Sêşem, 18 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Wezîrê Edaletê daxuyaniya têkildarî serdana Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari û Ozgur Ozel jî di nav de ji bo 11 wekîlan fezleke hatin amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahçelî: Eger pêwîst bike ez ê li gel sê hevalên xwe biçim Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gel raporên nexweşxaneyê jî girtiyê bi nexweşiya giran Hakki Goren nayê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di doza komkujiya girtîgehê de biryara ‘demborî’ hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê li ser sindoqan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Kurd û komek Tirkmen bi hev ketin: 2 polîs mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê milîtanên Apoyî yên fedaî bi hurmetî bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Goçer: Divê dewlet dest ji avaniya xwe ya mîlîtarîst berde

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Polîsan avêtin ser pêşangeha 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna aştiyê di heman demê de têkoşîna li dijî tundiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    SMJÊ: Em pêşengiyê ji bicihanîna banga Rêber Apo re dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Kocaeliyê bi jinan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DEM Partiyê serdana karkerên di berxwedanê de kir: Ev ne qeza ye komkujî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek li dijî derbasbûna kujer bo girtîgeha vekirî: “Ev sîstem hevkarê sûc e”

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi destê dayîkan domandina çanda dêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara nû ya kovara Hunerê derket: Şehîdên hunerê û komun

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nava xweliyên Sînema Amûdê ‘Festîvala Fîlman a Rojava’ destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Tu êrîş nikare dengê heqîqetê qut bike’
Kurdistan

‘Tu êrîş nikare dengê heqîqetê qut bike’

MKG’ê û DFG’ê êrîşa li ser rojnamevanan şermezar kir û got: “Azadiya çapemeniyê yek ji stûna bingehîn a civakên demokratîk e. Ew ê tu zext, gefxwarin nikaribin rojnamegerên li ser şopa heqîqetê û rastiyê derdixin holê bêdeng bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk li navçeya Seyîdsadiq ya bi ser Silêmaniyê ve wesayîta rojnamevanan bombebaran kir. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan. Rojnamevan Rêbîn Bekir (30) ê ji Silêmaniyê jî ku Berpirsê Medya Dijîtal yê Produksiyona Chatrê ye di nav de 6 rojnamevan jî birîndar bûn.

 Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) bi daxuyaniyekê êrîşa li ser rojnamevanan şermezar kirin û destnîşan kirin ku êrîşa li ser rojnamevanan derveyî mirovahiyê ye.

‘EV NE ÊRÎŞA EWIL E KU LI SILÊMANIYÊ LI DIJÎ ROJNAMEVANAN PÊK HATIYE’

 Berdewama daxuyaniya MKG’ê û DFG’ê wiha ye: “Ev êrîşa ne ya ewil e ku li Silêmanî li dijî rojnamevanan pêk hatiye. Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, Akademisyen û Rojnameger Nagihan Akarsel bi êrîşa çekdarî ya li ber mala xwe hat qetilkirin. Nagihana ku nûçegihantiya jinê kir û li ser vê yekê lêkolîn kir bi salan li Silêmaniyê dijiya. Li vir di heman demê de ji bo ‘Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê’ jî xebat dida meşandin. 

Êrîşa li dijî rojnamevanan tenê bi Silêmaniyê sînordar nemaye. Di 20’ê Mijdara 2022’yan de Tirkiyeyê êrişa hewayî li Dêrika Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û tevî nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah 9 kesî jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûbûn. Kesên jiyana xwe ji dest dabûn ji bo alîkariya birîndaran derketibûn rê. 

Di 24’ê Tebaxa 2023’yan de Tirkiyeyê bi SÎHA’yan êrîşî wesayita xebatkarên JIN Tv’yê ya di navbera rêya Qamişlo-Amûdê kir. Bi vê êrîşê Necmeddin Feysel Hecî jiyana xwe ji dest da. 

 Dîsa Tirkiyeyê di 8’ê Tîrmeha 2024’an de bi SÎHA’yê êrişî Şengalê kiribû. Bi vê êrîşê nûçegîhanê Çira TV’yê Murad Mîrza Îbrahim jiyana xwe ji dest dabû. Bi vê êrişê xebatakara Çira TV’yê Mydia Hussen her wiha kedkar Khalaf Khdir jî birîndar bûbûn. 

 AZADIYA ÇAPEMENIYE YA JI STÛNA BINGEHÎN A CIVAKÊN DEMOKRATÎK E

 Azadiya çapemeniyê yek ji stûna bingehîn a civakên demokratîk e. Ew ê tu zext, gefxwarin nikaribin rojnamegerên li ser şopa heqîqetê û rastiyê derdixin holê bêdeng bikin. Çapemeniya azad ewlehiya bingehîn a xwegihandina agahiyên rast a gel e. Lê belê her tim kedkarên çapemeniya azad ji ber vê helwesta xwe dibin hedef. Tê xwestin lawaz bibin. Lê belê tevî van zext û êrîşana jî em ê tu carî dev ji reva li dû rastiyê bernedin. Ew ê hêza heqîqetê her mezin bibe. 

 Pîşeya rojnamevaniyê civakan ronî dike û raya giştî agahdar dike. Ev bûyerên bi vî rengî yên qetilkirina hempîşeyên me nîşan dide ku rojnameger di bin şert û mercên çiqasî dijwar de peywira xwe bi cih tînin. Rojnamevan Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Îsam Ebdullah, Necmeddin Feysel Hecî û Murad Mîrza Îbrahim, ji bo civak rastiyê hîn bibe bi awayekî fedakar xebitîn û li ser peywira xwe jiyana xwe ji dest dan. Em ê bîranîna wan bi pênûs û kamerayên xwe bidin jiyîn. 

 BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYΠHAT KIRIN

Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku li dijî êrîşan peywira xwe bi cih bînin. Ji bo kesên van êrîşana li dijî rojnamegeran pêk tînin bê ceza nemînin em ê têkoşîna civakî û hiqûqî dewam dikin. Em vê yekê niha ji raya giştî re radigihînin. 

 Em ji bo hevalên xwe yên birîndar bûne şifayê dixwazin. Em sersaxiyê ji bo malbatên hevalên me yên jiyana xwe ji dest dane û ji hemû hevalên ku ji bo kevneşopiya çapemeniya azad têdikoşin, dixwazin. 

Em li hember bîranîna Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Îsam Ebdullah, Necmeddin Feysel Hecî, Murad Mirza Îbrahim û Nagihan Akarsel bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Êrîşa li ser rojnamevanan êrîşeke tirsonek e’
Nûçeya Pişt re KJK: Dest ji hevkariya komkujiya Kurd berdin!
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên hilbijartinê dewam dikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 11'ê Hezîranê dewam dikin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump têkildarî ‘Baregeha Bagram’ê gef li Talîbanê xwar

Serokê DYE'yê Donald Trump di ser Baregeha Hewayî ya Bagramê gef li rêveberiya Efganistanê xwar.

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên dewleta Îranê 2 aktîvîstên Kurd binçav kirin

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Rojhilatê Kurdistanê 2 aktîvîstên Kurd bi hinceta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Têkoşîna aştiyê di heman demê de têkoşîna li dijî tundiyê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şaredariyên DEM Partiyê dest bi çalakiyên 25’ê Mijdarê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo şervana YPJ’ê teziye hat danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?