Li Sûriyeyê ji 27’ê Mijdara 2024’an vir ve pêşketinên pir girîng qewimîn û berdewam dikin. Di nava van pêşketinan de hem aliyên wê yên erênî û hem jî aliyên wê yên neyînî hene. Tişta ku pêvajo erênî kir, ew ruhê berxwedana şervanên QSD û YPJ’ê û di serê de gelê Kobanê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku heta dawiyê xwedî li berxwedanê derketin, bû.
Şerê Gel ê Şoreşgerî yê Tişrînê ya ku bi xwedîderketina gel a li berxwedana Tişrîn, Qereqozax û Dêr Hafirê re destpê kir, xalek werçerxê ya dîrokî ku bû rê li ber yekîtiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir û di heman demê de hişt ku aliyên wê yê neyînî jî werin paşxistin.
Di qonaxa destpêkê ya pêvajoyê de atmosferek nezelaliyê û fikarên kûr hatin jiyîn. Bi pêşveçûna HTŞ’ê re rejîma Esed li Şamê rojên xwe yên dawî dijiya û di heman demê de êrîşên SMO û dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibûn. Ev êrîş tevî destketiyên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê , têkiliyên Kurd-Ereb ên li herêmê hedef digirtin.
Tiştên li Til Rifat û Şehbayê qewimîn û pêkhatina dagirkirinê fikarên kûr çêkirin û rojên ku bi tirs nêzîkî pêvajoyê dibûn re şahidî hat kirin. Lê dîmenên berxwedana Tişrîn û Qereqozaxê ji nişkê ve di hemû medyayê de hatin weşandin. Di dîmenan de cenazeyên çeteyan, wesayîtên ku ji hêla hêzên QSD û YPJ’ê ve hatibûn îmhakirin û bermahiyên şer ên li dû xwe hiştibûn, cih digirt. Ev nîşaneya yekem a serketin û berxwedanek mezin bû.
QSD û YPJ’ê di pêvajoya ku bi hefteyan, mehan berdewam kir de hemû êrîşên komên çete yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve dihatin piştgirîkirin û ji bo dagirkirina Tişrîn û Qereqozaxê hatibûn destpêkirin, têk birin . Berxwedana ku li van qadan dest pê kir, piştre li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû.
PÊNGAVA ŞEHÎD EZÎZ EREB BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ KIR YEK
Şervanên QSD û YPJ’ê nêzîkî 2 hefteyan hemû êrîşên çeteyan ên li ser Bendava Tişrînê şikandin, rasterast dest li herikîna pêvajoyê werdan. Çalakiya fedaî ya şehîd Ezîz Ereb li Qereqozaxê ji bo hemû hêzên QSD û YPJ’ê bû çavkaniya xurt a îlhamê.
Hêzên berxwedêr ên QSD û YPJ’ê ku bi biryardariyek mezin Tişrîn parastin, hem ji bo xurtkirina parastina xwe û hem jî ji bo dijmin paşve bixin pêngavek dan destpêkirin. Bi destpêkirina pêngavê re hemû fikrên neyînî yên li ser pêvajoyê ji holê rabûn; li her bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşeke xurt a li dijî van êrîşan derket holê.
Şervanên QSD û YPJ’ê bi Pêngava Şehîd Ezîz Ereb re bi nasnameya berxwedêr a rastîn re bêhtir bûn yek û di heman demê de girêdanek xurt bi hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ava kirin. Rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku em hemû dizanin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rastî ji nû ve vejiya.
Ew roj, her dîmenek ji Tişrînê veguherî rojên keleha berxwedanê. Şehîd Ronahî Yektayan û Hebûnan her dîmek ji Tişrînê veguherandin kêliyek dîroka ya eniya berxwedanê.
Her dîwar, her kevir, her dar û girek li Tişrînê heta Bendava Tişrînê bi xwe jî ji berxwedanê tijî bû. Ev berxwedan veguherî berxwedanek civakî ku li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Ev têkoşîn êdî hemû bajarên Rojava di berxwedaneke hevpar anî cem hev.
Bi taybetî bi biryara şerê gel ê şoreşgerî re pêvajoyek ku gel bi qasî hêzên leşkerî berxwedanek bi israr û biryardar nîşan da, hat destpêkirin. Bi destpêkirina vê pêvajoyê re, Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dîroka xwe de rûpelek nû vekir.
Êdî ne hêzên leşkerî QSD û YPJ’ê û ne jî gelên herêmê di nîqaşên şerê gel ê şoreşgerî de hewceyî bi mînakên Vîetnam û Filistînê nedîtin û derbasî pêvajoya berxwedanê bûn. Ya rast ew e ku mirov encama berxwedana dîrokî ya ku gel li Tişrînê derket holê wekî “Şerê Gel ê Şoreşger, Şoreşa Tişrînê’ pênase bike.
‘MEŞA AZADIYÊ’ YA 8’Ê ÇILEYA 2025’AN’
Çend dîmenên vê pêvajoyê di bîra me ya kolektîf û dîrokî de hatine neqişandin. Yekem ji van dîmenan meşa gel ji Koban û bajarên din ber bi Bendava Tişrînê bû. Îradeya gel a di bin obus û bombebaranên balafiran ên mîna baranê li derdorê dibariyan de, bi berzkirina dirûşmeyan meşa azadiyê berdewam dikirin, yek ji dîmenên herî balkêş a roja yekem a şerê gel ê şoreşgerî bû.
Sefera yekem a gel ber bi Bendava Tişrînê ve, bû destpêkirina Şerê Gel ê Şoreşgerî yê Tişrînê. Vegotina vê dîmenê ji bo me pir zehmet e. Ew dişibiya cureyekî meşa azadiyê. Ew dîmenek bû ku axaftina Rêber Apo ya li ser meşa azadiyê ya li qada Rêbertiyê dianî bîra mirov. Ev meşa azadiya di serî de ya gelê Kobanê û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.
Gelê ku kal, pîr û zarokdi nav de bûn pêşengiya vê meşa azadiyê dikirin. Kesên ku beşdarî vê meşa dîrokî bûn, nehiştin şer bigihêje bajarên wan û şer li eniyên herî dijwar pêşwazî kirin. Li ser gelê ku di vê rêyê de pêşve diçûn obus û bombe dibariyan. Hîn negihîştibûn hedefa xwe şehadet çêdibûn.
Rêyên wesayîtan bi balafiran dihatin bombebarankirin û dianîn asta ku neyên bikaranîn. Lê çi dibe bila bibe meşa gel a ku li dijî mirinê derdiket, nedisekinî. Û ev hemû ji roja yekem ve diqewimî. Ev dîmen bi xwe dîmenek şer ê gelê şoreşgerî bû.
Ji bo têgihîştina îrade û fedakariya ku ji bo şoreş û şerê gel ê şoreşgerî, Şoreşa Tişrînê tenê têra fêmkirina wê dike. Di Şerê Gel ê Şoreşgerî yê Tişrînê de meş bi xwe pêvajoyek berxwedanê ya destanî bû.
‘EM JI MIRINÊ MEZINTIR IN’
Helbet gelek dîmen hene ku di hişê me de şopa xwe hiştine. Yek ji wan dîmenan ew e ku dema gel govenda azadiyê digerand rastî êrîşa dijmin hat û gel dîsa dest bi gerandina govendê kir. Bi sedan kes li wir bûn. Gelê berxwedêr ê ku di nav de jin, zarok û kal û pîr hene li ser Bendava Tişrînê kom bûbûn û govend digerandin.
Bi gerandina govendê re xwişk-biratiya gelan xurt dikirin, di heman demê de ji bo zarokên xwe yên ku di çeperên şer de berxwedanek mezin nîşan didan jî bû çavkaniya moralê. Her çendî gelek ji van kesan berê hev nedîtibûn an jî nas nedikirin jî, ew li ser bendavê mil bi mil govend digerandin. Dîmenek rastîn a civakî, yekîtî û hevgirtinê dihat jiyîn. Li ser vê bendavê, rastiya şênber a Berxwedana Tişrînê ku xwişk-biratiya gelan sembolîze dikir hebû.
Dijminê ku tehamulî gel a ku bi dilsozî û îradeyek mezin xwedî li berxwedana şervanên xwe derket nekir, dîsa nesekinî û bi dronekê govend bombebaran kir. Piştre qîrîn bilind bûn û bi dirûşmeyên “Em ji mirinê mezintir in” birîndar birin avahiya bendavê.
Piştî demek kurt a panîk û kaosê, gel dîsa vegeriyan cihê bûyerê û govenda azadiyê berdewam kirin. Dîmenek e ku vegotin û ravekirina wê zehmet e. Hûn bi hinekan re govendê digerînin; ew şehîd dibin an birîndar dibin û her der bûye gola xwînê. Hûn jî ji bo berdewamkirina têkoşîna birîndar û şehîdan, dîsa govendê digerînin. Ev îfadeya îradeyek û berxwedanek mezin e. Bêyî ku bifikirin, “Gelo ew ê dîsa lê bidin an na?” Vaye govenda azadiyê tiştekî wisa ye. Bi rastî ev yek ji dîmenên ku Şoreşa Tişrînê ber bi serketinê ve bir bû.
Di pêvajoya berxwedanê de bersiva gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî gef û zordariyê vejandina dirûşmeya “Em ji mirinê mezintir in” bû. Ev ne tenê dirûşmeyek bû; ew di rastiyê de îfadeya helwestek civakî, berxwedan û nasnameyê bû.
Helbet wê ev berxwedan tenê li Tişrînê heta jiyîn. Li şîhîdgehan 4 mehan her roj merasîm hatin lidarxistin, li gundan tabûrên sivîl dihatin avakirin û li malan ji bo eniyên şer xwarin dihatin amadekirin. Şoreşa Tişrînê hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî seferber kiribû û wan di bedenekê bi rêxistin kiribû.
Jixwe pêdiviya şoreşê ev bû: Xwe û derdora xwe di aliyê hişmendî, çalakî û bedenî de bi tevahî xwe bi rêxistin bikin û xwe di serketinê de kilît bikin. Şoreşa Tişrînê şoreşek serketin û destkeftiyên mezin bû. Ew şahidê zindî û bîra gelên herêmê ku dema pêwîst bike dikarin dev ji çi berdin û bermaberî wê dikarin çi bi dest bixin, bû.
Şoreşa Tişrînê piştî Şoreşa Kobanê mezintirîn destketiya madî û manewî ku ji aliyê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatibê bidestxistin bû. Belê, salek di ser berxwedana Tişrînê re derbas bû; lê ew hîn jî di raman û dilê me de dijî û wê bijî.
Ev berxwedan wekî Stalîngradek nû, berxwedana Keleha Dimdimê ya nû di dîroka cîhanê û bîra kolektîf de cihê xwe girt.

