Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Mûradî bi boneya 22’yê Kanûnê Roja Jin û Dayikan ji Girtîgeha Êvîn a Tehranê peyamek şand.
Werîşe Muradî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Cezayên ku li ser jinan li Îranê tên birîn li gorî sala borî ji sedî 35 zêde bûye û rewşa niha ya salên 1980’yî tîne bîra mirov. Di wan salan de, di dema şer de, di zindanan de komkujî hatin kirin û welatparêz û parêzvanên azadiyê bûn hedef. Ez Îranê hişyar dikim: divê ev dîrok dubare nebe.”
Peyama Werîşe Mûradî wiha berdewam kir: “Ez ti carî ji têkoşîn û berxwedana xwe poşman nabim. Heta ku zilma li ser jinê berdewam bike ez ê ji Kurdistanê heta Belûçistanê, ji Îranê heta Efganistanê têkoşîna xwe bidomînim. Ji bo pêkanîna armancên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ez ê têbikoşim.”