Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir û bi Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari û Meclîsa Jinan re hevdîtin pêk anî.
Tulay Hatîmogûllari di civînê de axivî û wiha got:
“Li gorî nêrîna me 6284 ji nîqaşê re vekirin tê wateya kodên muhafezekar li ser jinan ere ferzkirin. Projeya Maarîf û guhertinên di mufredata perwerdeyê de mijarên ku divê tevgera jinan jî li ser bisekine. Bi taybetî pirsgirêka me hemûyan e. Dema ku AKP hat ser desthilatdariyê, tevgera zinan hin mîtîng li dar xistin. Me dikarîbû mafan bi dest bixin, lê mixabin niha pir kêm xencamê bi dest dixin. Tevgera jinê li hemberî wan rawestiya û gav bi wan da avêtin. Vekişîna ji Peymana Stenbolê nikarin bi jinên nav xwe jî bidin qebûlkirin.
Di rojeva partiyên siyasî de mijara sîxurtiya bi bandor ye, lê belê Qanûna Paşnav û 6284’an di nav partiyên siyasî de ewqas nebûn rojev. Partiyên siyasî bi qasî li ser sîxurtiya bi bandor axivîn, divê li ser van mijaran jî biaxivin. Muxalefet behsa sîxurtiya bi bandor dike. Wateya sazûmankirina faşîzma vekirî ye. Divê em bi qanûnî û yasayî behsa tiştên ku em bibêjin bikin. Helwesta wan partiyan pir girîng e. AKP di mijarên wiha yên civakî de lihevkirinê digere. Derbarê Destûra Bingehîn de di nava hewldana krîmînalîzekirinê de ye. Me nexwest em her tiştî red bikin. Em dibêjin divê Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê bê guhertin. Biryarên DMME’yê nayên bicihanîn. Biryara Osman Kavala nayê bicihanîn. Herî dawî 407 sal dane hevalên me. Em wisa difikirin ku divê di civakê de pirsa pêvajoya Destûra Bingehîn çawa be. Tê gotin ku eger di pirsgirêka Kurd de gavek bê avêtin û ji qeyûman jî paşde gav biavêjin, DEM Partî dikare bibêje ‘erê’. Dîrok wê hesabû vê ji me bipirse. Ji bo ku qeyûm nayên tayînkirin, kes ji destûreke ne demokratîk re nabêje erê. Piştî darbeya 1980’î yekem car jin derketin kolanan û niha jî wisa ye. Ji ber vê yekê divê em lingê kolanan bi rêxistin bikin. Helwesta me di van hemû mijaran de zelal e. Pêşgiriya rastîn lingê kolanan e.”