Çarşem, 23 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîd Dîlan evîndara doz û xaka xwe bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    29 sal in li aqûbeta kur û bûka xwe dipirse: ‘Bila goreke wan hebe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çapemeniya azad ber bi çiyê ve: Egîd Amed

    Ji aliyê Stêrk TV

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîdên Azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 2 şehîdan ên li Kilyosê hate wergirtin li Kanîreşê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Tulay Hatîmogûllari li Îzmîrê ye: Em dixwazin demokrasiyê qezenç bikin
Rojane

Tulay Hatîmogûllari li Îzmîrê ye: Em dixwazin demokrasiyê qezenç bikin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ne tenê hilbijartinê, ew dixwazin demokrasiyê jî qezenç bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê bi tevlibûna Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari re bi rêxistinên civaka sivîl re civiya. Hevdîtin li eywaneke dawetê ya li Bayrakliyê hat lidarxistin. Hatîmogûllari di hevdîtinê de bi zimanên kurdî, tirkî û erebî beşdar silav kir û wiha bal kişand ser girîngiya zimanên gelan: “Bi vê yekê re ma em gel ji hev parçe dikin an jî cihêkariyê dikin? Bêguman na.” Bi domdarî Hatîmogûllari got ku yek ji pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê xizanî ye û di rewşa nebaş a welêt de rêveberiyên herêmî jî bibandor in.

Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Encamên hilbijartinên xwecihî dê bandoreke mezin li hikûmeta navendî bike. Niha ji gelek sendîka û rêxistinên ked û pîşeyî hevalên nûner li vir hene. Divê em bi hev re ji bo bernameya aboriyê ya adilane bi hev re têbikoşin. Weke DEM Partiyê yek ji xalên herî girîng a di bernameya me de, xistina meriyetê ya bernameyeke adilane û demokratîk e.”

Hatîmogûllari, got ku jin dixwazin li bajaran bi awayekî azad bijîn û wiha pê de çû: “Em jin naxwazin tu kes mudaxileyî por, ser, etek, makyaj û dersoka me bike. Em betalkirina Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 û binpêkirina mafê nefeqeyê qebûl nakin. Em jin dê dev ji daxwazkirina mafên xwe bernedin, ji bo mafên xwe û azadiya xwe têkoşîna xwe bidomînin. Em hebûn û dê her hebin.”

Di berdewamê de Hatîmogûllari got ku dê şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman de bistînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qeyûm, yek ji nîşaneyên herî girîng a avakirina rejîma otorîter û faşîst e. Qeyûm tê wateya binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ya mafê gelê kurd. Em ê şaredariyên xwe bi îradeya gel birêve bibin. Me ji bo bajarên rojava bi taybet jî behsa lihevkirina bajar kir. Em ne tenê qala partiyên siyasî yên dikarin bikevin hilbijartinê dikin. Rêveberiya demokratîk tê wateya tevlibûna hemû dînamîkên bajar, jin, zarok, ciwan û hwd. a di nava rêveberiyê de. Tê wateya tevlibûna rêxistinên demokratîk ên girseyî û saziyên civaka sivîl. Dema em qala lihevkirina bajar diknin, em vê yekê vedibêjin. Lihevkirina bajar, tê wateya rêveberiyeke ku hemû gel û baweriyên cuda di nava xwe de dihewîne.”

Herî dawî jî Hatîmogûllari destnîşan kir ku ew dixwazin welêt bi feraseteke ekolojîk û demokratîk were birêvebirin û axaftina xwe wiha qedand: “Pirsgirêka kurd bi şer çareser nabe. Ji bo aramî û aştiya welat, ji bo demokrasiyê em bûn rêwiyên Rêya Sêyemîn. Hilbijartin, ji bo avakirina Rêya Sêyemîn tenê yek ji rawestgehan e. Em naxwazin tenê hilbijartinan qezenc bikin. Her wiha dixwazin demokrasiyê jî qezenc bikin. Divê hûn bizanin ku em ê li bajarên rojava li her devera ku lihevkirina bajar dikare lê were kirin em ê vê rêbazê bi cih bînin. Bi serkeftina hilbijartinê re em ê hem li rojava hem jî li Kurdistanê ji bo kesên bindest, ji bo avakirina komareke demokratîk gavekî girîng biavêjin. Ev yek jî girêdayî ruhê we yê piştevaniyê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÎZMÎR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KBDH’ê li dijî sîstema rantê û talanê banga mezinkirina têkoşînê kir
Nûçeya Pişt re Girtiyan çalakiyên Nobeta Edaletê silav kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiya ji bo Hatîce Onaran: ‘Ger sûc be em hemû jî sûc dikin’

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo parêzvana mafên mirovan Hatîce Onaran ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk a dagirker gundên Til Temirê bombebaran dike

Dewleta Tirk a dagirker gundên Sîkêr El Îhêmer û Um El Kêf ên li rojavayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Qeyûm bi 10 hezar lîreyî balon kirî

Qeyûmên li Wanê ji bo Kongreya 7'emîn a AKP'ê ji budçeya şaredariyê 300 hezar TL…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Nivîskar Sûzan Samanci hate binçavkirin û qedexeya derketina derveyî welat lê hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 23’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?