Hevseroka Giştî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna heftane ya koma partiya xwe de bûyerên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllariyê diyar kir di di erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan de dewlet 72 saetan li qadê nebû û welatiyên di bin kavilan de terkî mirinê hatin kirin. Tulay Hatîmogûllariyê, anî ziman ku saziyên dewletê hem di dema erdhejê de hem jî piştre bêbandor bûn, îktîdarê naveroka van saziyan vala kiriye, tevî 3 sal derbasbûne jî hêj pirsgirêka cihê mayinê tê jiyîn û got: “We çi li bacên erdhejê kir? Bi van bacan dikare milyonek avahî bên çêkirin.”
Tulay Hatîmogûllariyê anî ziman ku niha avahiyên komî tên çêkirin û mifte tên teslîmkirin lê senedên vala bi mexdûrên erdhejê tên îmzekirin û got: “Anku dixwazin piştre li vir reqemekê binivîsin.”
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllariyê işaret bi krîza aborî kir û got ku desthilatdar hewl dide xizaniya li welat veşêre lê nikare.
Tulay Hatîmogûllariyê nerazîbûn nîşanî girtina Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî û 76 ESP’iyên din da û got: “Ev girtin, girtinên keyfî ne, girtinên derhiqûqî ne. Dema em li dosyayan dinêrin, dibînin ka naveroka wan çiqas vala ye. Çalakiyên li dijî MESEM’ê ku keda zarokan lê tê xwarin hatine kirin, bîranînê komkujiya Pirsûsê, posterê Che Guevara û hwd. weke sûc hatine nîşandan. Di serdegirtinê de polîsan li ser dîwarên Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê nivîsên weke ‘em hatin lê hûn tune ne’ û nivîsên zayendperest nivîsandine. Em vê zîhniyeta jinan weke gef dibîne baş nas dikin. Em jin li vir in û dê her li vir ji bo we bibin derd. Divê hevalên me yên ESP’î demildest bên berdan. Di şexsê hevrêyên xwe de em silavên xwe ji hemû girtiyên siyasî re dişînin.”
Bi domdarî Tulay Hatîmogûllariyê işaret bi rewşa li Îran û rojhilatê Kurdistanê kir û got: “Îran, bi sala ye krîza siyasî, civakî û aborî tune hesiband. Îktîdareke ku hebûna xwe li ser kuştina bi hezaran mirovan ddomîne heye. Li hêla din jî hêzên emperyalîst ên hewl didin ji nakokiyên navxweyî sûd bigirin hene. Di navbera van her duyan de jî civakeke ku zext lê tê kirin û krîzeke giran a aborî dijî heye. Ev xak, nikare hilweşîneke din a mezin ragire. Ji hêla Îranê ve tofanek nêz dibe. Dê ev tofan bandorê li tevahiya Îranê û cihanê bike. Bila rayedarên îranî guh bidin van gotinan û her guleya ew ber didin gel dibe zemîna mudaxileyên derve.
Di 29’ê Çileyê de li Sûriyeyê di navbera HSD û rêveberiya Şamê de mutabeqetek hate mohrkirin. Niha jî ji bo ev mutabeqet pratîk bibe xebat tên kirin. Tişta dikeve ser milê civaka navdewletî ew e ku ji bo vê bibin alîkar. Berpirsyarî dikeve ser milê Tirkiyeyê jî. Divê Mutabeqeta 30’ê Çileyê neyê sabotekirin. Ev hem ji bo pêşeroja Tirkiyeyê hem jî ya Sûriyeyê pir girîng e.”
Tulay Hatîmogûllariyê got ku divê tam jî dema lezdayîna pêvajoya li Tirkiyeyê ye û got: “Divê komîsyon raporeke ku xwedî çarçoveyeke siyasî û hiqûqî ya aştiya li Tirkiyeyê bi rastî jî pêk tîne amade bike. Ji bo DEM Partiyê sê perspektîfên sereke yên pêvajoyê hene. Ya yekemîn demokratîkbûn e. Aştî, ne hedefeke piştî demokratîkbûnê dikare bê bîra mirov e. Divê bi demokrasiyê re hemwext bê meşandin. Lewma yek ji şertên sereke yên demokratîkbûnê jî rakirina sepana tayînkirina qeyûm e. Divê kesên hatine hilbijartin dîsa vegerin meqamên xwe û peywira qeyûman bê bidawîkirin. Divê rapora komîsyonê bikare pêvajoya aştiyê misoger bike, bi aşkerayî yasayên azadiyê û verastkirinên entegrasyona demokratîk pêşniyar bike. Aştî ew pêvajoye ku yên li çiyê, yên li sirgûnê, yên ji welatê xwe qut bûn, bi awayekî birûmet dîsa tev li jiyaneke demokratîk bibin. Azadiya girtiyên siyasî yek ji parçeyên girîng a vê pêvajoyê ye. Perwerdeya bi zimanê dayikê ne lutif e, maf e. Heta ku înkara çandî bidome dê aştî aj nede. Misogeriya mayinde jî hemwelatiya destûra bingehîn û hemwelatiya wekhev e ku yekperestiyê red dike.
Li cihê hiqûq lê hatiye binpêkirin, aştî mayinde nabe. Li welatekî biryarên AYM û DMME’yê lê nayên bicihanîn, gotina aştiyê zêde baweriyê nade. Li cihekî girtiyên siyasî di hundir de, zemîneke saxlem ê aştiyê çênabe. Divê yên ji ber Lihevkirina Bajar hatine girtin û hemû hevşaredar bên berdan. Divê rapora komîsyonê têkildarî TCK, TMK û Qanûna Înfazê pêşniyara guherînên berfireh bike. Divê TMK êdî amûra krîmînalîzekirina siyaseta demokratîk nebe. Rejîma înfazê divê aştiya civakî xurt bike. Heta ku ‘mafê hêviyê’ yê birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din neyê naskirin dê zemîneke hiqûqî kêm bimîne. Her wiha divê were zanîn ku aktorê herî girîng ê pêvajoyê, birêz Abdullah Ocalan e û divê her kes li gorî vê tevbigere.
Aştî tê wê wateyê ku civak bêhnê bistîne. Bêyî azadiya fikr û xwedîfadekirinê, azadiya xwebirêxistinkirin û ya çapemeniyê aştî nabe… hewceye teqez li ser mafên perwerde, tenduristî, ewlehiya civakî û hwd. xebat bên kirin. Hewceye mafên jin û zarokan bên parastin, li dijî tundî û îstîsmarê têkoşîneke bibandor bê meşandin.
Yên dixwazin pêvajoyê pêş bixin, divê hiqûq û azadiyê taloq nekin. Aştî ne amûrek e ku îktîdar an jî derdorên cuda bi kar bînin. Aştî, îradeyeke gel e ku bi demokrasiyê re dimeşe, bi hiqûqê hatiye misogerkirin û bi azadiyan bihêz dibe. Aştiyeke rast û birûmet, tê wateya ewlehiyê bi xwe. Heke bi rastî jî daxwaza wan lezkirina pêvajoyê be, divê guherînên berbiçav bên kirin. Navnîşan diyar e. Demokrasî, hiqûq û azadî ne. Tiştên ji bilî ve tenê navê taloqkirinê ye. Ji bo aştiyê ne dema gotinê, dema avêtina gava ye. Weke DEM Partî em bi aştî, demokrasî, serweriya hiqûqê re ne. Em li dijî tehekûm, înkar, zext û operasyonên darazê ne.”

