Şemî, 6 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Azîme Kiliç: Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê were pejirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Garcia: Di pêvajoya hevdîtinan de pêwîstî bi vîzyoneke demdirêj heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kearney: Divê Tirkiye vê derfeta ku Kurdan pêşkêş kiriye bibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Aştî ne çûkekî yek bask e, wê baskê duyemîn bê çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêçîrvan Barzanî: Divê aşitî neyê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferans: Modela entegrasyona demokratîk ji bo aştiyê zemînek xurt pêşkêş dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rêya Silêmanî-Kerkûkê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Protestoyên navçeya Xebatê dîsa destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo azadiya Rêber Apo dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrişên li ser Elewî, Durzî û Xiristiyanan li Rihayê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rageşiya li gundê Lacanê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji girtiyên jin re her tişt ‘qedexe ye’: Heya mûcing jî tê desteserkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tirkiye bi rengekî hiqûqî li ‘mafê hêviyê’ nanêre
Rojane

Tirkiye bi rengekî hiqûqî li ‘mafê hêviyê’ nanêre

Parêzer Mehmet Nurî Denîz diyar kir ku Tirkiye ‘mafê hêviyê’ weke mafekî nanirxîne û got, “Ji ber vê yekê ji bo Birêz Ocalan ‘mafê hêviyê’ nayê bicihanîn.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Çile 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Parêzer Mehmet Nurî Denîz diyar kir ku heta ku nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî pirsgirêka Kurd, demokrasî, mafên mirovan û hiqûqê neguhere, wê ev helwesta wî ya têkildarî ‘mafê hêviyê’ jî bidome û got, “Ji ber ku Tirkiye rewşa hiqûqî ya Birêz Ocalan bi rengekî şexsî û li ser bingeha neçareseriya pirsgirêka Kurd dinirxîne.”

 

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de mehkûmkirina Rêber Apo ya li cezayê hepsê ya muebedê, li dijî madeya 3’yan a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) dît û biryara îhlalê da. DMME’yê biryar dabû ku bi çavdêrkirina ‘mafê hêviyê’ cezayê li Rêber Apo hatî birîn, cardin bê nirxandin. Tevî vê biryarê û 10 salên derbas bûyî, ti gav nehatin avêtin. Parêzer Mehmet Nurî Denîz ji ANF’ê re axivî û got, “Mafê Hêviyê bi biryareke Dadgeha Destûra Bingehîn a Elmanyayê ya di sala 1970’an de, ket rojevê. Piştre DMME’yê li gorî vê biryarê danasîna ‘mafê hêviyê’ kir.”

NEBÛNA HÊVIYA TEHLIYEYÊ, BÊHIQÛQÎ YE

Parêzer Denîz bi bîr xist ku bi rakirina cezayê îdamê re, li şûna wê cezayê hepsê yê muebedê hate dayîn û wiha dom kir: “Rengê înfazê yê vê cezayê ew e ku heta mirinê di bin rejîmeke înfazê ya taybet û tecrîdê de ev ceza were kişandin. Lewma di serlêdanên têkildarî vê yekê hatine kirin de, bêyî ku hêviya tehliyeyê hebe, DMME’yê cezakirina heta dawiyê, ji dervey hiqûqê dît û têkildarî vê yekê biryarên nû pêş xist. Di biryara destpêkê ya têkildarî vê yekê dayî de, Qraliyeta Yekgirtî û Vinter bi biryar e. Bi vê biryarê re DMME’yê ‘mafê hêviyê’ pênase kir. Cewhera vê biryarê ev e; bêyî hêviya tehliyeyê kesek heta dawiyê li girtîgehê bê girtin, ji dervet hiqûqê ye.”

TIRKIYE, NAXWAZA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ PÊK BÎNE

Denîz bal kişand ser biryara DMME’yê ya têkildarî Rêber Apo û ev tişt bilêv kir: “Li ser serlêdana parêzeran a di sala 2014’an de, DMME’yê biryar da ku ‘mafê hêviyê’ ya ji bo Birêz Ocalan pêk bîne. Tevî ku demek dirêj li ser biryarê derbas bû jî, Tirkiyeyê ti gav neavêt. Di sala 2021’an de li ser serlêdana parêzerên Birêz Ocalan û rêxistinên civakî yên sivîl, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ev biryar xiste rojevê û derbarê Tirkiyeyê de pêvajoyeke kontrolkirinê da destpêkirin. Tirkiyeyê dîsa têkildarî ‘mafê hêviyê’ di pratîkê de ti gav neavêt. Pêvajoya kontrolkirinê hîna dewam dike û welê dixuyê ku Tirkiye ji bo pêkanîna vê biryarê, zêde bi xwestek nîne.”

REWŞEKE TÊKILDARÎ PIRSGIRÊKA KURD

Mehmet Nurî Denîz destnîşan kir ku Tirkiye ‘mafê hêviyê’ di asta hiqûqî de weke mafekî şexsî nabîne û got, “Lewma ‘mafê hêviyê’ ji bo Birêz Ocalan nayê naskirin. Sedemê esas ê bicih neanîna vê biryarê, neçareseriya pirsgirêka Kurd e; Tirkiye ji dewleta hiqûqê dûr dikeve û nexwedî feraseteke demokratîk e. Heta ku ev pirsgirêk neyên çareserkirin, em bi zelalî dibînin ku Tirkiye di aliyê hiqûqî de nêzî mijarê nabe û vê biryarê bi cih nayîne. Bi guherîna konjonktura siyasî re, dibe di warê erênî de gavek bê avêtin. Ji ber ku Tirkiye rewşa hiqûqî ya Birêz Ocalan weke şexsî dibîne û li ser bingehê neçareseriya pirsgirêka Kurd dinirxîne. Lewma heta ku nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li hemberî pirsgirêka Kurd, demokrasî, mafên mirovan û hiqûqê neguhere, mixabin ev helwesta wî ya têkildarî vê mijarê jî naguhere. ‘Mafê hêviyê’ niha ji bo zêdeyî 4 hezar girtiyan jî derbasdar e. Ji bo ku ev maf ji aliyê Tirkiyeyê ve di hiqûqa hundir de bê naskirin, divê têkoşîna hiqûqî, siyasî, dîplomatîk û civakî bi rengekî zêde di rojevê de were girtin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Malbata Rêber Apo ji bo hevdîtinê serlêdan kir
Nûçeya Pişt re Receb Hîlal Hemîda: Divê hemû hêz li hemberî siyaseta Erdogan hişyar be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

2 şervanên QSD’ê şehîd bûn

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku şervanê wan Diyar (Mihemed Beyrem Ereb) ji ber krîza…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên girtî: Birîna Ziman yan Rûreşiya Wijdanê?

Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncan a Enqereyê jinên girtî nerazîbûn nîşan dan ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Hanîfe Arslan a 76 salî ligel nexweşiyên giran nayê berdan

Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê careke din rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Azîme Kiliç: Heke em qala veguhertinê bikin, divê berî her tiştî pîvana edaletê were pejirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Garcia: Di pêvajoya hevdîtinan de pêwîstî bi vîzyoneke demdirêj heye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kearney: Divê Tirkiye vê derfeta ku Kurdan pêşkêş kiriye bibîne

Ji aliyê Stêrk TV

Bahçelî: Aştî ne çûkekî yek bask e, wê baskê duyemîn bê çêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?