TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê di daxuyaniya xwe de dilsoziya xwe ya ji bo mîrateya pêşengên şanoya Kurdî dubare kirin û ew bi hez û rêzdarî bi br anîn.
Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:
‘’Li dijî tarîtiyê derfeta di destê me de ya herî bihêz hişmendî û derxistina ronahiya di ruhê me de, hevparkirin û zêdekirina ronahiyê ye. Em dizanin ku ev yek bi zêdetir birêxistinkirina kedê, piştevaniyê, parvekirinê û hêviyê pêkan e. Li dijî dorpêçên modernîteya kapîtalîst a berê jiyana me dide çalên bêwate yên kûr, em dizanin ku xurtkirina zemîna modernîteya demokratîk a di hemû qadên jiyanê de berpirsiyariya me ya herî mezin e. Em dibînin ku parastin û pêşxistina hebûnên çandî yên gelan bi berpirsiyariyeke bi vî rengî pêkan e.
Hunerê di tevahiya dîrokê de kariye li hemberî helwestên wêrankirin û tunehesibandinê helwesta xwe nîşan bide, heya roja me ya îroyîn li gel hemû tiştên civakî pêş ketiye. Bo nimûne şano; bi rêya rîtuelan kariye ronahiya xwe ji çiyayan bigihîne deştan, bi replîkan ji kolanan bigihîne ser dikan û israra jiyaneke azad û wekhev bigihîne roja me ya îroyîn. Em jî weke şopdarên vê kevneşopiyê em ê berxwedanê li lîstikên xwe bikin û agirê azadiyê geş bikin. Heya ku em tiştên me bikin yên me em ê çiyayên xwe, deştên xwe, kolanên xwe û dikên xwe vala nehêlin.
Bi nêzîkatiyeke bi vî rengî em dilsoziya xwe ya ji bo mîrateya pêşengên şanoya Kurdî yên weke Evdirehîm Rehmî Hekarî ku nivîskarê yekem şanoya Kurdî ye, Hêvî Şanoger ku di 27’ê Adarê ji dayîk bûye û yek ji mîrayeta şanoya Kurdî ya herî resen û azad li çiyayan kêlî bi kêlî honandiye û Yekta Herekol ê ku dîsa ev yek di 27’ê Adareke din di asteke pir bilind de bi berpirsiyariya hunermendbûnê û nêzîkatiya rexneyî tacîdar kiriye û Bavê Teyar ê ku kariye hemû deverên Kurdistanê ji xwe re bike dik û kariye bibe ruhê şanoya Şoreşa Rojava dubare dikin û bi hez û rêzê bîranînên wan silav dikin.
Em bi dil û can 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî li kedkarên şanoyê yên li ber ronahiya pêşeng û şopdarên hunera şanoyê ya Shopokles, Goldoni, Rehmî Hekarî, Dario Fo, Brecht, Hêvî, Yekta û Bavê Teyyar û hemû temaşevanan pîroz dikin.’’

