Sêşem, 20 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîhat Bertan ê piştî 31 salan hate tehliyekirin: Em xwedî li pêvajoyê derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Her şehîdekî destanek afirand û gihîşt şehadetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên azadiyê: ‘Em ê xwedî li mîrateya berxwedanê ya pêşengên jin derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bane hêzên rejîma Îranê zarokek binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê banga ‘Kurdî’ li hikûmeta Şamê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Mêrîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Kongra Star li dijî cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatî birîn, bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Çîçek: Divê Jineolojî ji bo pirsgirêkên civakî çareseriyên şênber biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > TEV-KOM’ê damezrandina xwe ragihand
Rojane

TEV-KOM’ê damezrandina xwe ragihand

 TEV-KOM bi deklarasyonekê damezrandina xwe ragihand. Di deklarasyonê de wiha hat gotin: “Em ê bi ziman û nasnameya xwe re pêşerojeke azad ava bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Nîsan 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Tevgera Komaleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî (TEV-KOM) bi deklarasyonekê damezrandina xwe ragihand. Ji bo ragihandina damezrandinê li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Maltepeyê ya Stenbolê merasîm hate lidarxistin. Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, qlûbên ziman ên zanîngeha û gelek xwendekar tev li bernameyê bûn. Li eywanê pankartên “Li her zanîngehê deng Kurdî, li her kampûsê reng, em deriyekî ji xwebûna xwe re vekin, bila ruhê Xanî rihet be êdî me heye îttîfaqek” hat daliqandin. 

Bername bi axaftina Ramazan Sevlîm dest pê kir. Ramazan Sevlîm sazî, dezgeh û komên tev li bernameyê bûn silav kir. Paşê axaftina destpêkê xwendekarê Zanîngeha Bogazîçiyê Omer Bayraktar axivî.

Omer Bayraktar diyar kir ku ev roj ne rojek ji rêzê ye û wiha axivî: “Gelê Kurd her dem ji bo maf û zimanê xwe têkoşiyayê. Ev sed salên dawî de bi rêya Sycest- Picot welatê me ji aliyê çar dewletan ve hat dagirkirin. Li dijî polîtîkayên bişaftinê me dest ji têkoşîna xwe berdewam kir. Em xwe wekî mîlatgirên Apê Musa, Cegerxwîn û tevahî kesên ku ji bo ziman xebitîne dibînin û em ê li ser rêya wan bimeşin. Em niha di nava pêvajoyekî girîng de derbas dibin. Îro roja mafstandinê ye. Em ê mafê xwe ji destê dagirkeran bistînin, ji bo vê jî em xwe amade dikin. Em wekî ciwan rol û mîsyona xwe dizanin. Em dixwazin pêşeroja xwe avabikin. Di salên dawî de gelek kom hatin gel hev. Niha jî tevahî kom bi yek dengî em ê têkoşîna xwe berdewam dikin. Me têkoşîna gelê xwe ji xwe re îlham girt. Bi saya wan em hatin vê rojê.

Piştre kursiya azad hate lidarxstin. Beşder yek bi yek li ser zimanê Kurdî axivîn û xwestin her ciwan bi zimanê xwe biaxivin û xwedî lê derkevin.

Bernameyê bi panela bi navê “Di têkoşîna zimanê zikmakî de rola xwendekaran” berdewam kir. Piştî panelê deklarasyon hate xwendin. Kurmanciya deklarasyonê Zeynep Taş, ya Kirmanckî jî Omer Bayraktar xwend.

Deklarasyona damezrandina TEV-KOM’ê wiha ye:

“Em, wek xwendekar û ciwanên ku li zanîngehên cuda cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê hatine ba hev, parastin û pêşxistina ziman û çanda gelê Kurd wek berpirsiyariyeke dîrokî û civakî dibînin. Bi vê hişmendiyê em avabûna Tevgera Komeleyên Xwendekaran a Çand û Zimanê Kurdî( TEV-KOM) îlan dikin. Ev deklarasyon ne tenê ragihandina yekbûnê ye; herwiha li dijî siyaseta bişaftina sistematîk a ku li ser bîra me, zimanê me û nasnameya me tê meşandin, nîşana sekna me ya hevpar e.

ZIMAN BINGEHA HEBÛNA ME YE

Ziman ne tenê amûreke ragihandinê ye; ew herwiha bîra gel e û bingeha dîrokî û civakî ya hebûna me ye. Pratîkên cihêkariyê yên ku li dijî nasnameya Kurd û zimanê Kurdî têne kirin, bi awayekî sîstematîk û sazmanî tên meşandin. Zext û cihêkariya sistematîk a ku li ser zimanê Kurdî tê kirin, rasterast li dijî hebûna kolektîf a gel e. Armanca me ew e ku em ji zanîngehan dest pê bikin û li hemû qadên giştî hebûn û xuyabûna zimanê Kurdî xurtir bikin û li dijî siyaseta înkar û bişaftinê jiyaneke azad bi hev re ava bikin.

ZANÎNGEH QADA TÊKOŞÎNÊ Û RAMANA AZAD E

Zanîngeh divê bibe navenda ramana azad; lê îro bi siyaseta qeyûmê, merkezîbûn û pratîkên zextê ji taybetmendiya xwe ya demokratîk û azad hatiye dûrxistin. Hilberîna bi zimanê Kurdî an jî meşandina lêkolînên li ser ziman an gelê Kurd li kampûsan tê marjînalîzekirin û bi awayekî sistematîk tê sînordarkirin. Em nabin temaşevanên vê rewşê. Em bawer in ku zanîngeh ne tenê qadên dersê ne, herwiha ji bo pêşveçûna civakê qadên pêşeng in.
Li dijî yekrengbûna zanînê û biyanîbûna akademîk, em têkoşînê wek bingeh digirin da ku zanîngeh bibin xwedîyê roleke piralî û wekhev.
 
 
Daxwaza perwerdehiya bi zimanê dayikê ji pêşniyarek pedagojîk zêdetir e; ew meseleya mafê mirovî, wekhevî û demokrasiyê ye. Ku zimanê dayikê di qada giştî û akademîk de cih negire, li wir ji wekheviya rastîn nayê behs kirin.
 
Di vê çarçoveyê de em daxwaz dikin ku:

* Zimanê Kurdî li zanîngehan ne tenê dersa bijarte be, bibe qadeke akademîk a bihêz û domdar
* Perwerdehiya bi zimanê dayikê di hemû astên perwerdehiyê û di qadên hilberîna akademîk de were bicîh kirin
* Zimanê Kurdî bi misogerkirina hiquqî azad bibe , di hemû xizmetên giştî de bibe bingeh.

TEV-KOM: HÊZA YEKITIYÊ Û MODELA PÊKVEJIYANÊ YE

TEV-KOM îradeya derbasbûna ji rewşa parçeyî û avakirina rêça hevpar a polîtîk û çandî ye.Ji avakirina vê tora hevkar a di navbera zanîngehan de, mebesta me ew e ku em lêkolîn û xebatên li ser ziman û hunera Kurdî zêdetir xuyabar bikin, bi kom û civatên ku li fakulte, wargeh û kampûsan têne avakirin, modela demokratîk a ku tê de cihêrengî bi awayekî azad û wekhev heye, bicîh bikin.

ROLA CIWANAN Û PÊŞXISTINA HEVKARIYA KOLEKTÎF

Ciwanên xwendekar, her tim bi awayekî dînamîk li dijî zextê bûne. Weke Tev-Kom; em jî bi awayekî wêrek, hişyar û rêxistinî li dijî siyaseta tunekirinê, têkoşînê mezintir dikin. Têkoşîna ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê, beşekî têkoşîna ji bo aştî, demokrasî û azadiyê ye.
 
Wek ciwanan, li ser pêşeroja xwe, xwediyên gotin û kiryarê em in. Îro jî îradeya ku em nîşan didin, ne tenê ji bo ziman e, ev îrade ji bo avakirina pêşeroja me ye. Yan em ê bi ziman û nasnameya xwe re pêşerojeke azad ava bikin, yan jî em ê di nava vê pergala asimilasyon û zextê de winda bibin.

BANGA XWEDÎDERKETINA LI RÛMETÊ

Em bang li hemû civat û komên zanîngehan, akademîsyenan, xwendekaran û li hemû gelê xwe dikin ku li ser vê zemîna hevpar em kom bibin; ziman, çand û rûmeta xwe biparêzin.”

Bername bi konsera Babetna bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê komcivîna xurtkirina yekrêziyê
Nûçeya Pişt re Meclisa Jinan a PYD’ê: Xezale Moylan bi helwesteke neexlaqî û nemirovî hat qetilkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şerker: Çalakî rêya yekane ya berxwedana li dijî faşîzmê ye

Endamê Komîteya Ciwanan a PKK'ê Ozgur Şerker anî ziman ku yekane rêya berxwedana li dijî…

Ji aliyê Stêrk TV

1043 kesayetan mohra xwe danîn binê belavoka banga ji bo aştiyê

1043 kesayetan li dijî polîtîkayên şer û neçareseriya di pirsgirêka Kurd de belavokek amade kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Minbic û Şehbayê êrîşên dagirkeriyê: 2 zarok birîndar bûn

Dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Minbicê bombebaran dike û di bombebarana li Şehbayê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kalkan: Ji niha û pê ve divê zemîna siyasî û hiqûqî ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 20’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Qoserê banga îstîfayê li Zeynî Îpek ê ku ji DEM Partiyê hatiye dûrxistin hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TUAY-DER’ê bertek nîşanî paşxistina berdana girtiyan da: Girtiyan serbest berdin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?