Yekşem, 2 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê rapora girtîgehan li Behra Reş eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo vegera koçberên Êzidî banga pêkanîna şert û mercan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li parzûngeha petrolê ya li Hewlêrê şewat derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Ertak hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 8 jin di bin metirsiya darvekirinê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiyên bîranîna Qirkirina Şengalê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 11’emîn a Komkujiya Zergelê de li Binarê Qendîlê bîranîn hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festivala Munzurê de îşaret bi çareseriya demokratîk û hemwelatîbûna wekhev hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamtiya Yekîtiya Şaredariyên Tirk a ji bo Kerkûkê hate redkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 4 bajaran daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Îştar bang kir: Em li dijî tundiyê têkoşîna hevpar pêş bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin bi manşeta ‘Îradeya çareserkirina pirsgirêka sedasalî, rûbirûbûn e’ der

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di nava mehekê de 26 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Me Şengal ji bîr nekiriye û em ê nedin jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênûsa ku doza welatekî dinivîsîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinek li Kelarê hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Comerd piştî 28 salan li Rojava ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Hêvîn Silêman: Sîstema Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din bû mînak
Rojava

Hêvîn Silêman: Sîstema Şêxmeqsûd û Eşrefiyê careke din bû mînak

Hevseroka Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê Hêvîn Silêman diyar kir ku sîstema Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bûye mînak û got ku ev yek bi saya berxwedana bi salan pêk hatiye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Li gel Şoreşa Rojava yek ji taxên ku qêrîna azadiyê kirine û tekoşîna xwe dane destpêkirin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn. Bi taybetî jî taxa Şêxmeqsûd di sala 2011’an de çawa ku şoreşê dest pê kir Taxa Şêxmeqsûd her tim pêşengtî kir. Şêniyên Taxa Şêxmeqsûd di her warî de ked û tekoşîna xwe dane meşandin. Şêniyên taxê xwe li hemberî êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên di sala 2016’an de bi ruhê gelê şoreşger birêxistin kir, ji zarokan heya temenmezinan xwe li gorî atmosfera şer amade kirin û di çeperên şer de li kêleka şervan û zarokên xwe cihê xwe girtin. Ciwanan şer dikir, dayîkan xwarin amade dikir, bavan pêwîstiyên zarokên xwe yên di çeperan de pêk dianîn. Bi vî awayî li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destanên dîrokî hatin nivîsandin.

Ew berxwedana gel li ser şopa bi sedan jinên têkoşer ên weke Şehîd Gulê Selmo heya roja îrojîn jî berdewam dike ku ji gel re bûye hêz û bingeha parastina destkeftiyan û xwedîlêderketina mîrasa şehîdan.

Hevseroka Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman li ser têkoşîn û berxwedana gelên taxê yên ku li gel destpêka şoreşê dane meşandin ji ANF’ê re axivî.

Hevseroka Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser giringiya pêvajoya li Sûriyeyê û got: ”Pêvajoya ku niha Sûriye tê re derbas dibe, ji bo gelên ku bi salan e ji bo misogeriya azadiya xwe li ber xwe dide, pêvajoyeke girîng e. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî yek ji wan taxan in ku li hemberî hêzên tarî û hov berxwedaneke bêhempa dane meşandin. Ji berê ve ye mafên gelê Kurd tên çewisandin û her tim ferq û cudahî di navbera gelên Kurd û Ereb de hebû. Bi hezaran Kurd bê nasname mabûn. Sîstemeke hov û yekalî li ser gelê Kurd hebû. Berxwedana li Taxa Şêxmeqsûd a di sala 2016’an de, berxwedaniyeke dîrokî bû û li Sûriyeyê yekem car şerê gel ê şoreşgerî li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hemberî wan hêzên tarî pêk hat. Li hemberî wan hêzên ku bi hemû hovîtiya xwe êrîşî taxan dikirin, jinan, ciwanan û kesên temenmezin berê xwe dan çeperên şer da ku parastina tax û rûmeta xwe bikin.’

Hêvîn Silêman di dewama axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana bi salan îro encamek bi dest xistiye û ev yek anîn ziman: ”Di encama têkoşîn û berxwedana bi salan de, îro encamek derketiye pêş ku hevpeymana di navbera QSD û Hikumeta Şamê de hatiye îmzekirin gaveke girîng û dîrokî ye ku li ser bendên girîng lihevkirin pêk hatiye ku ev şerê navxweyî were sekinandin.’’

Hêvîn Silêman piştre bal kişand ser hevpeymana ku di navbera Hevserokên Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û nûnerên Hikûmeta Şamê de hatiye îmzekirin û wiha pêde çû: ‘’Di 1’ê Nîsanê de hevpeymaneke ku ji 14 xalan pêk tê, di navbera Hevserokên Meclîsa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û nûnerên Hikûmeta Şamê de hate îmzekirin. Di nava hevpeymanê de li ser xalên parastin û ewlehiya gelê taxê bi awayekî berfirehî û xal bi xal nîqaş hatin kirin. Her wiha ji bo pirsgirêkên civakî yên weke kesên winda, girtî jî nîqaş hatin kirin û li ser berdana esîr, winda û kesên girtî jî lihevkirinek çêbû. Cara yekem nêzî 243 kesên ji herdu aliyan hatin berdan û derbarê wê yekê de xebat hîn jî tê meşandin. Gava duyem jî ew bû ku hêzên leşkerî ên weke YPG û YPJ’ê berê xwe dan herêmên bakurê Sûriyeyê. Her wiha yek ji xala sereke jî ew bû ku çawa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê weke taxên ji Helebê tên dîtin, wê li ser wê esasê jî peywendiyek were avakirin da ku xebat û alikariyên ji bo taxên bajarê Helebê ên din tên kirin, ji bo Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî werin kirin. Li gorî wê wê li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê komîte werin avakirin da ku cihê xwe di nava Rêveberî û Şeredariya Bajarê Helebê de bigirin”

Hêvîn Silêman destnîşan kir ku yek ji xala sereke ya vê hevpeymanê vegera ji bo Efrînê ya ewle ye got: ‘’Yek ji xala sereke ya hevpeymanê ya siyasî û stratejîk vegera ji bo Efrînê ye. Li ser wê esasê bi şandeya Hikûmeta Şamê re li ser vê mijarê bi awayên berfireh nîqaş hatin kirin da ku bi awayekî lez zemînek ji bo vê yekê were avakirin.’’

Hêvîn Silêman di dawiya axaftina xwe de dubare bal kişand ser berxweniya şêniyên her du taxan û wiha got: ”Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê çawa ku beriya niha bûbûn mînakên yekem ên şerê gel ê şoreşgerî, îro careke din dibin mînakên çareseriya Sûriyeyê. Li Sûriyeyê hêz û xurtbûna gel îro encam bi dest xist. Sîstema li Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo Sûriyeyê û Rojhilata Navîn mînak in. Ev destkeftî di encama berxwedana gel û bi hezaran şehîdan de hatine bidestxistin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HELEB

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji KJK’ê peyama sala 20’emîn: Em Ronesansa Jinê pêk bînin
Nûçeya Pişt re Li kampa Holê operasyoneke ewlehiyê destpê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê dagirkerî hate şermezarkirin: Em berxwedanê mezin bikin

Li Amedê, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û biryardariya…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê mafên Abdullah Ocalan ên huquqî nebin mijara bazarê’

Huquqnas Cihan Aydin anî ziman ku ew 25 sal in Rêber Apo li Îmraliyê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi deh hezaran kes li Newroza Silopiyayê li hev civiyan: Divê gavên bi wêrekî bêne avêtin

Pîrozbahiya "Newroza azadî û demokrasiyê" ya li Silopiyayê bi beşdariya bi deh hezaran kesî di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

647 malbatên ji Serêkaniyê, ji bo vegerê hatin agahdarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Komîteya Dîlgirtî û Windahiyan a Rojava: 628 kes winda ne, 138 kes dîlgirtî ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Şervanê QSD`ê Ebdulkerîm El Hemed bi merasîmekê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrînê 152 mamosteyên Kurd ji wezîfeyê hatin dûrxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?