13’emîn Civata Giştî ya Asayî ya Weqfa Çandê ya Anatoliyayê ya Haci Bektaş Velî li eywana konferansê ya navenda xwe li dar xist. Li eywanê pankartên “Bila dersên olê yên mecbûrî bên rakirin”, “Bila Serokatiya Karên Diyanetê bê rakirin” û “Dawiya rêya ne li ser ilmê tarî ye” û wêneyê Hz. Elî û Haci Bektaş-i Velî hatin daliqandin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û parlamenterên DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur Ozel tev li bûn.
Beriya civatê li stranên elewiyan hatin guhdarîkirin.
Ji ewil Serokê Weqfê Ercan Geçmez axivî û wiha got: “Me tirs li Kerbelayê li pey xwe hişt. Têkoşîn, di ruhê me de heye. Roja ku em cemxaneyan teslîmî we dikin, ew roj roja em dikevin gorê ye. Em amade ne canê xwe bidin. Ez bang li serokkomar dikim; destê xwe ji bawerî û dergahên me bikişîne. Pêdiviya me bi melayên we nîne.” Geçmez, got ku perwerde êdî ticarî bûye û divê her kes li dij derkeve. Geçmez, wiha domand: “Pêdiviya Tirkiyeyê bi aştiyê heye. Em bi aştiyê re ne û her kesî vedixwînin aştiyê. Rêya vê jî Destûra Bingehîn e. Divê wekhevîparêz be, her kes bikare bi zimanê xwe biaxive û Serokatiya Karên Diyanetê ya nimêjkirinê li zarokên elewî ferz dike tune be. Destûreke Bingehîn a jin û zarok wekhev dijîn be. Divê siyasetmedar girtî nebin. Cemxane perestgehên me ne û elewîtî rastiyek e. Heta ku Tirkiye demokratîk dibe, qeyûm radibin û siyasetmedarên girtî tên berdan dê berxwedana me bidome.”
Serokê Giştî yê Navenda Çandê ya Pîr Sûltan Abdal Cûma Erce jî bal kişand ser têkoşîna yekbûyî û got ku heke di dema xwe de bertek bihatina nîşandan dê îro qeyûm nehatine girtin, siyasetmedar nehatina girtin û darizandin. Erçe, da zanîn ku saziyên elewiyan biryar dane ku li dijî tayînkirina qeyûm biçin Dêrsimê û li wir peyamê bidin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bal kişand ser komkujiyên Koçgirî, Dêrsim û Sêwasê û kesên jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Tulay Hatîmogûllari, bertek nîşan da ku cemxane girêdayî Wezareta Çand û Turîzmê hatine kirin û da zanîn ku elewîtiyê di tevahiya dîroka xwe de bedel da û got: “Hûn nikarin bi rêya tayînkirina qeyûmên xwe elewîtiyê dîzayn bikin. Hûn nikarin asîmîle bikin û ji baweriya wan bikin. Di dîrokê de tu daran teslîm nebû û dê nebe jî.”
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku wan ji bo mafê hemwelatiya wekhev a elewiyan gelek xebat kirine û wiha pê de çû: “Heke em baştir bixebitin û bêhtir piştevaniya hev bikin, em ê bikarin Destûreke Bingehîn a demokratîk derbixin. Pêdivî bi destûreke bingehîn a her kes xwe tê de dibîne heye. Di vê mijarê de erk û berpirsyartiyên mezin dikevin ser milên partiyên siyasî, hêzên demokrasiyê û rêxistinên elewiyan. Rojhilata Navîn, Tirkiye, Anatoliya û Mezopotamya baxçeyê çîçekên reng bi reng e. Dixwazin rengê me vemirînin û me ji darê qut bikin. Lê ez di baweriyê de me ku em ê bikarin bi têkoşîna xwe, komara demokratîk ku her kes bi reng û dengê xwe tê de dijî ava bikin.
Em ê tu caran serî li ber zîhniyeta qeyûmperest netewînin. Em ê serî li ber rejîma otorîter a faşîst netewînin. Qeyûm, dizîna îradeya gel e. Derbeyeke siyasî ya bi destê daraz û polîsan e. Tu ferqa vê ji derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê nîne. Tunekirina mafê bijartin û hilbijartinê ye.
Di demên dawî de li ser pirsgirêka kurd çendek nîqaş tên kirin. Em careke din bibêjin; li vî welatî yên herî zêde zext lê tê klirin, yên tên înkarkirin û rastî polîtîkayên yekperestiyê tên, elewî û kurd in. Ji bo pirsgirêkên elewî û kurdan bi rêyên demokratîk û aştiyane çareser bibin, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”
Piştî Hatîmogûllari, Ozgur Ozel axivî.