Tevgera Jinên Azad (TJA), têkildarî çalakiyên protesteyî yên li Îran û rojhilatê Kurdistanê û êrişên hêzên rejîmê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrişên dijwar ên li dijî jinan hatin şermezarkirin.
Daxuyaniya TJA’yê ya bi sernavê “Divê tundî û çewisandina dewletê ya li Îran û Rojhilat a li ser jin û zarokan bi dawî bibe û gel xwedî mafên demokratîk be” wiha ye:
“Geşedanên li Îran û rojhilatê Kurdistanê ji 28’ê Kanûna 2025’an vir ve nîşan didin ku krîza siyasî û civakî ya kûrtir a li welêt bi xwe re bi taybet jî ji bo jin û gelê Kurd encamên giran aniye. Serhildana gel ku li dijî krîza aborî û tepisandina siyasî dest pê kir, bi tevlibûna jinan zû veguherî daxwaza azadî û edaletê. Bersiva rejîmê jî bû pêla girtin û binçavkirinan, tundiyeke bêsînor û komkujî. Jinan, di vê pêvajoyê de roleke girîng li xwe girtin. Her ku jinên rojhilatî û îranî li ber xwe dan, rejîmê jî ew bêhtir xistin navenda polîtîkayên ewlehiyê. Ji ber vê yekê, divê ev destwerdan ne wekî tiştekî rasthatî lê wekî encama nêzîkatiyeke siyasî ya taybet were fêmkirin.
Ji 28’ê Kanûnê ve herî kêm 990 kes hatine binçavkirin, 19 sivîl hatine qetilkirin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne. Piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane jî ji bajarên rojhilatê Kurdistanê ne. Ev yek jî polîtîkayên ewlehiyê yên li ser Rojhilat têra xwe nîşan dide û binpêkirina mafên mirovan ên li vir radixe ber çavan.
Di nav kesên hatine qetilkirin de jin û zarok hene. Jin, di bin bandora vê pêvajoyê de mane. Herî kêm 40 jin di dema pêşandanan de bi awayekî kêfî li mal, zanîngeh û hwd hatine binçavkirin. Astengkirina jinên birîndar a ji sûgirtina ji xizmeta tenduristiyê, xwarina gefa girtinê û hwd., binpêkirinên cidî yên mafê jiyanê û mafên bingehîn in. Qetilkirina Sâger Etemadi yê 22 salî, rewşa giran a li wir tê jiyîn radixe ber çavan. Ev tundiya domdar a li ser jinan, bi vî rengî civakê bêhtir tengezar dike û derfetên çareseriyê qels dike. Ji sala 2022’yan vir ve daxwaza ku jin bi ‘Jin, jiyan, azadî’ tînin ziman, xwesteka jiyaneke bê tundî, bi rûmet û wekhev e. Ev daxwaz ne tenê ji bo pêşeroja jinan, lê ji bo pêşeroja tevahiya civakê bendewariyekê nîşan dide.
Em, bang li rayedarên Îranê dikin ku li gorî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan tevbigerin. Divê girtin û çewisandina jinan bi dawî bibe; jinên ku ji ber beşdarbûna di xwepêşandanan de hatine girtin û hemû girtiyên siyasî werin berdan. Bikaranîna hêza kujer ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, îşkence û gefên tundîtûjiya zayendî divê rawestin û binpêkirinên ku diqewimin divê bi awayekî zelal, bibandor û serbixwe werin lêkolînkirin. Divê ku civaka navneteweyî li hemberî van binpêkirinên giran ên li dijî jinan li Îranê bêdeng nemîne. Daxwazên jinan ji bo wekhevî û azadiyê rewa ne; divê ev daxwaz bi rêya diyalog û rêbazên mafparêz werin çareserkirin, ne bi rêya tundî û îşkenceyê.
Em piştgiriya xwe ya ji bo jinên li Îran û rojhilatê Kurdistanê didomînin. Em bang li hemû jinan, raya giştî ya demokratîk û aktorên navneteweyî dikin ku ji bo parastina mafê jiyanê û azadiya bingehîn ên jinan helwestek zelal û bi biryar nîşan bidin.”

