Tevî ku şoreşa Sûriyeyê di navbera gelek qonaxan re derbas bûye, lê dikarîbû gelek pêşketinan di warê siyasî, rêxistinî û rêveberî de pêk bianiya. Gel li dijî hemû êrîşên giran û berdewam serî hilda û bi erka herî mezin ku dengê şoreşê bigihîne her derê, mijûl bû.
Hevserokê Nivîsgeha Peywendiyan a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî, derbarê sedema krîza li Sûriyeyê û çareseriya wê de ji ANF’ê re axivî.
Mihemed Elî, da zanîn ku Sûriyeyê di nava krîzek mezin re derbas bûye û wiha got, “Gelê Sûriyeyê di destpêka şoreşa xwe de doza azadî, maf, wekhevî û hevsengiyê kirin, lê ji ber destwerdanên derve û tundiya hikûmeta Şamê, şoreş bi awayekî neyînî tevgeriya ku ji şoreşeke doza pêkvejiyaneke aştiyane dikir veguherî rêyeke tengtir ku krîza Sûriyeyê astengtir kir.”
‘SERHILDANA QAMIŞLO PÎKA BINGEHÎN A ŞOREŞÊ YE’
Mihemed Elî, serhildana Qamişloyê jî bibîr xist û wiha domand, “Bertekên civakê li hemberî hikûmeta desthilatdar a di 12’ê Adara 2004’an de, bû weke pîkekê bingehîn ji şoreşê re. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rêya xwe rêxistinkirinê de xwedî li şoreşa xwe derket. Ev şoreş ber bi yekîtiya gelan û hevjiyana wekhev de ya di navbera pêkhateyan de pêş ket. Helbet gelek kêmasî çêbûn.
‘PÊWÎSTÎ BI HEVGIRTINÊ HEYE’
Nîşaneya vê yekê jî ew e ku ji 2014’an ve ji bo danîna çareyekê ji krîza Sûriyeyê re, hêzên siyasî û neteweyên yekbûyî nexşeyan xêz dikin ku koçberan vegerînin û dest bi diyaloga siyasî were kirin. Weke MSD’ê me biryareke ji bo bidawîbûna krîzê girt, ew jî hevgirtina Sûriyan e. Em gihiştin baweriyekê ku dûrketin ne çare ye. Ji ber ku em bi tevahî li Sûriyeyê dijîn. Rast e dibe ku nêrînên cuda hebin. Lê banê me yek e. Tenê hêzên Sûriyeyê dikarin krîza xwe çareser bikin.”
Mihemed Elî di dawiyê de got ku hewcedariya herî esasî ya Sûriyeyê hevgirtin e û wiha axivî, “Pêwîstî bi hevgirtina hêzên li Sûriyeyê heye. Bêyî ku tu destwerdanên derve pêk were, Meclîsa Sûriya Demokratîk bûye xeleke ku hemû gelan bi hev ve girê bide.”