Di çarçoveya pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaşên berfireh tên kirin. Piştî komîsyona çareseriyê ya li meclisê hatiye avakirin çû serdana Rêber Apo, partiyên siyasî jî raporên xwe yên ku pêşniyarên çareseriyê pêşkêşî meclisê kirin.
Zanyarê siyasî Toros Korkmaz di nirxandina vê pêvajoyê de diyar kir ku raporên ku ji hêla hikûmetê ve hatine amadekirin li ser nêzîkatiyek “ewlehiyê” ne; lê gumann muxalefetê yên li ser “hevrûbûna dîrokî” wekî astengiyek cidî li ser masê ne. Korkmaz destnîşan kir ku ji bo ku ev hemû astengî werin derbaskirin û ji bo demokratîkbûna rastîn were bidestxistin, girîng e ku Rêber Apo ji “mafê hêviyê” sûd werbigire û bigihêje azadiya xwe.
TIRSA DESTHILATÊ YA HILBIJARTINÊ
Korkmaz raporên ku ji hêla hikûmeta AKP û MHP ve hatine pêşkêş kirin analîz kir û destnîşan kir ku nivîs rasterast ne li ser pirsgirêka Kurd in; berevajî vê, ew nivîsên ji bo parastina fikarên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ne.
Korkmaz anî ziman ku AKP “partiyeke hilbijartinê” ye û diyar kir ku pêşeroja siyasî ya Erdogan û mayîna partiya wî bi serketina hilbijartinan ve girêdayî ye. Korkmaz destnîşan kir ku ji ber vê yekê, ew bi fikara dengan tevdigerin. Korkmaz anî ziman ku ji bo hilbijêrên ku bi salan e li ser xeta nîjadperestî û faşîzan hatine konsolîdekirin ji gavên demokratîkbûnê netirsin, hewl dide pêvajoyê bi rêya rîskên herêmî yên wekî “bekaya Tirkiyeyê” û “gefa Îsraîla Mezin” bazar bike. Korkmaz got, ”Ger desthilatdar bikaribe vê astengiya ewlehiyê derbas bike û alîgirên xwe îkna bike, wê gavê gengaz be ku derbasî qonaxa demokratîkbûnê bibe.”
‘REWATIYA OCALAN Û DEM PARTÎ ZÊDE BÛN’
Toros Korkmaz diyar kir ku ji nîqaşan wêdetir ev pêvajo ji bo Kurdan “derbasbûnek” pir girîng çêkiriye û bi bîr xist ku du xalên bingehîn ên vê rewşê hene û wiha dimand: “Qebûlkirina rewatiya mutleq a DEM Partiyê û pozîsyona lîdertiyê ya Abdullah Ocalan tê tescîlkirin.”
Korkmaz destnîşan kir ku nêrîna neyînî ya ku bi salane hatiye avakirin, veguheriye nîqaşa ”rêberê damezrîner” a ku ji hêla beşên dewlet û siyasetê ve hatiye pejirandin qonaxek girîng û dîrokî ye. Korkmaz diyar kir ku Kurdan careke din bi vê pêvajoya nû îspat kir ku ew bi hêza xwe ya demografîk, siyasî û rêxistinkirî aktorek girîng ên Rojhilata Navîn in.
‘MUXALEFET Û ÇEPGIR PÊVAJOYÊ ŞAŞ DIXWÎNIN’
Korkmaz ji ber ku pêvajo di demek teng de asê kirine, ne tenê desthilatdar, di heman demê de muxalefet û hin derdorên çepgir jî rexne kir. Korkmaz teqez kir ku ew aliyên ku bi gotinên “Hîn qeyûm ranebûye, Demîrtaş nehatiye berdan, maf nehatine bidestxistin” xwe ji pêvajoyê dûr digirin, encamên siyasî yên demdirêj ên pirsgirêkê ji nedîtî ve tên.
Korkmaz li ser raporên partiyan ên derbarê çareseriya pirsgirêka Kurd de hatine amadekirin rawestiya û diyar kir ku ew rapora CHP’ê de behsa pirsgirêka Kurd dike girîng dibîne. Korkmaz ji ber ku CHP bi polîtîkayên xwe yên asîmîlasyon û tepeserkirinê yên bi zorê ji serdema damezrandina xwe de hevrû nayê û nakeve pêvajoya rexnedayînê wekî kêmasiyeke mezin nirxand û got ku nêzîkatiya CHP’ê ya li hemberî pirsgirêkê ku wekî pirsgirêkek teknîkî lê dinêre kêmasiyek mezin e.
Korkmaz bi bîr xist ku rapora ku ji hêla Koma Yenî Yolê ve hatî amadekirin li gorî rapora CHP’ê pêşketîtir e û got ku dikare hilbijêrên nîjadperest-muhafezekar îkna bike.
Korkmaz diyar kir ku TÎP di aliyê lîsteya mafên xwe de rapora herî pêşketî pêşkêş kir û anî ziman ku tevî vê yekê jî hemû beşên çepgir di hevrûbûna komkujiyên dîrokî yên wekî Serhildana Şêx Sêîd a 1925’an û Komkujiya Dersimê ya 1937-1938’an kêm man.
‘JI BO AŞTIYÊ PÊDIVÎ BI TÊKOŞÎNA CIVAKÎ HEYE’
Korkmaz destnîşan kir ku di aliyê civakîbûna aştiyê de erkên mezin dikeve ser milê raya giştî û got ku çareserî wê tenê bi siyaseta makro re sînorkirî nemîne. Korkmaz bi bîr xist ku li dijî pêşdaraziya dijberiya Kurdan a ku di nav civakê de kûr bûye têkoşînek şert e û destnîşan kir ku ji sendîkayên karkeran bigirin heya rêxistinên pîşeyî, di vê pêvajoyê de divê berpirsiyariyê bigirin ser xwe.
Korkmaz bal kişand ser pêwîstiya pêvajoyek perwerdekirina ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ev nirxandin kir: “Di çapemeniya dîtbarî û nivîskî, mufredata perwerdehiyê de wekî ‘komên xayîn’ behsa Kuradan were kirin nayê qebûlkirin. Saziyên mîna Eğîtîm-Senê divê li dijî van mufredatan kampanyayên bihêztir bemeşîne.
Korkmaz têkildarî heqaretên li hemberî Leyla Zana jî ev tişt anî ziman: “Bêdengiya li hember êrîşên nijadperest ên li dijî Leyla Zana li stantên Bursasporê yek ji astengiyên herî mezin ên aştiya civakî ye. Divê li dijî êrîşên nijadperest ên bi vî rengî di asta mîkro têkoşînek îdeolojîk û çandî were meşandin.”
‘DIVÊ BI DENGÊ BILIND BIBÊJIN KU DIVÊ OCALAN NE DI GIRTÎGEHÊ DE BE’
Toros Korkmaz anî ziman ku divê êdî azadiya Rêber Apo ji mijara nîqaşê bê derxistin û diyar kir ku ev gav ji bo rewatiya navneteweyî û herêmî ya pêvajoyê pêwîstiyek stratejîk e û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan ne tenê li Tirkiyeyê, li seranserê Rojhilata Navîn giraniyek wî ya sembolîk û siyasî li ser Kurdan heye.”
Korkmaz pêvajo bi ezmûna demokratîkbûna Efrîkaya Başûr re berawird kir û wiha dewam kir: “Çawa ku azadkirina Nelson Mandela di pêvajoya aştiyê ya Efrîkaya Başûr de rolek diyarker û avaker lîst, Ocalan di bin şert û mercên azad de beşdarî pêvajoyê bibe wê heman bandorê bike. Tişta ku wê pêşiya hemû nîqaş û dudiliyên li ser ‘Ma Ocalan azad e, gelo ew bi îradeya xwe ya azad diaxive?’ bigire, azadiya wî bi xwe ye. Hêzên demokratîk divê sînorên teng ên qanûnî yên ku ji hêla hikûmetê ve hatine xêzkirin derkevin; divê ew bi dengekî bilindtir bibêjin ku divê Rêberê siyasî ne di girtîgehê de be.”

