Şemî, 11 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Civak li benda derxistina qanûnan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Botan: Pêvajo ne mijûlkirin, gavên şênber dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Avabûna Partiya Ciwan a Êzidî serkeftineke mezin e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayhan: Ne rast e ku em bêjin çîna karker a Tirkiyeyê ji bo têkoşîna aştiyê amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gavên pratîk zêdetir neyên derengxistin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê bertek nîşanî girtinan hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo ‘Mafê Hêviyê’ serî li Konseya Ewropayê hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyek hate xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Beriya meclîs bê girtin divê komîsyon bi lez bê avakirin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Beriya meclîs bê girtin divê komîsyon bi lez bê avakirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku ew ketine hefteyeke dîrokî, "li ber aştiyê ne" û got, "Beriya ku meclîs bê girtin divê bi lez komîsyon bê avakirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari li civîna koma partiya xwe ya heftane axivî. Dayikên Aştiyê û endamên Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye ku ji bajarên cuda hatibûn, Ahmet Turk û gelek kes tev li bûn. Tulay Hatîmogûllari, ji ewil 12 leşkerên li Herêma Federe ya Kurdistanê ji ber gaza metanê mirin bi bîr xist û ji malbatên wan re sersaxî xwest.

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser şewatên daristanan ên ji Bursayê heta Hatay û Cûdî û got ku sedema van şewatan xemsariya îktîdarê ye. Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji ber terkexemiyê niha Tirkiye dişewite û got: “Sedema van şewat û karesatan, polîtîkayên desthilatdariyê ne.”

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk, tevî her cureyên zext û tundiyê jî jin yek kêliyê nesekinîne û têkoşîna xwe ya aştiyê domandine. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku di şer de herî zêde jin bibandor dibin û got ku têkoşîna azadiyê ya jinan di heman demê de têkoşîna aştiyê ye. Tulay Hatîmogûllari, behsa jinên îro li pêşiya Meclisê meş li dar xistin kir û got: “Belê jinên hêja, we bi daxwaza ku pirsgirêka Kurd li ser zemîna hiqûq û qanûnî were çareserkirin bang li Meclisê kir. Niha peywira siyasetê ew e ku guh bide van daxwazên jinan û bicih bîne.”

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku li dijî jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet di meriyetê de ne û li rexekî qala aştiyê li rexa din jî êriş li ser destkeftiyên jinan tên kirin. Tulay Hatîmogûllari, got: “Aştî, bi tundiyê nayê avakirin. Divê jin di komîsyona li Meclisê de cih bigirin û tecrûbe û perspektîfên xwe yên çareseriyê bikarin pêşkeşi bikin. Weke DEM Partiyê em li her çar aliyên Tirkiyeyê xebatên xwe didomînin. Komîsyonên me yên navendî bajar bi bajar, navçe bi navçe digerin û pêvajoyê vedibêjin. ”

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku beriya Meclis were girtin divê “Komîsyona Aştî û Civaka Demokratîk” tavilê were avakirin û got: “Divê ev komîsyon di tevahiya havînê de bi şev û roj bixebite.”

Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku Şandeya Îmraliyê di hevdîtina duh a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re de li ser geşedanên têkildarî berdana çekan û yên li herêmê axivîne û wiha domand: “Em silavên ku birêz Abdullah Ocalan bi wesîleya şandeya me ji jin, ciwan û gelan re şandî bi we re parve dikin. Bi avêtina gavên pêwîst re, ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û aştiyê berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Birêz Ocalan di hevdîtinê de bi taybet jî li ser vê meseleyê sekinî. Em jî dibêjin ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê deriyên veguherîna demokratîk, hiqûq û azadiyê heta dawiyê bê vekirin.”

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari beha hevdîtina şandeyê ya bi Erdogan re kir û got: “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em derbasî hefteyeke dîrokî bûn. Şandeya me têkildarî pêvajoya heta niha û tiştên divê bên kirin bi birêz serokkomar re guftûgo kir. Ji bo ev hefte serkeftî derbas bibe, divê astengiyên siyasî û hiqûqî bên rakirin û deriyên demokratîkbûn û aştiyê bên vekirin. Hêviya gelên Tirkiyeyê ji her demê bêhtir zêde ye. Em di hefteyeke herî krîtîk de ne. Kêliyeke ku dê 100 salên pêşiya me diyar bikin nêz bû. Ev kêlî, dê bibe merasîma aştiyê ku em tevek bi hesreta wê dijîn. Ev kêlî, temînata aştiya Tirkiyeyê ye. Em di qonaxa aştiyê de ne.

Divê aştî li ser zemîneke demokratîk were avakirin û mayindekirin. Di vê mijarê de hewceye her kes erk û berpirsyartiyê li xwe bigire. Ger em têbikoşin, rêya aştî û demokrasiyê vekiriye. Pêdivî bi avêtina gavên şênber heye. Ev gav li rexekî lingê pêvajoyê yê civakê û lingê din jî biryarên Meclisê ne. Biryarên ji bo demokratîkbûnê ne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hikumeta Tirk ji Konseya Ewropayê got, ‘Em ê mafê hêviyê bi cih nînin’
Nûçeya Pişt re Li Îtalyayê çeteyên ku li ser Tirkiyeyê qaçaxçitiya koçberan dikir hat bêbandorkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji milîsên HBDH’ê çalakiya sabotajê

Milîsên Mahsûm Korkmaz ên HBDH'ê li Bûrsayê li febrîqeyekê çalakiya sabotajê kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Meşvanên Azadiyê: Em zarokên Dayika Taybet in, em ê bi ser bikevin!

Di ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ ya ku li Silopiyê dewam dike de hat gotin, "Em…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li gor zagonên cîhanî girtina Silêman Ehmed sûcekî pir mezin e’

Endamê Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê Mihemed Emîn da zanîn ku di hemû qanûnên mafê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayikên Şemiyê aqûbeta Nezîr Acar pirsîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Civak li benda derxistina qanûnan e

Ji aliyê Stêrk TV

Botan: Pêvajo ne mijûlkirin, gavên şênber dixwaze

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Avabûna Partiya Ciwan a Êzidî serkeftineke mezin e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?