Li Amedê bikaranîna madeyên hişbirinê û pirsgirêkên ji ber vê yekê rû didin her roj zêde dibin. Bi taybetî li taxên xizan ên bajêr bikaranîna narkotîkê dema dawî gelekî zêde bûye. Temenê bikaranîna narkotîkê daketiye heta asta dibistana seretayî. Madeyên narkotîkê yên sentetîk jî di nava ciwanan de belav bûne.
Hevserokê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) yê Amedê Abbas Şahîn li ser mijarê axivî û got, “Ji sala 2015’an û vir ve em di pêvajoyeke giran de ne. Hem ji aliyê civakî hem jî ji aliyê siyasî ve bernameyeke gelekî cidî heye. Li ser bingeha vê bernameyê bi taybetî ji bo pêşîgirtina li çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, desthilatdariyeke welê heye ku giraniyê dide ser operasyonên leşkerî. Ev desthilatdarî dixwaze bi rêya trafîka narkotîkê hem fînansoriyê peyda bike, hem jî li gel vê yekê bi rêya narkotîkê ciwanan pasîfîze bike.”
TRAFÎKA NARKOTÎKÊ JI TIRKIYEYÊ DERBAS DIBE
Şahîn diyar kir ku di trafîka narkotîkê de Tirkiye rêgeheke û got, “Kesên ku bi desthilatdariyê re tevdigerin bi rengekî gelekî cidî bazirganiya narkotîkê dikin ku ev yek di çapemeniyê de hate weşandin. Dema ku şer giran dibe bazirganiya narkotîkê zêde dibe û li ser vê yekê jî fînansa aboriyê tê peydakirin. Bi taybetî li cografya Kurdistanê ji bo ciwanên me ji qada polîtîk dûr bikevin û paşeroja wan bê tarîkirin gelek rêbaz hatin bikaranîn. Ev yek rêyeke gelekî xetere bû. Di dawiya vê rêyê de jî hem sîstem hilweşiya hem jî em ketin pêvajoyekê ku paşeroja ciwanên me hate tarîkirin.
Hûn jî zanin, di sala 2014’an de planeke têkbirinê hebû. Di bingeha vê planê de ev yek hebû. Bi pasîfîzekirina siyaseta demokratîk gel ji siyaseta demokratîk bê dûrxistin, statuya mafê Kurdan ji holê bê rakirin, bala ciwanan a li ser siyasetê bê kêmkirin û bendewariya mirovan a ji siyasetê ji holê bê rakirin. Ev rêbaz hate berfirehkirin û bicihanîn. Bajar wê bihatina hilweşandin, mirov bihatina koçberkirin û penaberkirin. Bi taybetî li cografya Kuridstanê ciwanên ku bi rêya cemaet û tarîqatan nekarîn bi dest bixin wê bişanda derveyî welat, yên ku nekarî bişîne jî polîtîkaya narkotîkê li dijî wan hate meşandin. Cûreyên cuda yên narkotîkê hene. Mixabin temenê bikaranîna narkotîkê niha daketiye heta 8 salî. Ev rewş vê yekê tîne bîra mirovan. Demekê narkotîk bi hêsanî diket girtîgehê ku me hemûyan zanîbû ku bêyî agahiya rêveberiya girtîgehê ev nikarîbû bihata kirin. Li vê derê jî heman rewş heye.
Bi taybetî li Kurdistanê berê ciwanên me dan narkotîkê. Me dît ku ciwanên berê bi huner, wêje û perwerdeyê mijûl dibûn, paşeroja wan hate tarîkirin, hatin pasîfîzekirin û ber bi narkotîkê ve hatin dehfdan. Ev yek bi rengekî eşkere kirin.”
EM Ê VÊ PIRSGIRÊKÊ BI DAWÎ BIKIN, CIWANÊN XWE RIZGAR BIKIN
Şahîn ragihand ku li cografya Kurdistanê polîtîkayeke şer a cidî tê meşandin û got, “Em dibînin ku ji çareseriyeke demokratîk bêhtir ber bi polîtîkaya îmhakirinê ya topyekûn ve pêvajoyek hatiye destpêkirin. Sîstema ku di salên 1990’î de polîtîkayên asîmîlasyonê meşand, ji ber ku bi ser neket serî li rê û rêbazên cuda da. Li Amedê di pêvajoya çareseriyê de bikaranîna narkotîkê bi temamî qediya. Lê belê piştî sala 2015’an bi plana têkbirinê re bikaranîna narkotîkê hate zêdekirin.”
Şahîn diyar kir ku di vê mijarê de desthilatdarî polîtîkayeke bi zanebûn dimeşîne û got, “Em ê vê yekê teşhîr bikin. Çawa ku me şaredariyên xwe ji wan astandin em ê bixebitin ku ciwanên xwe ji narkotîkê dûr bixînin. Ji bo paşerojekê bidin ciwanên xwe em ê qadên nû ava bikin, wan ji nava çirava narkotîkê rizgar bikin.”