Sêşem, 29 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Armanca esasî avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Şaredariya Yahşîhanê de 15 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Demokratîkbûn nebe pêvajo bi ser nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji komedyen Denîz Goktaş re cezayê girtîgehê û biryara tehliyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha 177’emîn a komkujiya Roboskiyê de careke din banga edaletê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê rêze semînerên li ser ‘Malbat û zarokan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo koçberên Şengalê pêngaveke nû ya vegerê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Krîza aboriyê û rizandina civakî pirsgirêkên civakî girantir dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Derfetên sporê bi destê astengdarên dîtinê nakeve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê Qazî Mihemed, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anîn
Kurdistan

KCK’ê Qazî Mihemed, Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anîn

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Qazî Mihemed, Mahîr Çayan û şehîdên şoreşê yên di dawiya meha Adarê de tên bîranîn bi rêzdarî bi bîr anî û bal kişand ser biryardariya domandina têkoşîna wan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Adar 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya 30 û 31’ê Adarê daxuyaniyeke nivîskî da û Qazî Mihemed û hevalên wî yên li Qada Çarçira a Mihabadê hatin darvekirin, Mahîr Çayan û hevalên wî yên li Kizildereyê hatin qetilkirin û şehîdên şoreş û demokrasiyê yên di hefteya dawîn a meha Adarê de tên bibîranîn, bi bîr anîn.

KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dîrokên berbehs ji aliyê gelê Kurd û têkoşîna şoreşgerî ve xwedî cihekî girîng e û îfade kir ku ew Qazî Mihemed û hevalên wî, Mahîr Çayan û hevalên û di şexsê sembolên Hefteya Lehengiyê Mazlûm Dogan, Egîd-Mehsûm Korkmaz de hemû şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tîne.

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“JI GELÊ ME Û RAYA GIŞTÎ RE

Rojên 30 û 31’ê Adarê dibe salvegera darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî ya li Qada Çarçira ya li Mahabadê û qetilkirina Mahîr Çayan û hevalên wî ya li Kizildereyê. Her wiha hefteya dawîn a meha Adarê weke hefteya Lehengiyê tê pêşwazîkirin. Bi vê wesîleyê em Qazî Mihemed û hevalên wî yên li Qada Çarçirayê hatin darvekirin, Mahîr Çayan û hevalên wî yên li Kizildereyê hatin qetilkirin di şexsê sembolên Hefteya Lehengiyê Mazlûm Dogan, Egîd-Mehsûm Korkmaz de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranînên wan ditewînin û soza xwe ya pêkanîna armancên wan dubare dikin.

Bîranîna Qazî Mihemed wê ji aliyê gelê Kurd ve tu caran neyê jibîrkirin, wê tim bi rêzdarî, minetdarî û serfirazî were bibîranîn. Wan ji bo rûmet û azadiya gelê Kurd ku hebûna wê dihat înkarkirin û bi komkujiyan re rû bi rû dima, bêyî bikevin fikara canê xwe têkoşîn meşand. Ji bo pêşketina hişmendî û yekîtiya Neteweya Kurd pêngavên girîng avêtin. Hêzên hegemonîk ên wê demê di navbera xwe de bazarî kirin û piştgirî dan êrîşên rejîma Şah a qirker. Ji ber vê yekê, rêveberiya damezrandî temenkurt bû. Lê belê, di hişmendî û hestên gelê Kurd de cihekî mezin girt. Wan mîrateyek mezin li pey xwe hişt. Têkoşîna ji bo azadiyê ya pey wê li ser vê mîrateyê mezin bû û gihîşt asta xwe ya niha.

Têkoşîna bi pêşengiya Mahîr Çayan û xeta ku wî temsîl dikir, di pêşveçûna tevgera sosyalîst a Tirkiyê de roleke girîng lîstin. Bi heman awayî, ew di pêşveçûna Tevgera me de jî bandorker bûye. Rêber Apo her gav vê rastiyê bibîr xistiye. Rêber Apo hewldanên xwe wekî parastina mîrata Mahîr û xwedî derketina li bîranîna wan, pênase kir. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatî pêşxistin jî armanc dike ku vê têkoşînê pêş bixe û bidomîne. Tevgera me her gav hewl daye ku têkoşîna hevpar a gelan li ser vê rêyê berfireh bike. Îro, em bawer dikin ku rêya parastina Mahîr Çayan û Kizildere ji vê derbas dibe û em vê hewldanê didomînin.

Di hefteya dawî ya meha Adarê de ku me weke hefteya Qeremaniyê pêşwazî kiriye, bi dehan hevrêyên me yên hêja şehîd bûne. Şehîdên vê demê di şexsê hevrê Mazlum Dogan û Egîd-Mahsum Korkmaz de her sal ji aliyê tevgera me û gelê me ve tên bîranîn. Careke din di şexsê wan de em hemû şehîdên me bi rêzdariyeke mezin bi bîr tînin û li ber bîranînên wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Şehîdên me yên ku heya roja îro berê têkoşîna me diyar kirine, wê ji vir û şûnde jî têkoşîna me ronî bikin, têkoşîna azadiyê wê bi pêşengiya wan bi ser bikeve.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Peyama kongreya MXDŞ’ê: Eger civak xwe ava bike, dewlet ne tiştek e!
Nûçeya Pişt re Li nêzî Balafirgeha Hewlêrê teqîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Êrişa çeteyan a li ser Minbicê hate şikandin: 10 çete hatin kuştin

Êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser Minbicê hate şikandin. Di encamê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kobanê cenazeyên 7 şehîdan hatin veşartin

Cenazeyê 7 şervanên ku di meha Çileyê de di êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Bêrîvan Bergareyî: Divê desthilata PDK’ê were dadgehkirin

Rojnamevan û çalakvana jin Bêrîvan Bergareyiyê got: "Malbata Barzaniyan bi sedan çalakvan qetil kirine, ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Amûdê 60 şehîd bi merasîmekî hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şêniyên Zirganê ji bo perwerdehiya bi zimanê Kurdî meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?