În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komîsyonê de daxwazên ‘qeyûm’, ‘TMK’ û ‘hemwelatiya wekhev’ hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê girtekên Îmraliyê werin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon derbasî qonaxa amadekirina raporê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mûşê sersaxiya şehîd Sînan Can bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Makûyê di êrîşa dewleta Tirk de kolberek din hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Merwan Bedel li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tahir Elçî hate bîranîn
Rojane

Tahir Elçî hate bîranîn

Tahir Elî yê ji aliyê dewletê ve hatî qetilkirin, hate bîranîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Elçî re 9 sal derbas bûn. Elçî, di 9’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn. Parêzer û welatiyên ku li pêşiya Edliyeya Amedê hatin gel hev, ber bi Mînareya Çarling ve meş li dar xistin.  

Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, serokên baroyan, parlamenter, hevşaredar û gelek kes tevlî meşê bûn. Di meşê de pankarta “Em te ji bîr nakin” hate hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Tahir Elçî nemir e” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Li pêşiya Mînareya Çarling bîranîn hat lidarxistin. Di bîranînê de li strana Ahmet Kaya ya “Diyarbakir Turkusu” û axaftina Elçî ya beriya were qetilkirin hate guhdarîkirin.

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç bal kişand ser bêhiqûqiyên di doza Tahir Elçî de. Guleç, bi bîr xist ku daxwazên wan ên ji bo keşfê hatine redkirin û wiha got: “Rastiyên têkildarî sûîqestê, li cihên tarî yên serdestan tên veşartin. Hat dîtin ku gotina wezîran a ‘faîl dê bên dîtin’ tenê xapandin e. Sûîqesta li dijî Tahir Elçî bingeha destpêka serdemeke tarî amade kir, ji wê rojê heta niha serdestiya hiqûqê hatiye binpêkirin û baweriya gel a bi edaletê nema ye. Krîza siyasî ji wê rojê heta niha kûrtir bûye.”

Bi domdarî Guleç bi lêv kir ku Tahir Elçî ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka kurd hewl daye û ev tişt anî ziman: “Serokê me Tahir di vê mijarê de nêrînên xwe bi awayekî azad parve kir û em xwedî li helwesta wî derdikevin. Ji bo ronîkirina sûîqesta li dijî Tahir Elçî bi qasî ji destê me tê em ê têbikoşin. Em, serokê xwe yê nemir careke din bi rêz û bi minet bi bîr tînin.”

Hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî jî wiha got: “Weke kesên rastî zilmê hatin, yên ji bo kesên din jî hizûrê dixwazin, yên ji hêza hiqûqê bibawer, yên xeyala welatekî xwişk-biratî dikin, ji bo mafê xwe yê jiyan û edaletê em li vir in. Ji bo vegotina pîroziya mafê jiyanê û weke kesên ji aştiyê bi bawer em hatin vê derê. Her sal em ê hîn bêhtir bawer bikin û bên. Weke Kurd, Tirk, Laz û Çerkesan em bê bên. Ne 9 sal, çiqas dem derbas dibe bila bibe em ê her bên vê derê. Em ê li cem mazluman cih bigirin û li dijî zilma zaliman jî her bisekinin.”

Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî ev tişt anî ziman: “Em ji rastiya 9 sal berê bêpar hatin hiştin. Ev 9 sal in em ne ji bo bîranînê, ji bo domandina vê têkoşînê li vir dicivin. Em qala têkoşîna Tahir Elçî heta niha daye dikin, em qala têkoşîna wî ya li dijî necezakirinê dikin. Em ê qala têkoşîna wî ya çandê ya li vê derê, li ber Mînareya Çarling dayî bikin. Hevjîna wî, zarokên wî bifikirin, ma mafê wan ê zanînê nîne? Ev 10 sal in ji zarokên wî tê veşartin bê ka bavê wan çawa hatiye windakirin. Ya ku em jê şerm dikin ev e. Ez soz didim; belkî 19 sal, belkî 29 sal belkî jî 99 sal piştre dîsa dê ev kolan bi hezaran parêzeran tije bibe. Ew ê bizanin ka çi bûye û dê ji bo bîranîna Tahir Elçî bên vê derê.”  

Di bîranînê de herî dawî beşdaran qurnefîl danîn ber Mînareya Çarling.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Zap û Metînayê 3 dagirker hatin cezakirin
Nûçeya Pişt re Li 21 siyasetmedaran cezayê girtîgehê hate birîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîlayan li dijî Girê Koordîne çalakî lidar xist: Gelek leşker hatine kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Star, li dijî leşkerên ku li girê Koordîne-Guven ên li herêma Ertûş a girêdayî…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ti carî serî ji dijmin re natewînin’

Şervana YPJ'ê ya li eniya Tişrînê diyar kir ku heta dilopeke xwîn di canê wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji YRA’yê ‘Yekîneya Şêwira Ewlekariyê û Parastina ji Metirsiyan’

YRA'yê bi armanca parastina rojnamevanan ‘Yekîneya Şêwira Ewlekariyê û Parastina ji Metirsiyan’ ava kir

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komên girêdayî Şamê êrîşî du gundên Dêr Hafirê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?