Yekşem, 8 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî: Pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Mirinên li cihê kar encama sîstema neçavdêriyê ku sermiyan diparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sevda Kaya: ‘Heke kesekî din bimirê, wê hesabê vê yekê kî bide?’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Polonyayê di êrişa çekdarî de 9 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Zozanê Mişarê yê Çiyayê Gabarê bi tonan darê berû hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşaleyeke azadiyê ya li bin siya çiyê dibiriqe: Şehîdd Agirî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tuncer Saglam wê sibê bi merasîmeke girseyî were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji Meclisa Jinan a Nûda û Frauenkollektive şahiya hevpar a 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan sempozyuma ‘Bîra Civakî û Travmayê’ li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Yoruk: Aştî ji her demê bêhtir pêkan e
Rojane

Yoruk: Aştî ji her demê bêhtir pêkan e

Li gorî zanyarê siyasî Dr. Zafer Yoruk anî ziman ku aştî îro ji pêvajoyên berê pêkantir e; lê lihevkirinek civakî, vegera serweriya hiqûqê û demokratîkbûnê şert e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Pêvajoya ku ji 1’ê Cotmeha 2024’an û vir ve bi daxuyaniya  Devlet Bahçelî dest pê kir û bi kongreya xwefesixkirina PKK’ê û merasîma şewitandina çekan berdewam kir, bi taybetî bi komîsyona ku di bin sîwana Meclisê de hatiye damezrandin, hîn jî rengekî şênber didome. 

Zanyarê siyasî Dr. Zafer Yoruk damezrandina komîsyona Meclisê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê erênî dibîne. Zanyarê Siyasetê Dr. Zafer Yoruk der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî. 

‘PKK’Ê GAVÊN ŞÊNBER AVÊT’  

Dr. Zafer Yoruk diyar kir ku ji bo nîqaşkirina pêvajoyê, divê di navbera PKK û nûnerên dewletê de protokolek hebe û got, “Bi îxtîmaleke mezin protokolek bi vî rengî heye, lê ji raya giştî re nehatiye ragihandin. Bi qasî ku raya giştî dibîne, PKK’ê hin mijar bi zelalî diyar kiriye û ji bo bicihanîna wan gavên berbiçav avêtiye, lê hîn jî dewletê di berdêla van gavan de çi soz daye hîn ne diyar e. 

Tişta ku em dizanin ev e: ‘Dewlet’ dixwaze aştiyê bike, amade ye ku nasnameya Kurd nas bike û vê aştiyê di nava xeyala neo-Osmanî yan Mîsaqa Millî û çarçoveya stratejiya herêmî ya Tirkiyeyê de xurt dike. Lê vê yekê çarçoveyeke di felsefiya tund de pêşkêş dike. Di vê îradeya çarçoveyê de em nizanin PKK li beramberî kîjan gavan, soza avêtina van gavan daye. Ji ber vê yekê, em nikarin tenê li ser bingeha texmînan nirxandinê biki û wê ev nirxandinek ne rast be.” 

Dr. Zafer Yoruk anî ziamn ku divê Tirkiye sozên ku dane eşkere bike û wiha domand: “Di vê pêvajoya Tirkiyeyê de divê nexşerêya ku sozên ku ji hêla dewletê ve hatine dayin, bi xetên giştî werin ravekirin. Divê mirov li ser mijarên gelo kîjan gavên şênber di dema xwe de hat avêtin, kîjan dereng ma an jî kîjan soz hatin bicihanîn nîqaşê bike.” 

‘SIYASETA DEWLETA TIRK A DERVE DIHEJE’  

Dr. Yoruk li ser helwesta Tirkiyeyê jî wiha got, “Li gorî agahî û texmînên sînorkirî yên li ber destan, xuya dike ku guhertinên di siyaseta herêmî û bi taybetî yên li Sûriyeyê, helwesta dewleta Tirkiyeyê guherandiye. Ev guherînên siyaseta derve ya Tirkiyeyê ji ber şert û mercên herêmî ne, dibe ku bandorek rasterast li ser pêvajoya aştiyê ya Kurd bikin. Siyaseta Tirk a derve girêdayî konjoktura herêmê diheje û xuyaye ku wê rasterast bandorê li pêvajoya aştiyê ya Kurd bike.” 

‘AŞTÎ NEBE DEMOKRASÎ JÎ NABE’  

Yoruk wiha berdewam kir: “Avakirina komîsyona Meclîsê ji bo civakîbûna îradeya aştiyê pir girîng e. Pêvajoya ku ji fikir û ramana partiya siyasî ya ku dewletê bi rê ve dibe were derxistin û ji hêla komîsyonek piralî ve were birêvebirin di cih de ye. Ev yek wê rê li ber pêvajoyek zelaltir veke. Lê di aliyê peywira komîsyonê de ne zelaliyek heye. Ma ew pêvajoyê bi rê ve dibe? Biryarên wê çiqasî derbasdar e? Heta ku ev mijar neyên zelalkirin, ev komîsyon wê ber bi platformeke nîqaşê yan jî saziya ‘şêwirmendiyê’  ve were beralîkirin. Pirgirêkek girîng a ku bê ber destê komîsyonê,  pêvajoya aştiyê li seranserê welat vegere asayîbûna siyasî û û serweriya hiqûqê. Ev daxwaz wê bi giranî ji hêla nûnerên CHP’ê ve bê ziman. Lê xuya ye ku aliyê AKP-MHP’ê hewl didin ku Mîsaqa Millî yan jî berfirehbûna pan-Îslamî têxin şûna demokrasiyê. Divê CHP û muxalefeta demokratîk di vê mijarê de hişyar bin, lê berpirsiyariya sereke li ser milê hikûmetê ye. Aştî nebe demokrasî jî nabe, demokrasî nebe  domandina aştiyê ne pêkan e. Wê helwesta DEM Partiyê ya li ser vê mijarê pir girîng be.” 

‘DEWLETA TIRK SÛRIYEYÊ LI DIJÎ STATÛYA KURDAN BI KAR TÎNE’ 

Zanyarê siyasî Dr. Zafer Yoruk li ser rewşa Sûriyeyê jî ev tişt anî ziman. “Di seranserê şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, dewleta Tirkiyeyê li şûna rejîma Esed, li dijî Rojava şer kir. Di dawiyê de ew DAÎŞ a ku bi şiyara “Kobanê dê bikeve” piştgiriya xwe bi eşkere ragihand, têk çû. Lê hêzên derve bermahiyên DAÎŞ’ê bi navê HTŞ’ê xistin şûna Esad û jestek mezin bi dewleta Tirkiyeyê re kirin. Wan jî vê yekê ji bo Kurd statûyê bi dest nexin bi kar anîn û hîn jî bi kar tînin. Lê hemû dane nîşan didin ku ev stratejî têk diçe. Ya rast îradeya aştiyê wê têk bir.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 16’Ê TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Cejna Vejînê li Binarê Qendîl bi coş tê pîrozkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

SZK: Êrîşa li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûc e

Saziya Zimanê Kurdî (SZK) êriş û komkujiyên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî Şêxmeqsûd…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyên 25 Şengaliyên ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatin veşartin

Îro li Şengalê bi merasîmeke bi heybet cenazeyên 25 şehîdên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Koçber: Li gel zor û zehmetiyan jî em ê li ber xwe bidin

Koçberên li bajarê Kobanê diyar kirin ku li hemberî êrişên dijmin ew ê bi xurtî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Agahî ji 2 endamên KJAR’ê nayê wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Ji bilî têkoşîna hevpar rêyeke din a gelan nîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Girtiyên Apoyî: Pêwîstiyên pêvajoyê bi cih bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Mirinên li cihê kar encama sîstema neçavdêriyê ku sermiyan diparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?