Çarşem, 11 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta Îmraliyê ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E’yê komplo şermezar kir û ji bo meşa li Strasbourgê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedana Rojava û Rojhilat li tualê hat xêzkirin.

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Yekîtiya Netewî ya Kurd a ku di pêvajoya Rojava de ava bû, pêvajoya li Tirkiyeyê ji nû ve teşe dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kooperatîfa Jinan a Rawestayê: Li dijî xizaniyê piştgirî û keda kolektîf!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wong: Divê mirov bibe ronahî ji berxwedana bi pêşengiya jinan a li Rojava re!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hevdîtina Talabanî û Barzanî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xaneqînê bavek keça xwe ya 6 sal û nîv qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji kesayetên Başûrê Kurdistanê bang: Divê Kurd ji her rewşê re amade bin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên tevlî seferberiyê bûn li Qeladizê bi girseyî hatin pêşwazîkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    MIA-FED: Êrişên li dijî Kurdan sûcekî li hemberî Îslamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zilamê ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan sê kes qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > TOHAV: ‘Mafê Hêviyê’ bi rêk û pêk tê binpêkirin
Rojane

TOHAV: ‘Mafê Hêviyê’ bi rêk û pêk tê binpêkirin

Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) li Beyoglû ya Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xist û rapora xwe ya têkildarî "Mafê Hêviyê" parve kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Sibat 2026 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqê (TOHAV) jî têkildarî “Mafê Hêviyê” raporek berfireh ku ji derdora 70 rûpelî pêk tê amade kir.

Rêveberên TOHAVê ji bo eşkerekirina raporê li avahiya xwe ya li navçeya Beyoglûyê ya Stenbolê civînek çapemeniyê lidar xist. Rêveberên TOHAV’ê û endam û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) tev li civînê bûn.

Li cihê daxuyaniyê pankarta “Bila Mafê Hêviyê bê naskirin” hat vekirin. Kurtahiya raporê wek daxuyanî ji aliyê rêvebera TOHAV’ê parêzer Zozan Vargun ve hat xwendin. Rapor bi zaravayê Kurmancî yê zimanê Kurdî û Tirkî ango bi du zimanan hatiye amadekirin.

Daxuyaniya ku wek kurtahiya raporê bi raya giştî re hate parvekirin, bi vî rengî ye:

“Mafê hêviyê di dema me da ji bo pergalên hiqûqî yek ji ezmûnan herî girin e. Armanca vê raporê ew e ku vî mafî derxe hilê, nîqaşên têkildarî wî mafî di astên hiqûqî û civakî de kûrtir bike û îradeya ji bo reformê xurttir bibe. Li ser bingeha vê çendê ku mafê hêviyê mafekî bingehîn e ku hêviyên kesekî ji bo pêşerojê û îhtîmala wan a guhertin û ji nû ve entegrekirina wan di nav civakê de diparêze, ev rapor angaşt dike ku pratîkên di nav pergala dadgeriya sizayî de, ku vê hêviyê bi tevahî ji holê radikin ne ji hêla qanûnê ve û ne jî ji hêla exlaqî ve rewa nînin. Pratîka dadî ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û hişyariyên ku ji hêla dezgehên çavdêriyê yên Neteweyên Yekbûyî ve ji Tirkiyeyê re hatine dayîn jî piştgiriyê didin vê angaştê. Di vê çarçoveyê de, rapor bi taybetî mafê hêviyê ji bo wan girtiyan dinirxîne ku ji ber ‘terorîzm û tawanên destûrî’ hatine darizandin û sizaya zindankirina hetahetayê ya girankirî li ser wan hatîye sepandin û mafê berdana bimerc hatine bêparkirin.

Ev rapor tenê bi rejîma înfazê re sînordar e û balê nakşîne ser vê çendê ka gelo darizandinên ku bingeha girtinê pêk tînin, li gorî prensîbên darizandineke dadmendane pêk hatine an na. Rapora mafê hêviyê di çarçoveya bingehên wê yên têgehî, dîrokî û normatîv de vedikole. Di vê çarçoveyê de, girîngiya mafê hêviyê ji bo civakek demokratîk û têkiliya wê bi diyardeyên mîna têkiliyên sivîl, siyaseta sizayî ya rewiştî û baweriya civakî re tê lêkolînkirin. Di çarçoveya Tirkiyê de, mafê hêviyê di bin sernavên wekî rakirina sizaya darvekirinê û peydabûna sizaya zindankirina heta hetayê ya kirankirî, rêziknameyên qanûnî û îhtimalên berdanê, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û erkên Tirkiyê, giraniya rejîma darvekirinê, mijara hucreya takekesî, rexneyên navneteweyî û mijara şefafiyetê de hatiye lêkolînkirin. Ev metin her wiha agahîyên pratîkên dadî yên têkildarî pîvanên ku ji hêla Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve ji bo parastina mafê hêviyê hatine dariştin nîqaş dike û vedikole. Di vê çarçoveyê de, pratîk û modelên cûda yên Ewropî hatine lêkolînkirin. Ev lêkolîn çarçoveya qanûnî û kargêrî ya heyî ya ji bo sîstema sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî li Tirkiyeyê vedikole. Rakirina sizaya bidarvekirinê ji hêla dîrokî ve tê analîzkirin, guhertinên qanûnî têne nirxandin, û xalên giring ên di qanûnên bingehîn da ku têkildarî sîstema sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî ne, têne nîqaşkirin. Beşek taybetî ji bo bandora Abdullah Ocalanî li ser pêşveçûna vê qanûnê hatîye veqetandin. Di wê beşê da rakirina sizaya darvekirinê, danîna sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî li dewsa wê û binpêkirina binemaya wekheviyê hatîye lêkolînkirin.

Ev rapor agahîyên tekûz û biroj yên kesên ku li Tirkiyeyê sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî li ser wan hatîye sepandin pêşkêşî raya giştî nake. Ji ber vê yekê, kêmasiya daneyan û nebûna şefafiyetê wekî mijarên cuda hatine nîqaşkirin. Di bin sernavê ‘Bandorên Rejîma Înfazê li ser Tenduristiya Derûnî û Fizîkî ya Girtiyên ku sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî li ser wan Hatîye Sepandin’ de, hin agahiyên derbarê şert û mercên girtinê, binemayên hiqûqa navneteweyî yên derbarê hucreya takekesî û sizaya hucreyê de hatine pêşkêşkirin.Gewhera girêder ya biryarên DMME’yê û bicîhanîna wan di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de, û her wiha bandorên pêvajoya çavdêriya berdewam a Komîteya Wezîran li ser hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê, di çarçoveya qanûnên heyî de hatîye nîqaş kirin. Di bin sernavê “di Pratîkê de Pirsgirêk” de, pêkhate û karê desteyên kargêrî û desteyên çavdêriyê, desthilatên wan ên îhtiyarî di nirxandina başreftarîyê de, pirsgirêkên ku rû dane û çareseriyên pêşniyarkirî hatine nîqaşkirin. Ev rapor eşkere dike ku sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî li Tirkiyeyê ne tenê bûye pirsgirêkeke takekesî, lê di heman demê de bûye pirsgirêkek mafên mirovan a çarçoveyî jî, û ev rejîm li dijî rûmeta mirovan e. Ev sîstem, ku piştî rakirina sizaya bidarvekirinê wekî gaveke mafên mirovan ya pêşketî hate pêşkêşkirin, di pratîkê de bûye pergaleke bêhêvîbûnê ya herûher. Ev rapor bi lêkolîna mafê hêviyê li ser bingehên wê yên têgehî, dîrokî û qanûnî, nîşan dide ku pratîka li Tirkiyeyê bi awayekî sîstematîk vî mafî binpê dike.

Mafê hêviyê tenê bi îhtîmala bidestxistina azadiyê sînordar nîne, lê belê ev maf herwiha berdewamîya girêdayîbûna bi pêşerojê re, guherîn û têketina dubare ya di civakê de ye. Di vî warî de, mafê hêviyê sînorek exlaqî li ser fonksiyona sizayî ya qanûnê çê dike. Dewlet nikare kesekî li ser bingeha kiryarên wî yên berê hetahetayê mehkûm bike, lê belê neçar e ku îhtîmalên pêşerojê jî li ber çavan bigire. Her wekî ku di vê raporê de jî amaje pê hatîye kirin, ev maf beşek necudabar ya binemaya rûmeta mirovan e û tekezîyê li ser vê çendê dike ku mirov ne tenê bi kiryarên xwe yên berê, lê belê di heman demê de bi potansiyela xwe ya ji bo pêşerojê jî mirov e. Di hiqûqa navneteweyî de, ev têgihîştin çavkanîya xwe dispêre xala 3yem a Peymannameya Mafên Mirovan ya Ewropayê, ku muameleya nemirovane û sivikker qedexe dike. Pêşîneya dadî ya ku ji alîyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve di dozên mîna Kafkaris , Vinter, Murray , Petukhov , Marcello Viola’yê da hatîye esasgirtin, amajeyê bi vê babetê dikin ku biryarên sizaya zindanîkirina herûher tenê wê demê li gel rûmeta mirovî diguncin ku ji alîyê hiqûqî (de jure) û hem jî ji alîyê pratîkî ve (de fakto) kêmkirina wan pêkan be. Li gor biryarên dadgehê, heger ku di tu şert û mercan de îhtîmala berdana kesekî neyê berçavgirtin, ev tê vê wateyê ku kapasîteya wî kesî ya guhertinê tenê ji ber rabirdûya wî tê sînordarkirin. Ji ber vê yekê jî, divê mekanîzmayên nirxandinê herî zêde piştî 25 salan werin destpêkirin, di navberên birêkûpêk de werin dubarekirin, û pêşkeftina kesane û têkiliyên civakî yên wî kesê di wan nirxandinan da li ber çavan bên girtin.

Di dozên têkildarî Tirkiyeyê yên mîna Doza Ocalan (Hejmar 2), Kaytan, Gurban û Boltan de, biryarên dayî vê rastîyê derdixin holê ku rejîma sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî mafê hêviyê ji holê radike. Dadgeh gihîştîye vê encamê ku mekanîzmayên berdana bi merc yan tune ne yan jî tenê bi awayekî teorîk hene. Ew mekanîzma xala 3yê ya Peymannameyê binpê dike û efûyên serokkomarîriyê nikarin şûna nirxandina birêkûpêk, berdest û serbixwe bigirin. Ev encam nîşan dide ku pirsgirêk di gewhera xwe da pirsgirêkên çarçoveyî ne, ne takekesî. Komîteya Wezîzan ya Konseya Erwopayê di çarçoveya Koma Gurbanê de ku çavdêriya pêkanîna van binpêkarîyan dike, di nirxandinên xwe yên têkildarî Tirkiyeyê de daxwaza çaksazîyên berfireh kiriye û ji Tirkîyeyê xwastîye ku vê pirsgirêka çarçoveyê çareser bike. Komîteyê bi taybetî destnîşan kiriye ku xala 107/16ê ya Qanûna Hejmar 5275 ya têkildarî Bicîhanîna Tedbîrên Sizayî û Ewlehiyê û pratîkên têkildarî wê mafê hêviyê bi awayekî pratîkî ji holê radikin. Komîte ji Tirkiyeyê dixwaze ku li gorî standardên DMME’yê pergalek nirxandin û berdana bi merc ava bike. Tevî vê yekê jî, Tirkiyeyê gavên pêwîst neavêtine.

Beşa mînakên berawirdî yên hiqûqî û pratîkî ya vê raporê nîşan dide ku piraniya dewletên endam ên Konseya Ewropayê piştî demek diyarkirî mekanîzmayek nirxandina serbixwe û dadî ava kirine. Li van welatan, sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî nayê wateya bêhêvîtiyê, lê ew maf bi pêvajoyên ku kapasîteya takekesî ji bo guhertin û vegerandina nav civakê dinirxînin tê hevseng kirin. Li beranber vê, rejîma sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî li Tirkiyeyê hem di warê berdana bi merc de û hem jî di warê şert û mercên girtinê de bi awayekî neguncan li gel rûmeta mirovan berdewam dike. Li Tirkîyeyê sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî, nirxandina keyfî ya “başreftariyê” û nebûna şefafiyetê berdewam dike û çarçoveyekê diafirîne ku rûmeta mirovan a girtiyan binpê dike û têkiliyên wan bi civakê re qut dike. Ev wêne, dema ku bi hejmara girtiyên ku di bin vê rejîmê de ne re tê nirxandin, nîşan dide ku mafê hêviyê ne tenê bûye pirsgirêkek takekesî, lê di heman demê de bûye pirsgirêkek demokratîk û civakî li Tirkiyeyê. Lewra civakek heya wê demê demokratîk e ku dikare baweriya welatîyê xwe bi pêşerojê garantî bike. Pergaleke hiqûqî ku hêviyê ji holê radike, ne tenê girtiyan, lê di heman demê de civakê jî mehkûmî bêhêvîtiyê dike. Armanca hiqûqê ne tolhildan, lê belê armanca dê dadmendî û parastina potansiyela mirovî ye. Di vê çarçoveyê de, gavên ku divê Tirkiye bavêje zelal in.

Li gorî pêşîneya dadî ya DMMEyê û pîvanên Peymannameya Mafên Mirovan ya Ewropayê, ji bo parastina mafê hêviyê:

* Divê têkildarî dozên sizaya zindanîkirina herûher ya girankirî, mekanîzmayek nirxandinê ya serbixwe, şefaf û birêkûpêk di dawiya heyamek diyarkirî de were damezrandin;

* Divê mafê berdana bi merc ji hemû girtiyan re bê îstîsna were dayîn;

* Divê şert û mercên înfazê yên têkildarî hucreya takekesî bên rakirin û mercên jiyanê li gor rûmeta mirovî bên afirandin;

* Divê daneyên têkildarî înfazê û girtiyan bi awayekî rêkûpêk û berdest bi raya giştî re werin parvekirin, da ku zemînek ji bo çavdêriya giştî û berbarîyên navneteweyî were avakirin.

Ev gav ne tenê pêdiviyeke biryarên DMME’yê ne, lê di heman demê de ceribandinek e li ser angaşta Tirkiyeyê ya ku dibêje dewletek hiqûqî ye. Mafê hêviyê binemayek e ku pîvana mirovîbûna sizayê diparêze û wijdanê hiqûqê temsîl dike. Pergala ku vî mafî ji holê radike, mirovbûna mirovan înkar dike û bêhêvîtiyê li cihê dadmendiyê dadinê. Ji ber vê yekê, ev rapor mafê hêviyê ne tenê wekî têgiheke hiqûqî, lê belê wekî binemayekî neçarî ji bo berdewamiya mirovahiyê û demokrasiyê dinase. Pergalek ku hêviyê qedexe dike, rûmeta mirovan jî qedexe dike. Li ser vê esasê jî, misogerkirina mafê hêviyê pêşmerca parastina rûmeta mirovan û pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Kobanê ya dorpêçkirî rojane bi sedan kes ji ber ava nepaqij nexweş dikevin
Nûçeya Pişt re Heyeta Îmraliyê ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike bi rê ket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG-NRÇ şehîd Zenda bi hurmet bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê Zenda Bermal bi hurmet bi bîr anî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya girtîgehê di êşkenceyê de israr dike: Pêvajo min eleqedar nake!

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Xarpêtê dewam dike. Parlamenter Serhat Eren anî ziman ku rêveberiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Cejna Berxwedana Neteweyî: Gelê me ber bi azadiyê ve dimeşe

Rêveberiya Tevgerê Cejna Berxwedana Neteweyî pîroz kir: Gelê me îro bi Pêvajoya Aştî û Civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Heyeta Îmraliyê ji bo bi Erdogan re hevdîtinê bike bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KCÊ-E’yê komplo şermezar kir û ji bo meşa li Strasbourgê bang kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berxwedana Rojava û Rojhilat li tualê hat xêzkirin.

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Yekîtiya Netewî ya Kurd a ku di pêvajoya Rojava de ava bû, pêvajoya li Tirkiyeyê ji nû ve teşe dide

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?