Sêşem, 10 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Eren: Ji bo rêveçûna pêvajoyê pêwîstî bi reformên demokratîk û garantiyan heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Agirê destpêkê yê Newrozê wê li sûr ên dîrokî bê dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tanhan: Gotina terorê divê bê terikandin
Rojane

Tanhan: Gotina terorê divê bê terikandin

Kamûran Tanhan ê ji DEM Partiyê anî ziman ku gotin û pênase ne tenê pêvajoyê bi xwe, her wiha nêt û sekna aktoran jî radixe pêş çavan û got, “Gotina terorê ji aliyê nêt û cidiyetê ve gotina destpêkê ye ku divê bê terikandin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan got, “Em li ber aştiyeke mezin e’ û anî ziman ku ev pêvajo ne tenê bi bêdengkirina çekan, di heman demê de bi veguherîna ziman, hiqûq û siyasetê dikare bê meşandin.

Tanhan ji ANF’ê re axivî û bal kişand ser wê yekê ku divê hikumet û medya wê bi zimanekî nû yê li gorî pêvajoyê biaxivin. Tanhan destnîşan kir ku di pêvajoyê bi vî rengî de divê danûstandin ji aliyê lîderên xurt ve bêne meşandin û aştî hem di gotinê de hem jî di pratîkê de bi şênberî û samîmî were nîşandan.

Tanhan got, “Dewlet û hikumet dema ku nêzî pêvajoyê bû, ya ku destpêkê divê bikin, teqez cidiyet e.”

Kamûran Tanhan rexne li hikumetê kir ku pênaseyeke şênber li pêvajoyê nekiriye û got, “Hîn di qonaxa amadekariyê ya danûstandinan de dikarîbû bi navekî cuda pêvajo bihata pênasekirin. Gotinên têne bikaranîn ne tenê pêvajoyê bi xwe, her wiha sekn û nêta aktorên di nava pêvajoyê de ne jî nîşan didin. Lewma hin pênaseyên şaş an jî kêm, carna ewqasî bi bandor dibin ku dikarin tesîrê li çarenûsa pêvajoyê bikin. Lewma gelek sedem hene ku mirov dikare bibêje desthilatdarî û dewlet ji cidiyetê bêpar in.

Birêz Abdullah Ocalan dema beriya niha gotibû, ‘Pirsgirêk ne ji ber asta daxwazan e; pêwendiya pirsgirêkê bi rêbaza danûstandinê û nêzîkatiya durust heye’. Mezinahî û pêwîstiya biryarên herî giran ên weke fesixkirin û şewitandina çekan hîn jî ji aliyê desthilatdarî û dewletê ve nehatine fêhmkirin. Bersiva ku dan ‘mafê hêviyê’ weke mînaka vê yekê dikare bê nîşandan.”

‘PÊWÎSTÎ BI GAVÊN JI DIL Û ŞÊNBER HEYE’

Tanhan got, eger rayedarên dewletê li ser aştiyê hîn bêhtir biaxivin û kar bikin, ji bo aştiyê mîtîngan lidar bixin an jî kesayetên xurt li van deveran bêne dîtin wê tevkariyeke girîng bike û got, “Pirsgirêkeke din û ya herî girîng ew e ku rayedar têkildarî pêvajoyê gotina ‘terorê’ yan jî ‘Tirkiyeya bê teror’ bi kar tînin. Di danûstandinên bi vî rengî yên ji bo aştî û çareseriyê de, lihevkirina destpêkê li ser navê pêvajoyê ye. Gotina ‘Terorê’ ji her alî ve, bi taybetî jî ji aliyê nêt û cidiyetê ve gotina destpêkê ye ku divê bê terikandin.”

Parlamenterê DEM Partiyê Kamûran Tanhan hin pêşniyarên xwe bi vî rengî anî ser ziman:

* Guhertinên qanûnî û destûra bingehînî bi şênberî bêne diyarkirin.

* Bêçekbûyîn ne tenê ji bo avaniyên rêxistinbûyî be, her wiha bêçekbûna şexsî jî bê kirin; bi taybetî aqûbeta çekên ku piştî 15’ê Tîrmehê hatin belavkirin bê lêkolînkirin.

* Pêvajoya entegrasyonê bê destpêkirin û bi biryardarî bê meşandin.

* Ji bo pêvajoyê bi piştgiriya raya giştî bê meşandin piştgirî ji karên perwerde, medya û civaka sivîl re bê dayin.

* Ji bo aştiya civakî bernameyên başkirina travmayê bikevin meriyetê.

* Komîsyon û alî peyamên hevgirtî bidin ku baweriyê bidin raya giştî.

* Zimanê pêvajoyê hesas be, gotinên dervehiştinê yên weke ‘terorê’ neyên bikaranîn, li şûna wê zimanekî ku aştiyê dide pêş û li ser bingeha çareseriyê ye bê bikaranîn.

* Medya li şûna nêzîkatiyên krîmînalîzekirina pêvajoyê, zimanekî çêker û berpirsyarane bi kar bîne ku lihevkirina civakî xwedî dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Qanûnên entegrasyona demokratîk ji bo tespîtkirina pirsgirêkê reçeteyeke pêwîst e’
Nûçeya Pişt re Gerîlayên HPG’ê: Divê em xwedî li Şoreşa Rojava derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hevberdevka HDK’ê ji AKP’ê re got: Hûn sûcdar in, em ê bi ser bikevin

Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku desthilat hewl dide muxalefetê parçe bike û…

Ji aliyê Stêrk TV

Nivîskarên Kurd bi hinceta dersên Kurdî hatine binçavkirin

Hate zanîn ku nivîskarên Kurd Mevlut Aykoç, Samî Tan û Ronayî Onen bi hinceta pirtûka…

Ji aliyê Stêrk TV

OHD: Hevkêşeya sedsalî xera bû

OHD’ê ku li Amedê 4’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist, destnîşan kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji Serhildanan ber bi Jineolojiyê ve: Veguherîna ber bi pêşengên jiyana azad ve

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Agirê destpêkê yê Newrozê wê li sûr ên dîrokî bê dadan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Eren: Ji bo rêveçûna pêvajoyê pêwîstî bi reformên demokratîk û garantiyan heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 10’Ê ADARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?