Pirsgirêka azadbûnê ya jinê li Kurdistanê mijareke ku salên dûr û dirêj tê nîqaşkirin. Jinên Kurd îro li her qada jiyanê xwedî cihekî girîng in û bi dîroka Tevgera Azadiyê re di nav hev de ye. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ku ji nava atmosfera kaotîk a salên 1970’î rabû, li Tirkiye û Kurdistanê ne tenê ji aliyê nêrîneke nû ya sosyalîzmê ve, di heman demê de di nava rastiay gelê Kurd de gavên destpêkê avêt.
Di nava rastiya Kurdistanê de jin bi rengekî tam nikarîbû tevlî nava jiyanê bibin û li nava avaniyên sosyalîst bibin xwedî mafê gotinê. Li hemberî vê yekê PKK’ê ji komên destpêkê yên fikrî destpê kir û li her qadê rê li ber jinê vekir. Her çend avabûna tevgera jinên Kurd di salên 1980’î de bê qebûlkirin jî bi esasî tevlîbûna jinan li nava tevgera azadiyê ya li Kurdistanê hîn di kêliya destpêkê de hebû, xwedî cihekî cuda bûn.
LÊGERÎNA AZADIYÊ YA KU DI ROJA DESTPÊKÊ DE DESTPÊ KIR
Di “Rêya Şoreşa Kurdistanê” de ku manîfestoya destpêkê ya PKK’ê bû, Rêber Apo armancên PKK’ê bi vî rengî vedigot: “Afirandina Kurdistaneke Demokratîk bi tinekirina zextên komprador û feodal ên giran dibe ku li ser avaniya civakî ya Kurdistanê gelekî bi bandor e. Tinekirina mêtingerî û zexta çîna feodal-komprador wê jinan, gundiyan, hindikahiyan û hemû beşên civakê azad bike.”
Guherînên ku Tevgera Azadiyê dixwest li Kurdistanê bike ne stratejiyek ‘piştî şoreşê’ bû, lê weke karên ku divê di rêya ber bi şoreşê de bêne kirin dinirxand. Lewma ji fikrên giştî yên têkildarî jiyana jinê wêdetir bû.
Di danezana kongreya damezrandinê ya PKK’ê de Rêber Apo jinên Kurd bi vî rengî pênase kir: “Jinên Kurdistanê ew jin in ku ber bi civaka çînî ve hatin kolekirin, di bin zexta giran a feodal de ji jiyana mirovî hatin qutkirin, ji mafê gotinê yê têklidarî paşeroja xwe bêpar hatin hiştin, kirîn û firotin û asoyê wê bi derdên giran hate tarîkirin. Ji bo rizgariya ji vê zextê, ji bo xwegihandina kesayetiyeke azad û rewşenbîr, ji bo mafê gotinê yê li ser paşeroja xwe û civaka xwe, ji bo veguherandina Kurdistanê weke welatekî demokratîk û serbixwe divê em tevlî têkoşîna bi pêşengiya PKK’ê bibin.”
Pêvajoya heta darbeya 1980’ê radixist pêş çavan bê çima jinên Kurd tevlî avaniyên neteweperest ên Kurd û çep a klasîk nebûn. Bêyî dîtina rastiya Kurdistanê gotina hin gotinên îdeolojîk di nava gelê Kurd de bersiva xwe nedît; berevajî vê yekê bû sedem ku gel xwe ji rêxistinan vegire. Berxwedana Rihayê ya mezin a ku bi vê yekê re êrişên destpêkê li hemberî avanî û kesên weke ‘avaniya feodal-koprador’ hate pênasekirin, ne tenê bandor li gelê Kurd kir, di heman demê de bandor li jinên Kurd jî kir.
Jinên Kurd bi PKK’ê re yekemcar ji rewşa ‘divê bê parastin’, ‘pêwîstiya xwe bi alîkariyê heye’ rizgar bûn û veguherîn kesayetên çalak ku biryarê didin.
MÎRATEYA SAKÎNE KU DIGOT ‘PÊSÎRA MIN JÊ KIRIN, EZ LI BER XWE KETIM KU BIBÊJIM AX’
Ji bo jinên Kurd yek ji bandorên herî mezin berxwedana li zindana li Amedê bû. Li gel êşkenceya giran berxwedana mezin a bi pêşengiya Sakîne Cansiz a li koxûşa jinan, bandoreke mezin li jinên li derve kir ku xwedî li berxwedanê derkevin. Sekna bi serbilindî ya Sakîne Cansiz a li hemberî Esat Oktay weke gava destpêkê ya felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate qebûlkirin. Helwesta berxwedêr a Sakîne ya li zindanê bû sedem ku li derve dayikên Kurd pêşengiyê ji çalakiyên li pêşiya girtîgehê re bikin. Çalakiyên ku heta wê rojê weke berxwedana jinên PKK’yî dihatin qebûlkirin, êdî vediguherîn berxwedana jinên Kurd. Hewldana dayikekê ya li ber zindanê ku li dijî êşkenceya li zindanê hewl da xwe bişewitîne, nîşan da ku PKK wê ne tenê weke rêxistinekê bimîne.
Bûyerên piştî li zindana li Amedê qewimîn kir ku jinên Kurd bibin pêşengên vê şoreşê, pêşengên serketina îdeolojiyê.
PKK RÊXISTINA HEBÛNÊ YA JINÊ YE
PKK ku di darbeya leşkerî û piştî wê de yekemîn tevger bû ku li ser piyan ma, kete nava pêvajoyeke nû. Çarenûsa gelekî êdî bi temamî li ser milê wê bû û beşa tinehesibandî ya gel bi PKK’ê re bû. PKK êdî ne ya salên 1970’î bû; dema nû PKK’yeke nû ferz dikir. Di nava salên 1980’î de tevgear gerîla destpê kir û bû weke encameke vê nûbûnê. Ber bi dawiya salên 1980’î PKK ji ‘tevgereke kadro’ ya weke tevgerên çep ên klasîk wêdetir veguherî tevgereke gel.
Bi gotina şehîd Bêrîtan, di Newroza Cizîrê ya 1992’an de ku yekemîn Newroza li qadan bû, li gel êrişên dewletê yên bi çekên rasteqîn ên ji bo komkujiyê jinên Kurd li ber xwe dan û kirin ku li Cizîrê pîrozbahiyên Newrozê yên mezin bêne lidarxistin. Newroza Cizîrê ya 1992’an ne tenê cejnek bû, bi gotina Rêber Apo ‘pêkhatina vejînê’ bû û tevkariya herî mezin a li vê vejînê jî aliyê îradeya jinên Kurd ve hate kirin.
LÊGERÎNA KU DI ROJÊN DESTPÊKÊ DE DESTPÊ KIR, DI SALÊN 1990’Î DE VEGUHERÎ GAVÊN PRATÎKÎ
Rêber Apo nêrîna li Kurdistanê divê ji bo jinê bê nîşandan diyar kir. Rêber Apo diyar kir ku ev nêrîn nabe ku ji cihekî bê wergirtin, divê di nava mercên xwe yên xweser de be.
Li Kurdistanê salên 1990’î bû salên gelek guherînan. Gelbûyîna Tevgera Azadiyê û piştgiriya mezin a gel a ji bo PKK’ê, li her qada jiyanê rêxistinî bi xwe re anî. Partiyên siyasî yên qanûnî, saziyên civakî yên sivîl, komele û navendên çandê ava bûn. Di vê demê de tevgera jinên Kurd jî li gorî mercên xwe yên xweser xwe bi rêxistin kir. Di nava vê demê de Komeleya Jinên Welatparêz, Komeleya Jinên Azad, Navenda Çandê ya Jinê ya Dîcle, Komeleya Jinê ya Demokratîk a Neteweyî, Weqfa Lêkolînên Pirsgirêkên Jinê, Mala Çandê ya Jinan a ARJÎN, JIYAN, Komeleya Jinê ya Riza ava bûn. Hin ji saziyên ava bûn piştre hatibin girtin jî mîrateya xwe ji yên nû re hişt.
Rêxistiniyên jinan ku di salên 1990’î de serbixwe dihatin dîtin, bi salên 2000’î re piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû pêwîstî pê dît ku mezin bibe û bibe xwedî sîwaneke. Rêxistina sîwanî ya bi KJK’ê re ava bû, kir ku li Tirkiyeyê jî modelên rêxistinbûna bi heman rengî ya sîwanî ava bibe. Rêxistiniya jinê ya bi Tevgera Jinên Azad a Demokratîk restpê kir, piştre bi Jinên Azad ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Azad dewam kir.
Li Tirkiye û Kurdistanê pêvajoyeke bi vî rengî hebû. Salên 19990’î ji bo têkoşîna gerîlayên Kurdistanê jî di asteke biryardanê de bû û modeleke nû ya rêxistiniya şervanan hate afirandin. Rêber Apo diyar kir ku ji bo jinên Kurd xwe ji rewşa heyî rizgar bikin û pratîka şoreşeke xwe pêk bînin, divê artêşa gerîla ya jin ava bibe. Bi vî rengî gava destpêkê ya artêşbûna gerîla ya jinê di salên 1990’î de hate avêtin.
LI DIJÎ SÎSTEMÊ Û MÊR ŞERÊ HEBÛNÊ
Rastiya ku ev gav da davêtin, kir ku sîstema fikrê çep ê heta niha bi temamî hilweşe. Jinên Kurd ku du qatî di bin êrişa tinekirinê de bûn, qadên xwe yên çalakiyê bi fikrên xwe diafirand; hem li dijî sîstemê hem jî li hemberî serweriya mêr a li nava gelê Kurd şerê fikrî yê mezin dimeşand. Vê yekê jî derfet dida ku bi sosyalîzmeke nû teoriya berxwedana xwe biafirînin. Berevajî feraseta ‘şer karê mêr e’ ya heta niha, di nava şerekî ku jinan bi rêxistin kirin û bi rê ve birin, vejîneke jinê destpê kir ku li dijî her cûre mêrtiyê şer kir.
Rêber Apo di analîzeke xwe ya têkildarî malbatê de digot, “Em ê şoreşgerîkirina malbatê di karên xwe yên gel de nîşan bidin. Di mijara birêxistinkirina tevgera jinê de em ê ji bo şoreşgerîkirina nava malbatê wezîfeyeke girîng pêşkêş bikin.”

