Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarê komîsyona meclîsê ku di 27’ê Sibatê de li ser banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo hatibû avakirin û encama raporê ji ANF’ê re axivî.
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku di raporê de pêşniyarên berbiçav ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd tune ne û got ku hê bêtir “berhema zîhniyeta dewleta kevin” e. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku raya giştî ya li Tirkiyeyê bi bendewariyek mezin li benda raporê bûn, lê navaroka wê hêvî şikandiye.
Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku rapor pirsgirêka Kurd bi zelalî pênase nekiriye û gavên berbiçav ji bo çareserkirina wê neavêtine û got, “Me ji serî ve got, helbet em ne li bendê ne ku pirsgirêk bi yek carî çareser bibe, lê hêviya me ew bû ku ev rapor hin mijar bi awayekî şênber bîne ziman. Ev mijar çi ne? Mînak bal kişandina ser hebûna pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê û nav lêkirin. Desthilata heyî û hevkarê wê, li şûna nav li vê pirsgirêkê bike, tercîh kirin ku bi hişmendiya klasîk a dewletparêziyê di çarçoveya terorê de bigirin dest. Helbet rexne û fikarên me yên cidî li ser vê mijarê hene. Pirsgirêka Kurd ne pirsgirêkek terorê ye, pirsgirêkek siyasî, civakî, çandî, ziman û aborî ye. Divê ji her alî ve bê çareserkirin.”
MIJARA MAFÊ HÊVIYÊ
Tulay Hatîmogûllari anî ziman diviyabû di mijarê ‘mafê hêviyê’ de têgînên zelaltir bihatana bikaranîn û got, “Di raporê de behsa biryarên DMME’yê tê kirin. Em dizanin ku mafê hêviyê jî di çarçoveya biryarên DMME’yê de ye û di vê mijarê de divê sererastkirinek taybet bê çêkirin. Em çima vê yekê girîng dibînin? Birêz Ocalan aktorê herî xurt ê vê pêvajoyê ye û rasterast van muzakereyan dimeşîne. Ji bo ev pêvajo bi rengekî tendurist bi rêve biçe, weke aktorekî sereke divê şert û mercên ku ew bikaribe bi azadî bijî û bixebite were avakirin.”
Tulay Hatîmogûllari her wiha ji bo mijara ziman jî rexne li pênaseya di raporê de kir û got ku zimanê dayikê aliyek bingehîn a pirsgirêka Kurd e. Tulay Hatîmogûllari got, “Em di wê baweriyê de ne ku di nava Kurdan de pirsgirêka zimanê dayikê bi taybetî pirsgirêka sereke ye. Ji ber vê yekê, di vê raporê de dikaribû li ser mijara zimanê dayikê hinek bi zelalî bihata seknandin. Me li ser vê yekê israr kir: Ne axaftina li ser pirsgirêka Kurd û ne jî li ser zimanê dayikê welat parçe nake. Pêwîst bû ku ev rapor bi rengekî ku ji paranoyaya psîkolojîk a parçebûnê rizgar bibe, bihata nivîsandin. Lê mixabin dîsa jî bi hişmendiya paranoyaya parçebûnê hate nivîsandin. Rexneyên me li ser beşeke mezin a ziman û têgînên ku hatine bikaranîn hene.”
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku piştî raporê divê gavên qanûnî û siyasî yên berbiçav werin avêtin.
Tulay Hatîmogûllari da xuyakirin ku divê pêşî qanûnên taybet ku endamên PKK’ê digire nav xwe û pêvajoya çekdanînê bilez bike, were derxistin û komîsyona meclîsê dest bi xebatê bike. Tulay Hatîmogûllari, her wiha diyar kir ku divê pêkanîna tayînkirina qeyûman bidawî bibe, şaredarên ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karên xwe û şaredarên girtî bêyî girtin werin darizandin.
Tulay Hatîmogûllari di dawiyê de li ser bendewariya gel a ji pêvajoya çereseriyê sekinî û ev tişt gotin, “Di pêvajoya çêkirina qanûnan de, TCK, CMK û bi taybetî qanûna wekheviya înfazê, tiştek e ku her kes li bendê ye. Îro, dema ku hûn mîkrofonê dirêjî Kurdan dikin û dipirsin ‘bendewariyên we çi ne’, ewil ew behsa mafê ziman dikin. Dibêjin bila ‘Birêz Ocalan azad be’, dibêjin ‘bila zarokên li çiyayan vegerin û tevlî siyaseta demokratîk bibin.’ Dibêjin ‘zarokê min ê di girtîgehê de wek dîlgirtiyek siyasî tê ragirtin, bila azad bimîne’. Ji ber vê yekê divê daxwazên gel werin bicihanîn û di van mijaran de gavên şênber bên avêtin.”

