Li Başûr bi destê PDK’ê, li Bakur jî bi destê AKP’ê polîtîkayên şerê qirêj li dijî Kurdan tê meşandin. Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz zerara ku hevkariya PDK û AKP li Kurdistanê û gelê Kurd dike ji ANF’ê re nirxand.
Salîha Aydenîz anî ziman ku şerekî sêyemîn ê cîhanê diqewime, Rojhilata Navîn jî navenda vî şerî ye û got, “Li Rojhilata Navîn ji sala 2011’an û vir ve berxwedaneke Kurd heye ku weke hêviya çareserî û aştiyê li pêş e. Lê belê di vê pêvajoyê de desthilatdariya bi serweriya mêr a AKP-MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên şer xwest, vê berxwedanê têk bibe. Ji xwe vê armanca xwe bi van polîtîkayên xwe yên şer hîn jî dewam dike.”
PDK DESTKETIYÊN BAŞÛR DIXE NAVA METIRSIYÊ
Salîha Aydenîz destnîşan kir ku armancên esasî yên van polîtîkayan berfirehkirina sînorê ‘Mîsakî Mîlî’, tinekirina destketiyên Kurd ên li Rojava, guhertina demografiya li Başûr in û nirxandineke bi vî rengî kir: “Di çarçoveya planên li ser Başûr de li Kerkûkê krîza rêveberiyê afirand, piştre jî hewl da dest li hilbijartinê werde. Her wiha di encama êrîşên giran ên 2-3 salên dawî de ku çekên kîmyewî jî lê hatin bikaranîn, heta niha gelek Kurd li Başûr hatin kuştin. Di van êrîşan de ku îro hîn jî dewam dikin, rêveberiya PDK’ê jî ji aliyê îstîxbarat û lojîstîkê ve piştgirî da Tirkiyeyê. Piştgiriya yekser an jî neyekser a PDK’ê ya ji bo van polîtîkayên dijminane, ji bo gelê Kurd cihê xemgîniyê ye. Li gel PDK’ê dewleta Iraqê jî li hemberî van êrîşên li ser gelê Kurd bi giranî bêdeng ma û êrîş ji nedîtî ve hat. Bêguman divê bê destnîşankirin: PDK ji ber ku bi AKP’ê ve girêdayî ye, zerara ku ev pêvajo bide gel û destketiyên Kurdan nabîne. Ev rewş nîşan dide ku PDK mixabin ji ber armancên xwe yên demkurt destketiyên Başûr dixe metirsiyê.”
DIJMINATIYA DAGIRKERAN A LI KURDAN
Salîha Aydenîz got, “Çarenûsa Başûr û Rojava bi hev ve girêdayî ye. Mercên hebûna Kurdan a li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava bi nirxandineke yekpare dibe. Lewma nêzîkatiya PDK’ê ku rewşa li herêmê li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî û bazirganiyê dinirxîne, wê di dema dirêj de encamên neyînî bi xwe re bîne. Destûra ji bo avakirina zêdeyî 100 baregehên leşkerî li Başûr û mohrkirina hin peymanên bazirganiyê wê bibin sedema pirsgirêkên girîng ku kontrola li ser çavkaniyên herêmê ji dest bide. Bi van kiryaran, bi gotinên weke ‘Sedema şer û dagirkeriyê PKK ye’ dixwazin polîtîkayên dagirkeriyê belav bikin. Halbûkî tenê sedemeke dagirkeriyê heye, ew jî dijminatiya dagirkeran a li Kurdan e. Lewma ev gotin, bi armanca nixumandina rastiya dijminatiya li Kurdan tê kirin. Mixabin tasfiyekirina Kurd ê azad, ferzkirina dayina berdêlên giran, tinekirina destketiyên Kurdan, astengkirina rêvebirina xwe bi xwe ya Kurdan, astengkirina tifaqa neteweyî ya Kurdan e. Meseleya easî meseleya man û nemanê ya Kurdan e.”
BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ
Salîha Aydenîz destnîşan kir ku li Başûr qetilkirina sivîlan bi êrîşên SÎHA’yan, gefa li ser hebûna çandî, valakirina gundan û talankirina xwezayê nîşan didin ku pêvajoya dagirkeriyê li herêmê kûr bûye û got, “Ev yek jî tê wateya binpêkirina mafên bingehîn ên gelê Kurd, di heman demê de têkbirina rewşa demografîk a herêmê. Ji ber vê yekê jî PDK bi helwesta xwe ya heyî mixabin xizmetê ji vî şerî re dike. Bêguman di serî de Başûr ev rewş destketiyên gelê Kurd bi temamî dixe metirsiyê. Lewma em bi israr vê yekê destnîşan dikin. Hêz û partiyên siyasî yên Kurdistanî dema ku têkiliyan datînin divê berjewendiyên neteweyî û destketiyên gelê Kurd ji xwe re bikin esas û bi vî rengî tevbigerin.”
KOÇA ABORIYÊ LI GEL TÊ FERZKIRIN
Salîha Aydenîz işaret bi zexta desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li ser nasname, ziman û çanda gelê Kurd kir û got, “Bi polîtîkayên şer ên li Rojava, bi dozên kûmpasê, zextên li ser tevgera jinê û girtinê yên li Bakur xwe nîşan dide. Bi taybetî polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jin û ciwanên Kurd bi rêk û pêk dewam dikin. Li Başûr heta niha bi SÎHA û sûîqestan gelek Kurd hatin qetilkirin; rojnamevan Nagîhan, Hêro û Gulistan ji wan bûn. Her wiha Efrîn hîn jî dagirkirî ye; rewşa Serêkaniyê û Girê Spî jî bi heman rengî ye. Li Efrînê darên zeytûnê jî têne rakirin, jin û zarok bi destê çeteyan têne revandin, rewşa demografîk a bajêr tê guhertin. Di rewşa heyî de li pêşberî bûyerên gengaz ên li Bakur, em dibînin ku saziyên dewletê li holê nîne. Mînak; di dema şewateke mezin de, mirovan jiyana xwe ji dest dan, lê belê saziyên dewletê demeke dirêj dest li şewatê wernedan. Bi taybetî li Mêrdînê zilma DEDAŞ’ê bû sedem ku cotkar nikaribin çandiniyê bikin. Piştgiriya ji bo cotkaran tê birîn û deynê wan jî zêde dibe. Trafo têne rakirin, niha jî tê gotin, zeviyên du salan nehatine çandin wê bêne radestkirin. Koça aboriyê li gel tê ferzkirin.”
REJÎMA TECRÎDÊ
Salîha Aydenîz ragihand ku li gel talankirina xwezayê, êrîşên siyasî û polîtîkayên şer desthilatdariya AKP-MHP’ê heta jê tê êrîşên çandî jî dike û got, “Gotinên ku dibêjin, AKP çand û zimanê Kurdan nas dike, dûrî ji rastiyê ne. Mînak, Fatma Altinmakas ji ber ku nekarî baş bi Tirkî biaxive ji qereqolê ew şandin malê û li mala ku tundî lê dihate kirin hate qetilkirin. Hîn vê hefteyê li Sêrtê nexweşek ji ber ku bi Tirkî nizanîbû nehate dermankirin. Desthilatdariyeke welê li pêşberî me heye ku bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd, bi polîtîkayên şer û tecrîdê dixwaze desthilatdariya xwe dewam bike. Ev rewş Tirkiyeyê ber bi tengaviyeke civakî, siyasî û aborî ve dehf dide. Hewl tê dayin ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd û avakirina faşîzma rejîma yek şexsî bi rejîma tecrîdê bê mayindekirin.”
TECRÎD LI PÊŞIYA ÇARESERIYA AŞTIYANE ASTENGIYA HERÎ MEZIN E
Salîha Aydenîz bi dewamî got, “Şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê li ser Birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin û bikaranîna vê tecrîdê bi armanca xitimandina pêvajoyên dîplomatîk, astengiya herî mezin a li pêçiya çareseriya aştiyane ye.
Ev tecrîd ne tenê binpêkirina mafên şexsî yên Birêz Ocalan e, di heman demê de êrîşeke bi rêk û pêk a li ser mafên kolektîf ên gelê Kurd e. Ji ber vê jî raxwaza ji bo şikandina tecrîdê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan divê esasê têkoşîna polîtîk a gelê Kurd be. Ji ber ku tecrîd ne tenê li dijî şexsekî ye, her wiha li hemberî daxwazên gelekî yên ji bo ziman, çand, jiyan, aborî, xweza, jin û ciwan, li pêşiya daxwazên azadiyê mîna dîwarekî disekine. Şikandina tecrîdê wê têkoşîna gelê Kurd hîn xurt û bi bandor bike. Ji ber vê jî ji bo jiyaneke azad divê daxwaza ji bo şikandina tecrîdê xala hevpar a hêzên demokratîk û gelên li Tirkiye û Kurdistanê be. Têkoşîna ji bo demokrasiyê divê xala esasî ya her kesî be ne tenê ya Kurdan be. Gelê Kurd dema ku daxwazên xwe yên mafê siyasî anî ziman û nirxên xwe yên çandî parast, her tim wêrek bû û neçar e ku wêrek be. Di vê demê de bi qasî li asta neteweyî li asta navneteweyî jî hevkarî û piştevanî girîng e.”