê, şert û mercên kar ên ne ewle. Dogan diyar kir ku ew bi salan e li dijî windakirina mafên xwe têdikoşin û daxwazên wan wiha anî ziman: “Wekî karkerê şaredariyê, em bi salan e bi mêtingeriyê re rû bi rû ne. Wekî karkerên ku di şîrketên şaredariyê de dixebitin, em di şert û mercên ne diyar, ne ewle û mûçeya kêm de dixebitin. Ev rewş êdî nayê domandin. Wekî karker, em dixwazin jiyanek mirovî bijîn. Behsa pergala cîhanî ya nû tê kirin, lê di vê pergalê de cihê karkeran hîn jî di binî de ye. Em dixwazin heqê keda xwe bigirin û mûçeyên ku em heq dikin bigirin. Jiyan di vê hawîrdora enflasyonê de her ku diçe dijwartir dibe. Ji ber vê yekê, divê em têkoşîna xwe berfireh bikin. Yek ji daxwazên me yên sereke ew e ku karkarên şîrketên şaredariyê bikin qadro. Divê pergala taşerontiyê ji binî ve bê rakirin. Timî bi peymanan û karên bê ewle xebitandin nayê qebûlkirin. Divê mafên hemû karkeran bi qanûnî bên misogerkirin.
Divê sîstemeke mûçeyên dadwer bê avakirin ku her kes ji bo keda xwe tezmînateke dadwer werbigire. Em ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahiya çîna karker têdikoşin. Em jiyaneke mirovî, şert û mercên xebatê yên dadwerî û pêşerojeke ewle dixwazin.”

