Pêvajoya ku ji 1’ê Cotmeha 2024’an û vir ve bi daxuyaniya Devlet Bahçelî dest pê kir û bi kongreya xwefesixkirina PKK’ê û merasîma şewitandina çekan berdewam kir, bi taybetî bi komîsyona ku di bin sîwana Meclisê de hatiye damezrandin, hîn jî rengekî şênber didome.
Zanyarê siyasî Dr. Zafer Yoruk damezrandina komîsyona Meclisê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê erênî dibîne. Zanyarê Siyasetê Dr. Zafer Yoruk der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî.
‘PKK’Ê GAVÊN ŞÊNBER AVÊT’
Dr. Zafer Yoruk diyar kir ku ji bo nîqaşkirina pêvajoyê, divê di navbera PKK û nûnerên dewletê de protokolek hebe û got, “Bi îxtîmaleke mezin protokolek bi vî rengî heye, lê ji raya giştî re nehatiye ragihandin. Bi qasî ku raya giştî dibîne, PKK’ê hin mijar bi zelalî diyar kiriye û ji bo bicihanîna wan gavên berbiçav avêtiye, lê hîn jî dewletê di berdêla van gavan de çi soz daye hîn ne diyar e.
Tişta ku em dizanin ev e: ‘Dewlet’ dixwaze aştiyê bike, amade ye ku nasnameya Kurd nas bike û vê aştiyê di nava xeyala neo-Osmanî yan Mîsaqa Millî û çarçoveya stratejiya herêmî ya Tirkiyeyê de xurt dike. Lê vê yekê çarçoveyeke di felsefiya tund de pêşkêş dike. Di vê îradeya çarçoveyê de em nizanin PKK li beramberî kîjan gavan, soza avêtina van gavan daye. Ji ber vê yekê, em nikarin tenê li ser bingeha texmînan nirxandinê biki û wê ev nirxandinek ne rast be.”
Dr. Zafer Yoruk anî ziamn ku divê Tirkiye sozên ku dane eşkere bike û wiha domand: “Di vê pêvajoya Tirkiyeyê de divê nexşerêya ku sozên ku ji hêla dewletê ve hatine dayin, bi xetên giştî werin ravekirin. Divê mirov li ser mijarên gelo kîjan gavên şênber di dema xwe de hat avêtin, kîjan dereng ma an jî kîjan soz hatin bicihanîn nîqaşê bike.”
‘SIYASETA DEWLETA TIRK A DERVE DIHEJE’
Dr. Yoruk li ser helwesta Tirkiyeyê jî wiha got, “Li gorî agahî û texmînên sînorkirî yên li ber destan, xuya dike ku guhertinên di siyaseta herêmî û bi taybetî yên li Sûriyeyê, helwesta dewleta Tirkiyeyê guherandiye. Ev guherînên siyaseta derve ya Tirkiyeyê ji ber şert û mercên herêmî ne, dibe ku bandorek rasterast li ser pêvajoya aştiyê ya Kurd bikin. Siyaseta Tirk a derve girêdayî konjoktura herêmê diheje û xuyaye ku wê rasterast bandorê li pêvajoya aştiyê ya Kurd bike.”
‘AŞTÎ NEBE DEMOKRASÎ JÎ NABE’
Yoruk wiha berdewam kir: “Avakirina komîsyona Meclîsê ji bo civakîbûna îradeya aştiyê pir girîng e. Pêvajoya ku ji fikir û ramana partiya siyasî ya ku dewletê bi rê ve dibe were derxistin û ji hêla komîsyonek piralî ve were birêvebirin di cih de ye. Ev yek wê rê li ber pêvajoyek zelaltir veke. Lê di aliyê peywira komîsyonê de ne zelaliyek heye. Ma ew pêvajoyê bi rê ve dibe? Biryarên wê çiqasî derbasdar e? Heta ku ev mijar neyên zelalkirin, ev komîsyon wê ber bi platformeke nîqaşê yan jî saziya ‘şêwirmendiyê’ ve were beralîkirin. Pirgirêkek girîng a ku bê ber destê komîsyonê, pêvajoya aştiyê li seranserê welat vegere asayîbûna siyasî û û serweriya hiqûqê. Ev daxwaz wê bi giranî ji hêla nûnerên CHP’ê ve bê ziman. Lê xuya ye ku aliyê AKP-MHP’ê hewl didin ku Mîsaqa Millî yan jî berfirehbûna pan-Îslamî têxin şûna demokrasiyê. Divê CHP û muxalefeta demokratîk di vê mijarê de hişyar bin, lê berpirsiyariya sereke li ser milê hikûmetê ye. Aştî nebe demokrasî jî nabe, demokrasî nebe domandina aştiyê ne pêkan e. Wê helwesta DEM Partiyê ya li ser vê mijarê pir girîng be.”
‘DEWLETA TIRK SÛRIYEYÊ LI DIJÎ STATÛYA KURDAN BI KAR TÎNE’
Zanyarê siyasî Dr. Zafer Yoruk li ser rewşa Sûriyeyê jî ev tişt anî ziman. “Di seranserê şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, dewleta Tirkiyeyê li şûna rejîma Esed, li dijî Rojava şer kir. Di dawiyê de ew DAÎŞ a ku bi şiyara “Kobanê dê bikeve” piştgiriya xwe bi eşkere ragihand, têk çû. Lê hêzên derve bermahiyên DAÎŞ’ê bi navê HTŞ’ê xistin şûna Esad û jestek mezin bi dewleta Tirkiyeyê re kirin. Wan jî vê yekê ji bo Kurd statûyê bi dest nexin bi kar anîn û hîn jî bi kar tînin. Lê hemû dane nîşan didin ku ev stratejî têk diçe. Ya rast îradeya aştiyê wê têk bir.”