Duşem, 29 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Altûn li mala xwe ya li Tuzluçayirê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Der barê Demîrtaş de dozek nû hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo li São Pauloyê banga têkoşînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Heval Arslan li Belçîkayê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Eger komîsyon bi rola xwe rabe, wê derî li pêşketinên dîrokî vebe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa Emerîkî Goldstein piştgirî da banga Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    TAJÊ bang li hikûmeta Iraqê kir: Bi lîstokên PDK’ê nexapin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnews û ANHA servîsên xwe yên Tirkî digirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Valatiya ku veqetîna şeş salan li pey hiştiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    20 ciwanên Êzidî tevlî nava refên YBŞ’ê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ: Wê di nava têkoşîna me de timî bêne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Riza Altûn hêza lêdanê û kûrahiya îdeolojîk kir yek

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meş: Em edaletê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Somayeh Raşîdî li girtîgeha Îranê jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hêzên Ewlekariya Hundir-Jin ewlehiya civakî pêk tînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA wê ji Amedê bimeşe Enqereyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Gefên li dijî rojnamegerên jin zêde dibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Denîz Bîlgîn ‘Pioggia di nuvole’ bi xwînerên xwe re tê cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlm a Rojava fîlmê ‘Heval Birako’

    Ji aliyê Stêrk TV

    5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brukselê stranên Kurdî bi senfoniyê re gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Julîde Kural vîdeoyek bi navê ‘Ji bo aştiyê soza min heye’ amade kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Cîhan > Trump işaret bi nêta guhertina rejîmê kir, Îsraîlê êrîş bir ser 6 balafirgehan
Cîhan

Trump işaret bi nêta guhertina rejîmê kir, Îsraîlê êrîş bir ser 6 balafirgehan

Serokê DYE'yê Donald Trump ji bo Îranê got 'Çima guhertineke rejîmê neyê kirin?', Îsraîlê jî serê sibehê careke din êrîş kir. Îran û Rûsya jî helwestên xwe koordîne dikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Donald Trump piştî bombardûmana li ser navendên nukleerî yên Îranê li ser medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, “Bi qasî ku ji dîmenên peykê têne dîtin, xisareke gelekî mezin li hemû navendên nukleerê yên Îranê bûye. Gotina herî rast ew e ku mirov bibêje bi temamî tine bûye.”

Trump got, “Xisara herî mezin di binê erdê de pêk hat. Tam lê ket.”

‘GUHERTINA REJÎMÊ ÇIMA NEBE?’

Beriya niha gelek payebilindên rêveberiya Washingtonê îdîa kirin ku armanca destwerdana Emerîkayê guhertina rejîmê nîne, lê belê Donald Trump bal kişand ser vê nêta xwe. Donald Trump li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal Truht Socialê got, “Eger rejîma heyî ya Îranê MEZINAHIYA ÎRANÊ RADESTÎ WÊ NAKE wê demê çima guhertineke rejîmê nebe?”

RUBIO DI MIJARA TENGAVA HURMUZÊ DE HIŞYARÎ DA

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio jî hişyarî da Îranê ku dest ji meyla xwe ya girtina Tengava Hurmuzê berde ku yek ji pênc parên petrola hilberandî ya cîhanê jê derbas dibe.

Rubio ji Fox Newsê re axivî û got, “Eger vê bikin, hingî wê xeteyeke din a metirsîdar kiribin. Eger vê bikin ev yek wê ji bo wan bibe întihara aboriyê, em jî dikarin li hemberî vê yekê tedbîran werbigirin.”

Rubio got, “Ez hikumeta Çînê teşwîq dikim ku di vê mijarê de bang li wan bike, ji ber ku ji bo Çîn ji bo petrolê bi giranî bi Tengava Hurmuzê ve girêdayî ye.” Çînê jî bombardûmana Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ya li ser Îranê şermezar kir.

DYE’YÊ BANG LI WELATIYÊN XWE KIR KU HÎN BÊHTIR BALDAR BIN

Washingtonê piştî êrîşa roja Yekşemê ya li ser navendên nukleerê yên Îranê û gefa Tehranê ya bersivdayinê, bang li welatiyên xwe yên li cîhanê kir ku hîn bêhtir baldar bin.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin, “Wezareta Karên Derve pêşniyarê li welatiyên Emerîkî yên li çar aliyên cîhanê dike ku hîn bêhtir baldar bin.”

LI NAVENDA LEŞKERÎ YA LI KIRMAŞANÊ HATE XISTIN

Artêşa Îsraîlê sibeha Duşemê di roja 11’emîn a şerê navbera herdu welatan de ragihand ku li navendên binesaziya leşkerî yên Îranê yên li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê xistiye. Di daxuyaniya artêşê de hate gotin, “Hêzên hewayî li binesaziya leşkerî ya li bajarê Kirmaşan ê Îranê dixin.”

Artêşa Îsraîlê her wiha roja Yekşemê ragihand ku li navenda fuzeyan û binesaziya leşkerî ya li rojavayê Îranê xistiye û got, “Di çarçoveya êrîşan de hêzên hewayî yên Îsraîlê li binesaziya avêtin û depokirina fuzeyan xistin ku bi armanca zerardayina li Dewleta Îsraîlê dihatin bikaranîn.” Her wiha hate ragihandin ku li binesaziya peyka leşkerî û radarê ya li rojavayê Îranê hatiye xistin.

VÊ ŞEVÊ LI 6 BALAFIRGEHAN HATE XISTIN: 15 BALAFIR HATIN ÎMHAKIRIN

Artêşa Îsraîlê vê sibehê daxuyaniyeke nû da û got, “Artêşa Îsraîlê li Îranê êrîş bir ser 6 balafirgehan. Balafirên bêmirov 15 balafirên şer û helîkopterên şer ên rejîma Îranê îmha kirin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Îran hewl dide qada xwe ya hewayî xurt bike. IDF (Artêşa Îsraîlê) li rojava, rojhilat û herêma navendî ên Îranê êrîşî 6 balafirgehan kir. Di dema bombardûmanê de êrîş li balafirên rejîma Îranê yên F-14, F-F û AH-1’ê ahte xistin.”

LI LORISTANÊ DRONEYA ÎSRAÎLÊ HATE XISTIN

Artêşa Îsraîlê piştrast kir ku balafireke bêmirov a wan ku li eyaleta Loristanê operasyonên leşkerî dimeşand hatiye xistin.

NETANYAHU: EM Ê LI ÎRAN Û XEZEYÊ BI XURTÎ KARÊ XWE DEWAM BIKIN

Serokwezîr Binyamin Netanyahu êvara Yekşemê di civîneke çapemeniyê de ku berê hatibû qeydkirin anî ziman ku Îsraîl wê li Îran û Xezeyê ‘bi tam kapasîteya xwe’ karê xwe dewam bike.

ÎRAN: EM Ê BERSIVA BI BIRYAR BIDIN

Ajansa nûçeyan a li Îranê bi Erebî weşanê dike, ragihand ku fermandarê artêşa Îranê gotiye, “Emerîkiyan dema ku sûc kirin her carê bersiveke bi biryar wergirtin, vê carê jî wê heman tişt bibe.”

GELO MILÎSÊN LI IRAQÊ XWE JI BERSIVDAYINÊ RE AMADE DIKIN?

Rojnameya Al Akhbar a Lubnanê ku ser bi Hîzbûllahê ve ye, ragihand ku milîsên alîgirê Îranê yên li Iraqê xwe amade dikin ku bersiva êrîşa Emerîkayê ya li ser navendên nukleerê bidin.

HÎZBÛLLAH WÊ TEVLÎ ŞER NEBE

Çavkaniyên Lubnanî daxuyanî dan rojnameya Siûdî Eşarq El Ewsat û diyar kirin ku Hîzbûllah di helwesta xwe de bi biryar in ku tevlî şerê bi Îsraîlê re nebe.

ÎRAN Û RÛSYA HELWESTA XWE KOORDÎNE DIKIN

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî roja Duşemê serdana Moskowê kir.

Li gorî ajansa nûçeyan a Rûs TASS’ê, Rûsya û Îranê têkildarî rageşiya heyî ya li Rojhilata Navîn “Helwesta xwe koordîne dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Êrîşa hewayî li dijî Îranê pêk hat
Nûçeya Pişt re Lotte Errell: Wênekêşa ku bi objektîfa xwe cîhan keşf kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li firoşxaneya Viadellerosê hem hat tacîzkirin û hem jî bi sûcdarkirinê ji kar hat derxistin

M. A ku li firoşxaneya Nîşantaşiyê ya Viadelleros ê hem hate tacîzkirin û hem jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Kejal Ebdulqadir: Newroz roja nûbûn û rizgariyê ye

Çalakvan û parêzvana mafên jinan Kejal Ebdulqadir der barê Newrozê de wiha got: “Newroz roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Îranê pêşniyara ji bo rasterast muzakereya bi DYE’yê re red kir

Serokê DYE’yê Donald Trump têkildarî bernameya nukleer pêşniyar kir ku Îran bê navbeynkar bi DYE’yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Êrîşa çeteyên DÎAŞ’ê li ser Dêrazorê: 5 şervanên QSD’ê şehîd bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Mirinên ji penceşêrê heta sala 2050’î dibe ku bi lez zêde bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

ROJIN’ê daxwaz kir ku rojnameger Haval Arslan tavilê were berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Zelenski: Piştî şer qediya, ez amade me dest ji wezîfeyê berdim

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?