Bi nêzîkbûna hilbijartinên xwecihî re, daneyên nû nîşan didin ku aborî lewaz bûye. Ev bernîşane, kêmbûna hilberîna pîşesazîyê û hejmarên bêkariyê radixe ber çavan. Bernameya aboriyê ya di bin kontrola Mehmet Şîmşek de di rastiyê de ji bo pêkanîna vê armancê wê enflasyonê kêm bikira, lê zêdebûna rêjeyên dravî nîqaşên nû bi xwe re anî. Her kes ji niha ve encama hilbijartinê û enflasyonê wê çawa be, meraq dike. Derbarê geşedanên dawî de Parlementerê DEM Partî yê Mûşê û Serokwekîlê Koma Meclîsê Sezaî Temellî ji ANF’ê re axivî.
ÇAVKANIYEK ABORIYÊ YA KU HER TIM JI BO ŞER TÊ VEQETANDIN HEYE
Temellî beriya her tiştî tabloya aboriyê ya hilbijartina berê û pêşketinên giştî yên li cîhanê vegot û wiha qala wê yekê dike, “Hem sala 2023’yan û hem jî ya 2024’an di rastiyê de bûn salên hilbijartinê. Ji ber vê yekê, desthilatdarî xwest aboriyekê guncav li gorî hilbijartinê bişopîne, li aliyê din jî bê guman di sala 2023’yan de erdhejeke mezin rû da. Ev geşedaneke dervî rewşa asayî bû û helbet dê bandorê li aboriyê bike. Bi gotineke din em dikarin hilbijartin û erdhejan di vê wateyê de bidin aliyekî. Ya sêyemîn jî aborîyeke ku di nava krîzeke gelekî giran de ye, aboriya Tirk e. Ya çaremîn, em di pêvajoyeke welê re derbas dibin ku hemleyên kapîtalîzma cîhanê yên ji bo derketina ji nava krîzê jî bi têrkerî bi ser neketine. Lê belê dema em li sedemên rûdana van tiştan dinêrin, em dikarin mijarê fêm bikin. Beriya her tiştî krîza kapîtalîzma cîhanê çîrokeke demdirêj e. Ev yek krîza neolîberalîzmê ye û ji bo derbaskirina vê krîzê, li tevahiya cîhanê di astên gelekî bilind de aloziyên siyasî hene. Tengezariya siyasî ne reçeteya rêyeke derketina ji krîzê ye, berovajî wê ji aliyê gel û civakan ve dîmenên bi êştir derdixin holê.”
Temellî, diyar kir ku geşedanên îro yên li Rojhilata Navîn li dora Kurdan û Filîstîniyan tê jiyîn kurteya rewşê vedibêje û wiha domand, “Bi taybetî ji bo Tirkiyeyê di nava 10 salên dawî de, hem li Rojava û hem jî li Başûrê Kurdistanê carnan giran û carnan jî sivik şerek domdar tê meşandin. Bê guman herî zêde aboriya Tirk ji vê rewşê bandor dibe. Ji ber ku ferasetek û desthilatdariyek heye ku di dewamkirina vî şerî de israr dike. Ez behsa pêvajoya ku piştî pêvajoya çareseriyê dest pê kiriye dikim. Ji ber vê feraseta şer û vê polîtîkaya ku bi israr tê meşandin, aboriyeke ku li hemberî ti krîzê li ber xwe nade pêk hatiye. Dema em şerê 10 salan lêkolîn dikin, rastiya ku salê 30-35 mîlyar dolar ji bo şer tê xerckirin derdikeve holê.”
Sezaî Temellî, destnîşan kir ku aboriya AKP-MHP’ê aboriyeke faşîzan e û bal kişand ser girîngiya helwesta ku wê di hilbijartina 31’ê Adarê de li dijî desthilatdariyê bê raberkirin. Temellî got, “Gelek nîqaş di vî alî de tên kirin. Beriya her tiştî divê polîtîkayên aboriyê yên vê desthilatdariyê êdî bên tesfiyekirin. Feraseteke cuda ya aboriyê pêwîst e. Bê guman ev yek mijareke ku di nava xwe de pêwîstî bi guherîn û veguherînê heye. Ji ber vê yekê, ev hilbijartinên xwecihî wê di warê diyarkirina rêveçûna aboriyê de xwedî girîngiyeke krîtîk bin. Eger AKP-MHP û Tifaqa Cumhur bi vê feraseta faşîst di hilbijartinê de bi ser bikevin, wê hewl bidin aboriya faşîzmê ferz bikin. Rêya pêşî li vê girtin di hilbijartina 31’ê Adarê de li dijî vê desthilatdariyê helwest nîşan dan e. Divê em dawî li aboriya faşîzmê bînin.”