Ekîn Ceren Dogrûak (Amara) li gel Uta Schneiderbanger (Nûdem) di 31’ê gulana 2005’an de li qesaba Qeladizê ya bajarê Silêmaniyê qezaya trafîkê kiribûn û şehîd bûbûn. Ekîn Ceren di 19’emîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Karşiyaka Enqereyê hat bibîranîn. Rêveberên DEM Partiyê û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan û gelek kes beşdarî bîranînê bûn. Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê rêz hat girtin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Enqereyê Fatîn Kanat axivî û diyar kir ku Ekîn Ceren û hevalên xwe ji bo têkoşîna azadiya gelan bûne hêvî û mînak û got: “Ew her di dilê me de ne. Têkoşîna wan rê nîşanî me dide.”
Bavê Ekîn Ceren, Nusret Dogrûak jî da zanîn ku keça wî bi îrade û berxwedêr bû û bîranînên keça xwe parve kir. Dogrûak anî ziman ku keça wî di salên 90’î de li zanîngeha Enqereyê tevgera azadiya Kurdistanê nas kiriye û wiha got: “Em tu carî li ber rêya wê da pêşiya xwe nebûn asteng. Wê bi xwe gotibû, ‘Ji bo ez bawer dikim û dixwazim tevlî vê têkoşînê dibim’. Divê em dest ji têkoşîna wan bernedin.”
Piştî axaftinan beşdarên bîranînê beybûnên ku Ekîn Cerenê jê hez dikir danîn ser gora wê.