Hêlîn Umît beşdarî bernameya Medya Haber bû û got: “Divê têkoşîna çînî bê meşandin, li ser vê esasê nirxên jiyana komunal bên derxistina holê û komun bên avakirin. Divê komun, komîte û meclîsa her kesê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têdikoşe, hebe. Divê bêyî vê jiyan nebe, ev li ser civakîbûnê bê ferzkirin. Bêyî vê yekê, em ê bikevin rewşeke mîna ku gotina me tiştek din bêje, pratîka me tiştek din bêje.”
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de ev tişt got:
“Destpêkê li ser navê hevrêyan em hezkirin û silavên xwe ji Rêber Apo re dişînin. Yên ku sîstema qirkirinê ya Îmraliyê ava kirine, ez bi hemû hêrsa xwe lanet dikim.
Tecrîd dewam dike. Dewamkirina vê tecrîdê, di rastiyê de tê wateya dewamkirina sîstema zext û qirkirinê. Ez dixwazim balê bikişînin ser girîngiya rastiya Îmraliyê.
Têkoşîna li dijî tecrîdê dewam dike. Têkildarî vê yekê hewldaneke girîng a gelê Kurd, dostên wê û raya giştî ya demokratîk heye. Lê sîstema şerê taybet a li hemberî me, bi israr vê yekê perde dike û dinixumîne, hetta hewl dide qilifên hiqûqî lê bike û rewa bike. Di vî warî de bi rastî temaşekirina li Îmraliyê, tê wateya ku em li rastiya xwe binêrin.
Bi taybetî ji bo rastiya gelê Kurd de û civakên ji bo azadiyê têdikoşin, Rêber Apo çavkaniya hêviyê ye. Dema tê gotin Rêber Apo, rewşeke ku tê hîskirin heye. Bi taybetî ji bo gelê Kurd Rêber Apo tê wateya çavkaniya hêviyê, ronahiya hêviyê, kombûna hesretan û siberojeke ku tê xeyalkirin. Rêber Apo rastiyeke ku pêkhateya hemû nirxên hatine windakirin e. Li hemberî rastiya Rêbertî, pênaseyên me yên bi vî rengî hene.
Rêbertiya me jî demekî ev nirxandin kiribû: “Ez kombûna hesreta we hemûyan im. Hûn di min de xwe dibînin, lewma hûn tên min.” Helbet ev jî berê rastiyê nîşan dide.
Dema ku em Rêber Apo dinirxînin, tenê weke rêberekî siyasî û leşkerî em nanirxînin. Di jiyana me de rastiyeke hîn cudatir heye. Hin ji me vê yekê bi zanistî dijîn, hin ji ber xwe ve dijîn, hin jî dizanin ku navendeke wiha ya kişandinê ya Rêbertî heye. Ji aliyê rastiya gelê li Kurdistanê ve, ji aliyê ciwanan ve, bi taybetî ji aliyê jinên ciwan û jinan ve Rêbertî di rewşeke navenda kişandinê ya wiha de ye. Em neçar in ku vê yekê rast danasîn bikin. Çima Rêbertî wiha ye? Tenê danasînên hestiyarî, tenê em xwe bi hesretan bînin ziman wê netêrker be. Di wî warî de Rêbertî timî ev tişt ji me xwest; got, “Ez dixwazim rast bêm fêmkirin, min rast fêm bikin.” Çi girêdana vê bi mijara me re heye? Eger em Rêber Apo rast fêm nekin, têkoşînên ku em ji bo wî dimeşînin em nikarin rast pêş bixin. Em çiqasî Rêber Apo rast fêm bikin, têkoşînên ku em ji bo azadiya wî ya fîzîkî jî dimeşînin wê ewqas rast be.
RÊBERTÎ SÎSTEMEK E
Rêbertî ev hemû xisûsên ku me diyar kirî ye. Lê ji wê wêdetir, Rêbertî sîstemek e. Sîstemeke heye ku nûneriya rastiya Rêbertî dike. Divê mirov vê yekê baş fêm bike. Mesele hemû gelê Kurd û mirovên bi hestiyar, mirovên demokrat, sosyalîst û şoreşger divê vê pirsê bikin. Bi rastî jî çima sîstema qirkirinê ya Îmralî hate avakirin? Çima sîstemeke wiha taybet li dijî Rêber Apo tê pêkanîn? Dibe ku ev mijareke pir berfireh be û divê mirov vê yekê jî parçe bi parçe binirxîne. Dibe ku ez nekarim hemûyan niha bînim ziman, lê wê pir rast be ku eger mirov rastiya Rêbertî weke sîstemekê pênase bike, weke yekparebûna armancekê bibîne, yanî Rêber Apo weke mirovekî armancê bibîne, di vê çarçoveyê de binirxîne û tecrîdê jî weke şerekî li dijî van armancan binirxîne.
Mesele eger em van armancan, rastiya Rêbertî, felsefeya jiyana azad a ku rastiya Rêbertî nûneriya wê dike, sîstema civakî ya ku parastina wê dike bixin pratîkê wê demê di rastiyê de tecrîd wê bêwate bibe. Ji ber ku ev tecrîd ji bo ku ev armanc nekevin meriyetê, tê pêkanîn. Ev armanc çiye? Yek, çareserkirina pirsgirêka azadî û hebûnê ya Kurdan. Eger êrîşên qirkirinê yên Tirk ev qasê li Îmraliyê zêde dibin, wê demê li wir şerekî pir giran heye û dixwazin li wir encam werbigirin. Dixwazin ku li wir şerê hebûn û azadiyê yê gelê Kurd û îradeya wê bişikînin. Armanca yekem ev e.
Rêber Apo tê wateya Rêbertiyeke ku hebûn û azadiya gelê Kurd diparêze. Wê demê divê em li her derê daxwaza azadî û hebûnê û nasnameya azad bikin û hîn zêdetir biparêzin. Divê em wêje û propagandaya vê yekê bikin û siyaseta wê ava bikin. Ev rêyeke girîng a şikandina tecrîdê û tunekirina wê ye.
Ya duyem; Eger rastiya Rêbertî sîstemek be, yanî ne kesek be, kombûneke fikran be, xeyala cîhaneke nû be, îdeala jiyanekê be, divê em navê wê jî lê bikin. Rêber Apo ev yek bi pênaseyên mîna sosyalîzma demokratîk, modernîteya demokratîk û xweseriya demokratîk danî holê, pênase kir ku em ê çawa di roja me de vê yekê bi pratîk bikin. Yanî got, “Ez rêbertiya civaka demokratîk im.” Wê demê eger bi rastî jî ji Rêber Apo bawer dikin û hez dikin, wê demê weke milîtanên wî em hewl didin propagandaya vê paradîgmaya wî bikin.”
Dewam dike…