Pêncşem, 11 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baran Koyun dema ji serdana bavê xwe yê li girtîgehê vedigeriya, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aliyê Kiliçdaroglû bersiv da banga kongreyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Gelekî girîng e ku mafê hêviyê bi cih bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    28 wekîlên CHP’ê ji Meclîsa Partiyê îstifa kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nijadperestan li Kampusa Cebecî êriş birin ser xwendekarên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Koçyîgît: Muxatabê pêvajoyê Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Arasan di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT: Artêşa Tirk li Amêdiyê nasnameyên leşerên Iraqê kontol dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê ya ji bo azadiya Rêber Apo di roja 1055’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-S wê bi dirûşmeya ‘Em Hemû YPJ ne’ tevlî Greva Jinan bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dem, pênûs û şopên nemir: Fermandar Ezîme

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Mahşad Keşani nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîcle Ayşegul Sayyîgît: Kuştina jinan polîtîkayeke qirkirinê ya bi rêk û pêk e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > TEV-ÇAND Ewropayê di Roja Şanoyê de hunermendên şehîd bi bîr anî
Çand û Hûner

TEV-ÇAND Ewropayê di Roja Şanoyê de hunermendên şehîd bi bîr anî

TEV-ÇAND Ewropa, bi wesîleya 27'ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê daxuyaniyek da û di şexsê şehîd Yekda Herekol (Erdogan Kahraman) de hemû hevrêyên xwe yên hunermend ên şehîd, bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

TEV-ÇAND Ewropayê di daxuyaniya xwe de got: ‘’Meha Adarê ji bo gelê Kurd meha zindîbûna têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Di serî de Cejna Newrozê ya ku jiyana azad îfade dike, Hefteya Lehengiyê ya şehîdên me yên ku afirînerên vê jiyanê ne di vê mehê de cih digirin. Ji bo gelên cîhanê jî 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanî û Roja Şanoyê ya Cîhanî di heman vê de tên pîrozkirin.’’

Di berdewamiya daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Her sal 27’ê Adarê weke Roja Şanoyê ya Cîhanî tê pîrozkirin. Di 27’ê Adarê de rol û girîngiya şanoyê ya di nava civakê de ji hemû gavan zêdetir tê nîqaşkirin. 27’ê Adarê ji bo me gelê Kurd xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Kesê ku ev wate afirandî Yekta Herekol (Erdogan Kahraman) e. 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî di heman demê de roja salvegera şehadeta hevrê Yekta Herekol e. Em weke kedkarên TEV-ÇAND’a Ewropayê bi wesîleya îro di şevsê Şehîd Yekta Herekol de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê û hemû şehîdên hunermend bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî pîroz dikin.

Şehîd Yekta Herekol di 27’ê Adara 2004’an de li bajarê Heleb ê Sûriyeyê bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêbertiya me, êrîşên li ser gelê me yê Rojava û bêhesasiyeta li hemberî van êrîşan bedena xweda ber agir û sekna xwe ya hunermendê şoreşger nîşan da. Şehîd Yekta Herekol ku îfadeya hunerî ya sekna civakî ye ku ji aliyê gelê Kurd û têkoşîna azadiyê ve hatiye afirandin, bi vêçalakiya xwe ya di Roja Şanoyê ya Cîhanî de veguherî sembola xeta hemû çalakiyên me yên çandî û hunerî. Ji ber wê yekê jî erka dikeve berê me hunermend û kedkarên çanda civaka demokratîk ew e ku em mîrateya hevrê Yekta fêm bikin, bidin fêmkirin û bigihînin nifşên nû. Çimkî hevrê Yekta dixwaze em wî fêm bikin. Di nameya xwe de bi awayekî zelal bang li hunermendên Kurd kir. Banga grevê li hunermend û rewşenbîran kir. Hevrê Yekda digot, ‘Em di pêvajoyeke zehmet de lê ewqas jî bi heybet û mezin re derbas dibin. Peywirên girîng hene ku fedekarî û kedeke mezin dixwazin. Divê em xebatên xwe bi hezkirin û azweriyek mezintir hembêz bikin. Ji bo serketina vê pêvajoyê divê rewşenbîr û hunermend xwedî helwesteke rast bin. Şertê yekem gel hez kirine û bi azweriyeke mezin pê ve girêdayî ne. Cidî nêzîkbûne. Ji bo hunermendan sekneke hîn bi coş, hesas û bi dîsîplîn divê, di heman demê de pêwîste xizmetê ji pêşketinê re bike. Ez vê çalakiya şewatê hem bi armanca vexwendina hevrêyên xwe ji bo erkên cidî, lêborînê ji gelê xwe bixwazim, hem jî ji bo silavkirina berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê û Şehîdên Efrîn û Qamişloyê pêk tînim’. Pitşî van gotinên bi wate çalakiya xwe pêk tîne.

Şano ku civakeke biçûk e, jiyanê nîşan dide. Şano ji bo civakê, çalakiyeke azadî, wekhevî û demokratîkbûyînê ye. Zimanê şanoya civaka demokratîk her tim polîtîk e. Mirov nikare ji civakê cihê û qut bigire dest. Şanoya civakparêz bêyî parastina civakê nikare xebatê bimeşîne. Ji bo vê jî divê şanoya me li dijî êrîşên qirkirina çandî xwe ava bike û berxwedaneke çandî biafirîne û gel zana bike.

Bi wesîleya Roja Şanoyê di şexsê Şehîd Yekta de em Şehîd Sarya, Şehîd Hêvî, Şehîd Rêzan, Şehîd Dagistan, Şehîd Osman, Şehîd Cuma Xelîl (Bavê Teyar) de hemû hunermendên şehîd û şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin. Em li dijî jiyana kapîtalîzmê ku mirovan tine dike û jiyana perehebînê, dibêjin şano. Em bang li hemû hunermendan dikin ku ji qirkirina çandî re bibêjin Na û çanda civaka demokratîk xurt bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di Roja Şanoyê ya Cîhanî de şano hatin pêşkêşkirin
Nûçeya Pişt re Berdevkê Hamasê di êrîşa Îsraîlê de mir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK’ê cejna Noelê ya alema Xristiyan pîroz kir

Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Noelê ya alema Xristiyan pîroz…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê em hebûna xwe bi berxwedaneke xurt veguherînin rêxistiniyeke xurt’

Endama Koordînasyona PAJK'ê Ayten Dersim got, "Her jineke Kurd, her jin divê her roja xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Newroz li Îdirê hate pîrozkirin: Hevalên me yên li girtîgehan wê azad bibin

Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan li Îdirê di pîrozbahiya Newrozê de axivî,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

UNHCR: Sala borî 5,4 milyon kes neçarî koçberiya bi zorê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?