În, 9 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê şehîdên Parîsê bi bîr anî
Kurdistan

KCK’ê şehîdên Parîsê bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê ji ber salvegera komkujiyên Parîsê daxuyaniyek da, şehîdên Parîsê bi bîr anî û nerazîbûn nîşanî polîtîkaya bêcezahiştinê da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Çile 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand û got, “Di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê sê jinên şoreşger ên Kurd hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi sûîqestê hatin qetilkirin. Em vê komkujiya nemerdane careke din bi tundî şermezar dikin û hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî bi hurmet û minet bi bîr tînin. Bi heman rengî di 23’ê Kanûna 2023’an de li Parîsê hevalên Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil, di 3’ê Çileya 2016’an de li Silopiyayê hevalên Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar şehîd hatin xistin, em wan hevalan hemûyan bi bîr tînin. Di şexsê van şehîdên hêja de şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi hurmet û minet bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînin.”

‘ÎSTÎXBARATA TIRK BI XWE PLAN KIR Û PÊK ANÎ’

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Komkujiya Parîsê ji aliyê hêzên mêtinger qirker ve hate plankirin û pêkanîn ku naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Dema pêkhatina êrişê vê rastiyê bi şênberî radixe pêş çavan. Di sala 2013’an de heman piştî destpêkirina diyaloga bi Rêber Apo re ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, pêkhatina êrişeke bi vî rengî li Parîsê bû êrişeke sabotajê ya li hemberî pêvajoyê. Qetilkirina hevrê Sara di heman demê de êrişeke tolhildanê li hemberî avabûna PKK’ê û xeta azadiya jinê bû. Rêber Apo qetilkirina hevrê Sara weke terteleya Dersimê ya Duyemîn dît û diyar kir ku têkoşîna hevala Sara wê di têkoşîna azadiyê ya gel û jinên Kurd de dewam bike.

Komkujiya li Parîsê yekser ji aliyê rêxistina îstîxbarata dewletê ve hate plankirin û pêkanîn. Bû bicihanîna stratejiya tasfiyekirinê ku hewl dide têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li her devera nefesê digire, bifetisîne. Komkujiya Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve bi bikaranîna derfet û têkiliyên li Ewropayê hate pêkanîn.

FRANSAYÊ JINEDÎTÎ VE HAT

Dema ku mirov bala xwe bidin ser helwesta Fransayê ya piştî komkujiyê, wê bê fêhmkirin ku dewleta Fransayê ev komkujî jinedîtî ve hatiye. Ji ber vê yekê Fransa destnîşan nake ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin.

Komkujiya Parîsê di heman demê de êrişeke mezin a li dijî têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e. Hevrê Sara, Rojbîn û Ronahî pêşengên têkoşîna azadiyê ya jinê bûn. Hevala Sara hem ji ber rola xwe ya pêşengiyê ya damezrandina partiya me hem jî têkoşîna azadiyê ya jinê, bû hedefa mêtingeriya qirker. Eşkere ye ku êrişek li ser wê rastiyê ye ku têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd mezin dike û vê têkoşînê qewîn dike. Ji ber vê yekê têkoşîna azadiyê ya jinê her ku bi pêş ket êriş jî her roj zêde bûn, têkoşîna azadiyê ya jinê bû hedefa sereke ya şerê taybet.

LI GEL KU 13 SAL DI SER RE DERBAS BÛNE HÎN GAVEK NEHATIYE AVÊTIN

Li gel ku 13 sal di ser Komkujiya Parîsê re derbas bûne dewleta Fransayê ji bo ronîkirina hemû aliyên komkujiyê gavek neavêtiye. Fransa ku ji aliyê hiqûq û demokrasiyê ve xwe weke welatekî mînak nîşan dide, di komkujiya Parîsê de ev nirxên xwe danî aliyekî. Di darizandinên Dreyfusê de hate destnîşankirin ku eşkerekirina rastiyê di hiqûqa Fransayê de veguheriye çandekê, lê belê ev tespît di komkujiya Parîsê de bêwate bû. Bi kurtasî Fransayê hiqûqa xwe jî hiqûqa gerdûnî jî binpê kir, ew kir qurbanê berjewendiyên siyasî. Ji ber têkiliyiên siyasî û aborî yên bi Tirkiyeyê re bi rengekî eşkere nekarî bibêje ku komkujiya Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye kirin. Ev helwesta Fransayê di nava gelê Kurd de bûye cihê bêbaweriyê.

Gelê Kurd ji bo ronîkirina vê komkujiyê li gel hêzên demokrasiyê yên Fransayê, 13 sal in têdikoşe. Ev têkoşîn zû yan jî dereng wê encamê bi xwe re bîne û vê komkujiyê bi her awayî ronî bike. Îsal jî gelê me li gel dostên xwe di salvegera komkujiyan de ji bo nîşandana nerazîbûna xwe çalakiyan lidar dixe. Em bang li gel û dostên xwe dikin ku bi xurtî û girseyî beşdarî çalakiyan bibin û têkoşîna ji bo ronîkirina van komkujiyan mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji ber êrişên li Helebê nexweşxaneyek ji xizmetê derket
Nûçeya Pişt re TJA’yê ji bo jinên li Îran û Rojhilat banga berxwedanê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Peyama Rêber Apo

Rêber Apo: Tecrîd dewam dike. Eger şert û merc bêne afirandin, ez xwedî wê hêza…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêber Apo: Divê Îran darvekirinan rawestîne, dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde

Rêber Apo diyar kir ku stratejiya PJAK'ê rast e, ku bêyî bikeve bin bandora ti…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser li dijî manîpulasyonan hişyarî da

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku hin alî hewl didin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bi dronan êrîşî baregeha Sazman-i Xebat a li Hewlêrê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şandeya jinan a ji Bakurê Kurdistanê çû Rojava serdana Pakrewangehê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?