Piştî ku 10’emîn Paketa Darazê ya ji aliyê desthilatdariyê ve di bin navê ‘’Reforma Darazê’’ de hate derxistin, ji tu bendewariyan re nebû bersiv, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç re hevdîtina duyemîn pêk anî. Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan jî di nava heyetê de cih girt.
Turkdogan têkildarî hûrgiliyên hevdîtinê ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku di hevdîtinê de mijarên weke binpêkirinên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û pêngavên hewce yên ji bo girtiyên ku înfaza wan bi awayekî kêfî hatine şewitandin, hatine nîqaşkirin.
‘BI TAYBETÎ EM LI SER REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ Û SEPANÊN ŞEWITANDINA ÎNFAZAN AXIVÎN!’
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a DEM Partiyê Ozturk Turkdogan di despêka axaftina xwe de da zanîn ku ew di hevdîtina li gel Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç de li ser mijarên weke binpêkirinên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û pêngavên hewce yên ji bo girtiyên ku înfaza wan bi awayekî kêfî hatine şewitandin, sekinîne.
Turkdogan diyar kir ku wan di hevdîtinê de bi taybetî ji Wezîrê Edaletê re aniye ziman ku pêvajo bi giranî dimeşe û destnîşan kir ku çareserkirina pirsgirêkan egereke mirovî ye, ji bo vê yekê hewceyî bi guhertineke yasayî nîne û wan ev yek bi pratîkî ragihandine.
Turkdogan diyar kir ku wan aniye ziman pêajoya têkildarî girtiyên nexweş gelekî hêdî dimeşe û got: ‘’Me anî ziman ku ev yek rê li ber zêdebûna nexweşiyan jî vedike. Me ji Wezîrê Edaletê re diyar kir ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye, desthilatdariya siyasî piştgiriyê dide vê pêvajoyêlê belê hem daraz hem jî burokrasiya dewletê weke li holê pêvajoyeke nû tune ye tev digerin. Divê burokrasiya dewletê têkildarî vê biryardariya îradeya siyasî pêngavên hewce biavêje. Bi taybetî me ev yek bi bîr xist. Wezîrê Edaletê tevlî me bû û ji bilî mijarên ku guhertinên yasayî hewce dikin, daye zanîn ku di tiştên ku bikaribin werin kirin, di çarçoveyeke yasayî de werin kirin û ew ê van yekan dubare binirxînin.’’
‘LI VIR PIRSGIRÊKA SEREKE NEBÛNA TEMÎNATEKE YASAYÎ YE!’
Turkdogan anî ziman ku têkildarî mijara berbehs pirsgirêka sereke ew e ku burokrasiya dewletê hê jî dev ji hînbûniyên xwe yên berê bernedane û got: ‘’Sedema bi giranî tevgerîna burokrasiya dewletê ew e ku pêvajoyê temînateke yasayî tune ye. Ji ber wê yekê temînateke yasayî şert e. Ger temînata hiqûqî ya pêvajoyê bihata avakirin, bi min wê demê wê burokrasiya dewletê jî bi lez pêngav biavêta. Me ev kêmasî di hevdîtinê de anî ziman. Wezîrê Edaletê jî bal kişand ser AKP’ê û anî ziman ku ev mijar partiyên siyasî eleqedar dike. Me jî diyar kir ku em têkildarî van yekan bi AKP’ê axivîne û AKP gelek mijaran ji payîzê re dihêle. Lê belê Serokê Meclîsê înîsiyatîf stend û beriya ku Meclîs bikeve betlaneyê wê komîsyona meclîsê were avakirin. Bi ihtîmaleke mezin heya 15 Tîrmehê wê li Meclîsê komîsyonek were avakirin.’’
‘DEMA EM DIBÊJIN TMK HEMÛ KES DIKEVE NAVA WÊ YASAYÊ’
Turkdogan destnîşan kir ku dema ew behsa serbestberdana girtiyên siyasî dikin mijara FETO’yê datînin li pêşiya wan û ev yek anîn ziman: ‘’Dema em têkildarî rewşa girtiyên siyasî dikin tavilê Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê (TMK) datînin li pêşiya me. Dibêjin ku li gorî TMK’ê sûc e. Sûcên di çarçoveya TMK’ê de hemû kesan eleqedar dike. Me jîdiyar kir ku divê ew jî kesên serî li tundiyê dane û nedane ji hev cuda bikin. Yanî a niha gelek rojnamevan, siyasetmedar, mafparêz, parêzer, serokên şaredariyan yên hatine hilbijartin, endamên meclîsên şaredariyan, endamên meclîsa bajêr û sendîkavan li girtîgehan tên girtin û tu eleqeya wan bi tundiyê tune ye. Hemû tiştên ku me anîn ziman not girtin. Di hevdîtinê de mijara me bi temamî pirsgirêkên sepanî bûn ne yasa bû. Ji ber ku me beriya niha jî li ser vê yekê nîqaş pêk anîn lê belê mixabin ku me encamek bi dest nexist.’’
‘ÇIMA ÎNFAZA KESÊN 30 SALÎ LI GIRTÎGEHÊ MAYE WERE DIRÊJKIRIN?’
Ozturk Turkdogan diyar kir ku ew li ser mijara pirsgirêka şewitandina înfazan jî sekinîne û got: ‘’Bo nimûne hin kes 30 salî li girtîgehê mane. Ma çima înfaza kesên ku 30 salî li girtîgehê maye, were dirêjkirin? Kesên ku 30 salên xwe tije kirine û ev sê sal in înfaza wan tê dirêjkirin hene. Me xwest em vê yekê bînin ziman. Wan jî ev yek li ba xwe not girt. Me ji hin mijarên di hevdîtina meha Nîsanê de encamek nestand. Ji ber vê yekê me di vê hevdîtinê de behsa wan mijaran nekir. Bo nimûne yek ji wan mijaran Mafê Hêviyê bû. Ji ber wê me di vê hevdîtinê de qala Mafê Hêviyê nekir. Zêdetir em li ser rewşa girtiyên nexweş, rewşa girtiyên înfaza wan tê şewitandin û sepanên sewqkirin û sirgûnê yên gelekî spesîfîk. Yanî em li ser mijarên ku divê di pratîkê de werin çareserkirin, axivîn. Her wiha me mijara Girtîgehên Weke Bîran xist rojevê. Me bi bîr xist ku girtî di greva birçîbûnê de ne. Em zêdetir li ser mijarên ku girêdayî wezaretê werin çareserkirin rawestiyan. Em ê piştre van mijaran li gel rayedarên wezaretê bi berfirehî dubare nîqaş bikin.’’
‘NEDABÎNKIRINA TEMÎNATA HIQÛQÎ RÊLI BER BERDEWAMKIRINA HÎNBÛNIYÊN BERÊ YÊN BUROKRASIYA DEWLETÊ VEDIKE!’
Turkdogan da zanîn ku ger li Meclîsê komîsyon were avakirin wê binesaziyeke siyasî jî pêk were lê belê têkildarî pêvajoyê hêjî yasayên ku temînata hiqûqî bidin, nehatine derxistin û got: ‘’Nedabînkirina temînata hiqûqî dibe sedem ku burokrasiya dewletê û hikûmet hînbûniyên xwe yên berê bidomînin. Dabînkirina temînata hiqûqî bes ne ji bo pêşketina pêvajoyê di heman demê de ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê jî gelekî girîng e. Rewşa a niha baş nîne û em rexneya vê yekê tim li hikûmetê dikin jî. Jêre dibêjin ku dev ji van sepanan berdin. Çimkî ji ber van sepanan baweriya gel ji pêvajoyê re namîne. Baweriya gel dikare bes bi berfirehkirina qada azadiyê were dabînkirin. Lê belê ger hûn zextê li muxalefetê bikin, hûn nikarin bi berfirehî piştgiriya gel bistînin. Me ev rexne hemû anîn ziman. Hê jî gelek hevalên me girtî ne. Me ev yek hemû anîn ziman.’’
‘JI BILÎ DEMOKRATÎKBÛYÎNÊ TU RÊYÊN DESTHILATDARIYÊ TUNE NE!’
Ozturk Turkdogan bal kişand ser girîngiya aşitiyê û wiha pêde çû: ‘’Em hemû piştgiriyê didin pêvajoya aşitiyê. Lê belê li gel aşitiyê divê em demokratîkbûyînê jî bînin. Yan na em bi vî awayî nikarin baweriya gel a ji bo pêvajoyê bi dest bixin. Baweriya ji bo pêvajoyê hê jî di bin sedî 50’yî de ye. sedema vê yekê polîtîkayên zextê yên desthilatdariyê ne. DEM Partî tim li dijî vê yekê derketiye û derdikeve jî. Ji ber wê yekê li gel pêkahatina aşitiyê em hewl didin ku Tirkiye xwe ji otorîterbûnê rizgar bike. A niha tevgera Kurdan vê yekê pêk tîne. Birêz Ocalan vê yekê dike. PKK fesix kir û biryara çekdanînê da girtin, wêbêçekdarbûna bi temamî pêk bîne ku desthilatdarî êdî nikare wan bike hincet. Ji ber vê yekê ji bilî demokratîkbûyînê tu rêyên desthilatdariyê tune ne. Heya aşitî pêk neyê guherîna demokratîk jî pêk nayê. Baş e emê aşitiyê bi kîjan desthilatdariyê re pêk bînin? Em ê rêveberên dewletê qanih bikin. Bêyî pêkanîna aşitiyê demokrasî pêk nayê. Ji ber wê yekê em ne tenê ji bo aşitiyê di heman demê de ji bo avakirina civakeke demokratîk jî hewl didin. Têkoşîna demokratîkbûyînê dimeşînin. Divê neyê jibîrkirin ku weke DEM Partiyê em hem partiya têkoşînê ne hem jî partiya muzakereyan e.’’