Qenala nûçeyan a bi Kurdî NÛÇE TV dest bi weşanê kir. Weşana qenalê 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî destpê kir.
NÛÇE TV beriya du rojan ji hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyanî dabû û diyar kiribû ku wê bi dirûşma “Weşaneke nû, rêwîtiyeke nû” dest bi weşanê bike.
Qenalê destpêka weşanê bi gotina “Me destpê kir… PÎROZ BE” ragihand.
Hate ragihandin ku weşana NÛÇE TV wê li ser du peykên cuda bê kirin. Agahiyên li ser frekansên qenalê bi vî rengî ne:
Nilesat: 12687 H 27500
Hotbird: 11296 H 27500

