Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst: Têkoşîna me ji Kızıldereyê ve berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YE’yê cezayên li ser Îranê dirêj kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên li Kizildereyê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nobeta Mexmûrê 983 roj in didome: Rojbûna Rêber Apo pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ARSÎSA ku perwerdeya Kurdî dide, cezayê pere hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan û aktîvîstên Şengalî: Divê parastina Êzidiyan û rêveberiya wan hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê ji aştiyê re bên vekirin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê ji aştiyê re bên vekirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku eger deriyên Îmraliyê ji aştiyê re bên vekirin, wê derfetê rast ê ji bo aştiyê çêbibe û got, divê ew derî bibin pir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna koma partiya xwe de li Meclisê geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, di serî de êrişa li Sûriyeyê li dijî dêrê hatiye kirin bi bîr xist û şermezar kir. Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşanî şerên li seranserî cîhanê da û got ku ev rêzeşer yekser jiyana gelan hedef digirin û bedela herî giran jî gel didin. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku ew bi awayekî zelal li dijî şerê Îsraîl-Îranê jî derdikevin. Tulay Hatîmogûllari, got ku li dijî van êriş û şeran ewlehiya herî baş, aştiya navxweyî ye.

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku kêmasiya di demokrasiya navxweyî de ji dijminê derve bêhtir xetere ye û got: “Jehrkuja tevahiya rewşên neyînî yên îro, siyaseteke wekheviya mafan, edalet û azadiyan diparêze ye. Dema ev feraset pêş ket jî dê hem li hundir hem li derve yekitî çêbibe. Tişta ku dê me rizgar bike modela neteweya demokratîk e. Ev hem dê hem jî Rojhilata Navîn û cîhanê rizgar bike.

Şer ne lîstik e. Erasmus 500 sal berê gotiye; ‘Şer, ji bo kesên nakin şirîn tê.’ Yên şer nekirin li ser klavyayê rûdine û mîna lîstikê dilîze. Dijminatiya di navbera gelan de sor dikin. Ev ne lîstik e, bombe ye, fuze ye.” Tulay Hatîmogûllari, ji bo bidawîkirina şerê Îran-Îsraîlê bang li gelên Îran, Îsraîl û DYA’yê kir û xwest înîsiyatîfeke hevpar were avakirin.

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser pêvajoya li Tirkiyeyê û got ku divê ev pêvajo neyê vehêlandin û wiha domand: “Carnan ferasetên weke ‘Ka em li encamên şerê Îran-Îsraîlê binêrin. Ka em li geşedanên li Sûriyeyê binêrin û hwd.’ derdikevin pêş. Her ku em li bendê man, me firsendên dîrokî ji dest dan. Dîrok ji me re dibêje ‘nesekinin, bimeşin.’ Her ku em disekinin em winda dikin û birîn kûr dibin û firsend ji dest diçin. Şerê Îsraîl-Îranê nîşan da ka aştî çiqas girîng e. Aştiya li Tirkiyeyê dê bikare agirê li herêmê vemirîne.”

Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Hişyariya birêz Bahçelî ku dibêje bila pêvajo bilez û bibaldarî bimeşe, pir girîng e. Em dibînin ku welatên demokrasiya navxweyî sazûman nekin, di bagerên kûrewî de bi giranî birîndar dibin. Lê gel bi mafdarî dibêje ‘fikarên me tên paşguhkirin.’ Îktîdar û dewlet van fikarên civakê nabîne. Divê bibîne. Li Turgutlu ya Manîsayê xwendekarek dibistana amadehî ji ber dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ hate girtin. Dema em qala aştiyê dikin ev çêbû.

Daxwazeke birêz Ocalan, me û her kesî heye. Ew jî avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye. Gelo ev komîsyon dê kengî were avakirin? Agahiya li ber destê me ew e ku birêz Kurtulmuş dê bi serokwekîlên komên partiyan re bicive. Ev tiştekî erênî ye. Hêvîdarin encamên şênber jê derkevin. Rêya aştiyê bi cisaret û biryardariyê bi ser dikeve.

Yek ji mijareke girîng jî, rêdayina diyalogeke domdar a bi birêz Ocalan re ye. Her kes dixwaze pê re hevdîtinê bike. Di rojên pêş de şandeyeke qelebalix dê ji Ewropayê bi daxwaza hevdîtinê were Tirkiyeyê. Deriyên Îmraliyê vekin û bihêlin ku birêz Ocalan bi rewşenbîr, hiqûqnas, akademîsyen û siyasetmedarên li welat û derveyî welat re hevdîtinan bike. Heke deriyên Îmraliyê vebin, dê derfeta aştiyê biafire.

Weke DEM Partiyê em teklîfê ji meclisê re dikin ku neyê girtin, kesek neçe betlaneyê. Pêwîst bike bila meclis 24 saetan bixebite û ji bo çareserkirina pirsgirêkên em dijîn, tavilê ji bo 10 gavan bicive. Bila zem ji bo kedkar, yên bi kêmtirîn mûçeyê dixebitin û teqawidan were kirin, xizanî bila were kêmkirin, mewzaûat bên guherandin û em dawî li şêlandina bacê bînin, em pergala ku ji dewlemendan zêde ji feqîran kêm distîne bixin meriyetê, em di bacê de edaletê pêk bînin, krediyên malbatên dahata wan di bin sînorekî de bila budçeya cemaweriyê bide, em deyn û faîzên cotkarên biçûk jê bibin. Em pêdiviyên bi milyonan zarokên li dijî birçîtiyê têdikoşin bicih bînin. Em faîzan kêm bikin, welatiyan keyfxweş bikin. Em Tirkiyeyê ji dorpêça faîz-enflasyonê rizgar bikin. Em barê faîzê yê li ser milê KOBÎ’yan ji holê rakin. Di serî de Qanûna Îhaleyên Cemaweriyê, em di gelek qanûnan de sererastkirin bikin û Lijneya Etîka Siyasî ava bikn.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê nexweş ê di greva birçîbûnê de, rakirin nexweşxaneyê
Nûçeya Pişt re Erdogan: Em pêvajoyê weke polîtîkaya dewletê dimeşînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Roja Niştimanî ya Gorên Komî ya Iraqê: Şengal li benda kewandina birîna xwe ye

Di Roja Niştimanî ya Gorên Komî ya Iraqê de xelkê Şengalê ji rayedarên Iraqî dixwazin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dêrikê Tabura Gel hate avakirin: Em ê bi ser bikevin!

Xelkê Dêrikê li dijî êrîşên çeteyên dewleta Tirk, HTŞ û DAÎŞ’ê yên li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Di civîna Helebê de rakirina dorpêça Kobanê hat nîqaşkirin

Di civîna navbera şandeya Hêzên Asayîşa Kobanê û fermandariya Ewlekariya Hundirîn a Helebê de mekanîzmayên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Şaredarê Uşakê Ozkan Yalim hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji bo rojnameger Uludag heta 19 sal û 6 mehan hefs tê xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Yekîtiya Ciwanên Dijî Şerê Emperyalîst: Têkoşîna me ji Kızıldereyê ve berdewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?