Pêncşem, 26 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li gelek bajaran ji bo berdana Mehmet Emîn Çam bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê bersiv da Bahçelî: Pêvajo dereng bikeve wê rîsk mezin bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin hate wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê wê roja Înê hevdîtinê bi Rêber Apo re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz Uysal Aslan: Zimanê aştiyê ne bi sozan bi avakirina qanûnê tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ATK dûrî zanistiyê ye: Mafê jiyan û tenduristiyê yê Mehmet Emîn Çam tê binpêkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Milazgirê de banga ji bo ‘mafê hêviyê’ û azadiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Fehîm Tosûn ê li ser sînor hate qetilkirin 4 roj in nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ruhê Hefteya Lehengiyê hêza afirandinê ya berxwedanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Mehmet Edîp Taşar li Êlihê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Azadiyê ya Mexmûrê di roja 978’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrîşên DYA-Îsraîlê de Qesra Saadabadê zirar dît

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Têkoşîna aştiyê ji bo jinan jiyanî ye’
Jin

‘Têkoşîna aştiyê ji bo jinan jiyanî ye’

Endama Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye Rûşen Şeydaoglû diyar kir ku polîtîkayên şer ên li Kurdistan, Tirkiye û Sûriyeyê herî zêde bandor li ser jinan dike û destnîşan kir ku têkoşîna aştiyê ji bo jinan jiyanî ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ku bi lev kombûna jinên ku têkoşîna azadiyê ya jinê dimeşînin re hate avakirin, li dijî tundî, şer û êrîşên li ser destkeftiyên jinan ên li Tirkiye û Kurdistanê banga aştiya kolektîf dike. Endama Însiyatîfê Rûşen Şeydaoglû pêvajoya derketina însiyatîfê û daxwazên wê yên bingehîn ji ajansa me re vegot.

Rûşen Şeydaoglû diyar kir ku kokên însiyatîfa jinê xwe dispêrê salên 90’î û bilêv kir ku li Tirkiyeyê bi taybet li dijî koçberiya bi zorê, polîtîkayên şerê taybet û zextên li metropolan wekî xetekî piştevaniyê şêwe girtiye.

Şeydaoglû wiha got, “Tevgera jinê ku îro derket holê ne tenê bersivê dide pêdiviya îro; wekî dewama dîrokekî bi kok, lêgerîna aştî û azadiyê tê avakirin.”

 

KOÇBERÎ, QEYÛM Û ŞER JINAN ANÎ BAV HEV

Şeydaoglû anî ziman ku koçberiya bi zorê yên di destpêka salên 1990’an de, travmayên nifûsa Kurd ên li metropolan û polîtîkayên şerê taybet jinan aniye ba hev.

Şeydaoglû diyar kir ku bi taybet piştî tayînkirinên qeyûmê girtina saziyên jinan, betalkirina pêkanînên jinkartê û bêbandorkirina navendên jinan rasterast êrîşa li ser destkeftiyên jinan e û wiha got, “Bi vê hevkariyê re jinên femînîst, jinên ji tevgerên jinên Kurd û jinên ji derdorên sosyalîst hatin bav hev.”

‘EM JI BO MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ HATIN BA HEV’

Şeydaoglû diyar kir ku însiyatîf piştî komxebata “Jin Aştiyê Diaxivin” a li Stenbolê hate avakirin û bilêv kir ku polîtîkayên kevneperest û bêkontrolbûna tundiyê bi taybet jinên Kurd hedef digire.

Şeydaoglû destnîşan kir ku sepandinên ku li Sûriyeyê li dijî jinên Elewî û Durzî tên kirin, bandora pratîkên şerê îro ya li ser jinan bi eşkerehî nîşan dide. Şeydaoglû bi bîr xist ku di êrîşên li dijî jinên Sûriyeyî û Elewî de bi deh hezaran jin û zarokên keç hatin revandin. Şeydaoglû qala travmayên jinên li Rojhilata Navîn kir û got ku aştî ji bo van herêman pir girîng e.

‘DIVÊ JIN JÎ DI KOMÎSYONÊ DE CIH BIGIRIN’

Li gorî Şeydaoglû aştî ne tenê mijareke ku li ser maseya di navbera dewletan de were nirxandin e û anî ziman ku divê aştî civakî bibe, ji bingeh ve were honandin û jin di pêvajoyê de bibin kirde.

Şeydaoglû wiha got, “Tu pêvajoyên aştiyê ku jin di mase, komîsyon û qadê de cih negirin, di wateya rast de saz nebe. Zemîna aştiyê ne qadekî ku azadî û wekhevî bi xwe tê ye. Aştî bi xwe jî pêvajoya têkoşînê ye. Em aştiyê ne wekî pêvajoyekî ku burokratên dewletê rêve dibin, dibînin. Divê jin jî di masê, pêvajo û komîsyonê de cih bigirin. Divê hebûna jinê di vê meseleyê de bibe kirde.”

Şeydaoglû destnîşan kir ku însiyatîf bi sê daxwazên lezgîn ên bingehîn bang li raya giştî dike û wiha got, “Daxwazên sereke ew in ku siyaset ji sûcbûnê were derxistin, vekişîna pêkanînên qeyûmê û rawestandina operasyonên ji derveyî sînor. Divê rêya siyaseta demokratîk were vekirin û li erdnîgariyên ku Kurd, Durzî û Ereb lê jiyan dikin, şer bi dawî bibe.”

 ‘JIN DIVÊ TEVLÎ TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ BIBIN’

Rûşen Şeydaoglû destnîşan kir ku Însiyatîfa Jinê ya “Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” ne tenê bi komeke jinan re sînorkirî ye û got ku bangekî vekirî ya ji bo civak û hemû jinan e û wiha got, “Yekane rêya derketina ji vê şerê ewe ku jin bi îradeya avakirina jiyana xwe tevlî têkoşîna aştiyê bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê êrîşa çeteyan a li El-Cezratê têk bir
Nûçeya Pişt re Hikûmeta Şamê ji hevdîtinên li Parîsê vekişiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Akengîn: Dewleta Tirk ji bo pêvajo bi rengekî serketî pêş bikeve, divê gavên pêwîst bavêje

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mustafa Akengîn destnîşan kir ku dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ajokaran rêya Dihok-Hewlêr girtin

Ajokarên qemyonên sotemeniyê rêya bingehîn a navbera Dihok û Hewlêrê girtin. Ajokar dixwazin sînorê hilgirtina…

Ji aliyê Stêrk TV

Komisyonê bi yekdengî pêşnûmeyê qebûl kir

Piştî pêşnûmaya 12 alî ya di komisyona li meclisê de hat pêşkêşkirin, pêşnûma bi yekdengî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

PE Rêziknameya ku koçberiyê dijwar dike pejirand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyeyê zarokeke keç hate qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?