Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump anî ziman ku berdêla alîkariya leşkerî ya ku DYE’yê da Ûkranyayê divê ji aliyê welatên Ewropayê ve li Washingtonê bê vegerandin.
Trump li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî da û diyar kir ku heta niha “Bi sedan milyar dolar bêberdêl” ji Ûkrayna û NATO’yê re hatiye dayin û îdîa kir ku divê Ewropa vî pereyî vegerîne. Trump ragihand ku ji ber rêveberiya Serokê Demokrat ê beriya niha Joe Biden heta niha ev berdêl nehatiye vegerandin.
Trump her wiha qala nîqaşên li ser stokên cebilxaneyan ên DYE’yê kir. Trump rexneyên li ser kêmbûna stokên cebilxaneyê yên artêşa Emerîkayê yên ji ber şerê Îranê rexne kir û îdîa kir ku DYE’yê hilberîn zêde kiriye û stokên nû yên cebilxaneyan ava kiriye.
Trump got, “Li şûna ku ji welatên cuda re bifiroşin em van ji xwe re dihêlin, lê belê firotina ji bo hevalbendan wê di demeke nêz de jinûve destpê bike.”
DYE û NATO’yê par ji bo bersivdayina li pêwîstiya çekên sereke yên Ûkraynayê hewldana “Prioritized Ukraine Requirements List” (PURL) dabûn destpê kirin. Dİ çarçoveya vê mekanîzmayê de welatên Ewropayê berdêla çekên DYE’yê didin ku radestî Ûkraynayê têne kirin.
Lê belê Trump îdîa dike ku alîkariya leşkerî ya berê jî hatibû dayin divê ji aliyê Ewropa ve bê fînansekirin.

