Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berdana bi demkurtî çareserî nîne, taloqkirina înfazê divê mayinde be’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi koma 193’an dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Rojhilat: Dive agirbest nebe derfeteke taktîkî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari: Divê tavile bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Divê tavile bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe ya Hevdîtina Aştî û Civaka Demokratîk a li Edeneyê de destnîşan kir ku avakirina şert û mercên ku Rêber Apo bikaribe bi azad bixebite, şertê bingehîn ê pêvajoya aştiyê ye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Tebax 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di çarçoveya “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” de li Edeneyê bi welatiyan re civiya. Hevdîtin, li Navenda Yaşar Kemal hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û komeleyên herêmî û gelek kes tev li bûn. Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevîzyona ku “Hevdîtinên Aştî û Civaka Demokratîk” vedibêje hate pêşandan. 

‘GELÊ KURD ÊDÎ LI TEVAHIYA CÎHANÊ WEKE GELÊ BERXWEDÊR HAT NASKIRIN’

Piştre jî Tulay Hatîmogûllari axivî. Tulay Hatîmogûllari, bedelên Dayikên Aştiyê û gelê Kurd dane bi bîr xist, spasiya Dayikên Aştiyê kir ku tevî ewqas êşan jî hêj daxwaza aştiyê dikin û got hevdîtin û pêvajoya îro berhema têkoşîna wan e. 

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser pêvajoyê û got Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji hêla pêvajoyê ve gelek girîng e. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Ez jî di Şandeya Îmraliyê de bûm. Di hevdîtinê de birêz Ocalan, sedema bangê, girîngiya wê ya dîrokî vegot û xwest bi tevahiya civakê re bê parvekirin û xwedî lê derkevin. Serfiraz im ku min şahidiya vê kêliya dîrokî kir. Piştre jî PKK’ê kongre kir û biryar da. Gotin ku ne ji bo bidawîkirina hin tiştan lê berevajî vê, ji bo têkoşîna demokratîk li ser zemîna yasayî û hiqûqî were qebûlkirin, girîngiya têkoşînê vegotin. Yên heta niha digotin ‘Kurd tune ne, Kurdî tune ye, tenê Tirk hene’ ji ber vê têkoşînê neçar man ku asta têkoşîna demokratîk qebûl bikin. Gelê Kurd êdî li tevahiya cîhanê weke gelê berxwedanê hat naskirin.” 

‘PÊVAJOYA DEMOKRATÎKBÛNÊ ŞERT E’ 

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari gotina Rêber Apo a “Niha dora çareserkirina pirsgirêka Kurd a li ser zemîna siyasî û hiqûqî ye” bi bîr xist û wiha pê de çû: “Heta Tirkiye demokratîk nebe ne Kurd, ne Ereb, ne Ermen, ne jî Laz û Çerkes dikarin mafên xwe bigirin. Aştî mayinde nabe. Armanca me ew e ku aştî mayinde bibe. Lewma jî Tirkiye bi temamî têkeve pêvajoya demokratîkbûnê.”

‘JIN WÊ BIBIN PÊŞENGÊN AŞTÎ Û DEMOKRATÎKBÛNÊ’

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bi lêv kir ku yek ji kirdeya herî girîng a Banga Aştî û Civaka Demokratîk jin in û got: “Birêz Ocalan di her hevdîtina xwe de bal kişand ser azadiya jinê. Bedela herî giran a şer û pevçûnan jinan da. Ev yek di şexsê Edeneyê de jî tê dîtin. Mixabin yek ji bajarê herî zêde cînayetên jinan lê çêdibin ev der e. Em dibêjin dê jin bibin pêşengên aştî û demokratîkbûnê. Divê em dengên xwe bikin yek û vî dengê xwe veguherînin rêxistiniya civakî. Ji ber vê yekê em ji vê serdemê re dibêjin ‘serdema rêxistinkirin, veguherandin û avakirina pêvajoyeke nû’.” 

BERTEK NÎŞANÎ OPERASYONÊN LI DIJÎ CHP’Ê DA 

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser operasyonên li dijî CHP’ê û hevşaredarên hatine girtin û got: “Em bi aşkerayî dibêjin ku ka em çawa li Amedê xwedî li demokrasiyê derdikevin, em ê li Stenbolê jî xwedî lê derkevin. Ev peywira me ye. Divê ev operasyon tavilê bên sekinandin ku ji bo pêvajo bitendurist bidome jî girîng e. Ji ber ku ev operasyon pêvajoyê sabote dikin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser partiyan re ye. Divê aştî civakî bibe û her kes qebûl bike. Em bang li îktîdarê dikin ku li Meclisê komîsyonekê ava bikin û kîjan şaredariyê nelirêtî kiribe bila derxîne holê. Lê divê li hemû şaredariyan vê bikin. Hedefgirtina şaredariyên muxalefetê zirarê dide pêvajoyê.” 

‘DIVÊ KOMÎSYON LI OCALAN GUHDARÎ BIKE’ 

Tulay Hatîmogûllari, got ku yek ji sedemên esasî ya pêvajoyê geşedanên li herêmê ne û got ku rewşekî krîtîk bû ku Tirkiyeyê aştiya navxweyî bikira. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku divê komîsyon di ferqa berpirsyartiya xwe de be, gavên şênber biavêje û divê bendewariyên gel bi cih bîne û ev yek berpirsyartiya mekanîzmayên dewletê ye. Tulay Hatîmogûllari, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bû mehek ku bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin nayên kirin. Lê gel dixwaze hevdîtin bidomin û derfetên ku birêz Ocalan bi serbestî bixebite û fikrên xwe parve bike bên avakirin. Ev hêj çênebûye. Divê ev merc tavilê bên cîbicîkirin. Divê komîsyon tavile bi birêz Ocalan re hevdîtinê bike.”

‘JI BILÎ AŞTIYÊ TU RÊ NÎNIN’

Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku ji bo pêvajoyên çareseriyê bi ser bikevin, hevdîtinên şefaf ên bi sermuzakerevanan re krîtîk in û ev tişt anî ziman: “Sermuzakerevanê vê pêvajoyê jî birêz Ocalan e. Astengkirina hevdîtinan û vehêlandina wan, xitimandina pêvajoyê ye. Ev ê jî gelên Tirkiyeyê naxwazin. Lewma divê tavilê hevdîtin bên destpêkirin. Birêz Bahçelî di axaftineke xwe de digot ‘Bila Ocalan were li Meclisê biaxive.’ Vaye gel jî li benda vê ye. Hêviyên gel ên ji komîsyonê zêde ne. Entegrasyona demokratîk, yasayên azadiyê, yasaya înfazê hwd. Her wiha li benda yasaya aştiyê ya taybet e. Divê komîsyon van mijaran tavilê bigire rojeva xwe. Ji bilî aştiyê tu rêyên me nînin.” 

BERTEKA LI DIJÎ DESTÛRNEDAYÎNA ZIMANÊ KURDÎ

Tulay Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha qedand: “Komîsyonek ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd tê avakirin lê nahêle sembolên têkoşîna aştiyê bi zimanê dayikê biaxive û Tirkî lê tê ferzkirin. Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Divê komîsyon tavilê dev ji vê xeletiyê berde. Aştî bi her kesî dide qezenckirin. Ev serdem serdemeke nû ye. Em di serdema guherîn û veguherînê de ne. Divê em bi fikr, ked û xebatên xwe pêş bikevin.”

Piştî axaftina Tulay Hatîmogûllariyê, hevdîtin ji çapemeniyê re girtî domiya. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN EDENE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qahîreyê forûma azadiyê ji bo Rêber Apo hat lidarxistin
Nûçeya Pişt re Tuncer Bakirhan: Denbêjan destûr nedan ku bîra gelê Kurd tune bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bozan: Mejiyê înkarê yê Tirkiyeyê li Sûriyeyê çareseriyê bi xwe re nîne

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku mejiyê înkarê yên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Nobeta li dijî desteserkirinê di roja 73’yan de berdewam dike

Nobeta ku li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li Beyoglûyê hatiye destpêkirin di roja 73’yan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Dayikên Şemiyê, ji bo Taşkaya hatin ba hev

Dayikên Şemiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn ku beriya 31 salan li Sêweregê ji aliyê leşkerên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?