Trump di axaftina xwe de got, “Me ji Venezûelayê ku dost û hevkarê me yê nû ye zêdeyî 80 milyon warîl petrol kirî.”
Di meha Çileyê de hêzên Emerîkî Serokdewletê Venezûealyê Nicolas Madûro revandibû û giritbû. Balkêş e ku piştî vê bûyerê, DYE hewldanên xwe yên ji bo kontrolkirina rezervên hîdrokarbon ên vî welatî zêde kiriye.
Tê zanîn ku Venezûela li cîhanê xwedî rezervên herî mezin ê petrolê ne, lê belê ji ber kêmasiya binesaziyê hilberîna rojane heta niha di asta milyonek warîlî de ye.

